'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin' 2018-02-03 10:34:42   STENBOL - Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Durmuş, diyar kir ku Serokwezîr Yildirim berî êrîşên li ser Efrînê bi patronên rojname û medyaya mezin re li hev civiyan û wiha got: “Dixwazin li Tirkiyeyê rojnamegertiyek yek tîpî avabikin.”   Serokwezir Bînalî Yildirim berî êrîşên li ser Efrînê bi patronên rojname û medyaya mezin re li hev civiyan û deglerasyonek ji 15 madeyan pêk tê da rojnamegeran. Yildirim fermana dê çapemenî çawan planên wan ên li ser Efrînê serwîs bikin, bi rojnamegeran re parve kir û hemû mijarên manşetên rojnameyan û wêneyên dê bikar bînin diyar kirin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş û Serokê Giştî yê Basin-Îş ê DÎSK’ê Faruk Eren, bertek nîşanî delegasyonê dan û diyar kirin ku dixwazin rojnamegertiya yek tîpî ava bikin.   ‘DIXWAZIN ÇAPEMENÎ TENÊ WAN BIDIN’   Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, diyar kir ku ji roja AKP bûyî desthildatdar û vir ve hewl dide profîlê rojnamegerîtiya li gorî xeta xwe ava bike û wiha axivî: “Berî operasyona Efrînê Serokwezîr û rojnameger li hev civiyan û ferma dê çawan operasyonê di nûçeyên xwe de serwîs bikin da rojnamegeran. AKP dixwaze li Tirkiyeyê rojnamegertiya yek tîpî ava bike. Dixwazin rojnamegertiyeke tenê tiştên ew bêjin bi weşînin ava bikin.”    ‘DI HIN XALAN DE DESTHILATDARÎ DITIRSE’   Durmuş, anî ziman ku di her serdemê de li Tirkiyeyê êrîş li ser rojnamegan çêbûne û wiha got: “Erka rojnamegertiyê ewe ku agahiyên rast bigihîne raya giştî. Di hin xalan de tirsên desthildatdariyê hene. Ji ber vê yekê pêdivî dibîne ku fermanê bide çapemeniyê ku tenê nûçeyên hikûmetê serwîs bikin. Ji nûçeyên rastîn ditirse. Piştî hevdîtina bi rojnamegeran re gelek hevalên me yên rojnameger ji ber parvekirinên xwe hatin binçavkirin. Du hevalên me hatin girtin. Her roja derbas dibe, hejmara rojnamegerên girtî zêdetir dibe.”   ‘MAFÊ RAYA GIŞTÎ YA NÛÇE GIRTÎNÊ JÊ TÊ STNADIN’   Durmuş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rojnamegertî bi fermanan û êrîşên desthilatdariyê nayê kirin. Ev yek azadiya çapemeniyê û mafê gel ê nûçe girtinê, astend dikin. Desthilatdarî bi OHAL’ê re rojnameger kirine hedefa xwe. Rojnamegerên mîna desthilatdariyê ne fikire û ne nivîsîne bi girtinê hewl dide çav tirsandî bike. Rojnamegertî her tim aştiyê diparêze, ji ber ku gel jî her tim aştiyê dixwazin. Rojnamegertî jî tenê li berjewendiyên gel mêze dike. Ez bang li hemû rojnamegeran dikim ku xwedî li pîvanên rojnamegertiyê derbikevin.”    ‘RASTIYAN NEBÊJIN’   Serokê Giştî yê Basin-Îş DÎSK’ê Faruk Eren jî, diyar kir ku di civîna Serwezîr Yildirim de xwestin eyar  bidin çapemeniyê û wiha axivî: “Li gorî me di wê civînê de ji rojnamegeran hat xwestin ku bi her awayî li gorî wan tevbigerin û AA weke jêderk hat nîşandan. Hemû kes dizane di salên 90’î de çi ji medyayê kirin. Tiştên niha tên jiyîn jî ji wê pêvajoyê ne cûdatirin.”    ‘ROJEK ZÛ NE YEK DERENG CIVAK BI RASTIYAN DIHESE'   Eren, destnîşan kir ku her çiqasê hikûmet bixwaze rastiyan veşêre jî, bi teknolojiya heyî re nikare vê yekê bi ser bixe û wiha got: “Wisan dihesibînin ku dê bi ragihandinên xwe rastiyê veşêrin, lê sîteyên nûçeyan ên înternetê bi azad weşan dikin. Mirov li ser medyaya civakî dikare xwe bigihîne hemû agahiyan. Ji ber êrîşên heyî rojnamegerîn derketin derveyî welat li ser înternetê weşan dikin û rastiyan radigihîn in.  Rojek zû ne yek derneg civak bi rastiyan dihese.”   ‘HERÎ KÊM DOZEKE HER ROJNAMEGEREKÊ HEYE’   Eren, da zanîn ku di salên 90’î de komkujiyek mezin li dijî rojnamegeran pêk hat û wiha bilêv kir: “Di roja me ya îro de rojnameger nayên kuştin, lê tim tên girtin û rastî cezayên giran tên. Li Tirkiyeyê ji 150’î zêdetir rojnamegerên girtî hene. Herî kêm dozeke her rojnamegerekê heye. Ronakbîr, mirovên zanist ên di bin çavan de hene û hinek ji wan jî girtîne.”   ‘DÊ GELEK ŞERIM BIKIN’   Eren, anî ziman ku dixwazin medyaya yek tîpî ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman rojnamegeran ezmûnek baş ne nedan. Rojnamegerên mîna Ahmet Şık, di girtina Ozgur Gundem û serdegirtin Cumhuriyetê de li ber xwe dane. Lê bi giştî rojnameberan ezmûnek baş nedan di vê demê de. Rojnamegerên karên xwe baş dikin û li ber xwe didin hene. Gava ev ewrên tarî belav bûn, ên ku ji derveyî berxwedana rojnageran man, dê gelek şerim bikin ku ew hesta wan a şerim kirinê hebe.”