Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin

img
ENQERE - Jinên di Konferansa Jinan a HDP'ê de kom bûn, berxwedana Efrînê silav kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, diyar kirin ku jin wêrek in û wiha got: "Tevî hemû zext û tundiyan em dê bi ser bikevin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî got: "Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin" Hevseroka Giştî ya berê Figen Yuksekdag jî peyam şand û got: “Gelê Efrînê teqez dê bi ser bikevin" 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2’yemîn Konferansa Jinan li Odela Plaza ya Enqereyê pêk anî. Jinan konferans bi şîara “Jin jiyan e, Em bi wêrekî jiyanê diparêzin" pêk anîn. Konferans di bin dorpêça polîsan de dest pê kir. Piştî jin di lêgerîna polîsan re derbas bûn derbasî salona konferansê bûn. Jinan li salonê pankart "Em fêrî OHAL’ê rabin, Em li dijî KHK’yan têdikoşin" û “Bi şoreşa jinê ya Rojava ber bi sedsala 21’emin ve”, “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" û “Wisa naçe jin destûr nadin" vekirin. Dîsa wêneyên jinên girtî li salonê vekirin. Dîsa pankartên ku wêneyê dest dibêje 'Raweste' li ser heye û nivîsa “Wiha nabe jin rê nade” daliqandin. 
 
Tevî hemû astengiyên polîsan bi sedan jin tev li konferansê bûn û li salonê govend gerandin. Dîsa gelek endam û rêveberên jin ên sendîkayan jî tev li konferansê bûn. Konferansê bi pêşandana sinevizyonê dest pê kir. Di konferansê de jin bi kurdî û tirkî hatin silavkirin. Li ser navê Avesta Xabur, Kader Ortakkaya û Ayşe Deniz hemû jinên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê jinan bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrinê” berz kirin. 
 
Ji bo serokatiya Dîwanê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca hat hilbijartin. Konca, diyar kir ku 2 sal berê ji di bin heman zextan de konferana xwe pêk anin û wiha got: "2 sal derbas bûn, lê zextên heyî wekî berê didomin. Di nava 2 salan de hêjmara delegeyên me yên hatin girtin di vê salona konferanse de hilnayên. Em vê konferanê diyarî hemû hevalên xwe yên girtî dikin."  
 
KONCA: JIN WÊREK IN Û TÊKOŞÎNÊ TERK NAKIN
 
Konca, bal kişand ser wêrekiya jinan û wiha got: "Jin wêrek in û têkoşînê terk nakin. Jinên ku dilê wan ji bo têkoşînê davêje pir zêde ne. Em ne bi tenê ne. Ji ber vê yekê niqaşên ku îro em li vir bikin pir bi wate ne. Îro dagirkeriya Efrînê bê eman didome. Hin kes wekî parastina sînorê xwe bi nav dikin. Lê em jin dizanin ku parastina rewa, parastina nirxên mirovahiyê ye. Jin têkoşîna parastina rewa dikin. Em dizanin dewlet ne hiqûqî û edlî ye. Faşîzm, tacîz û tecawizê wekî rêbaza tundiyê digire dest. Gelek hevalên me yên jin hatin girtin. Herî dawî hevala me Leyla Guven hat girtin. Em Guven silav dikin. Jin wêrek in. Ji niha û şûnde jî dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di axaftinê de jinan bi hevre dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
 
KEMALBAY: HÛN NIKARIN HDP’Î Û PARAZVANÊN AZADIYÊ BÊDENG BIKIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî hemû berxwedêr silav kirin û wiha got: "Em dipirsin dikarin bi van zextan rawestinin û bêdeng bikin? Na. 
Diviya bû îro Leyla Guven li vir bûya. Dibe ku me bigirin, Figen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Sabahat Tuncel her çend girtî bin jî li dijî êrîşa li ser Efrînê bêdeng neman û dest bi grevê kirin. Jin aştiyê dixwazin û tu car dest ji daxwaza aştiyê bernadin. Îtîfaqa AKP-MHP'ê biryar dan ku Tirkiye bi faşîzmê bi rêve bibin. Dixwazin daxwazên gelê Tirkiye yên azadî, demokrasî û wekheviyê bitepisînin. Ji ber vê yekê pergala yek mirovî pêş dixin. Ji ber vê yekê AKP-MHP bûn yek û şer dimeşînin. Ji ber vê yekê dest bi dagirkeriya Efrînê kirin. Ji ber vê yekê li dijî hemû kesên aştiyê dixwazin şer dan destpêkirin. Rêveberên TTB'ê binçav kirin û gefan li wan dixwin. Lê 2 salin me nîşan da ku ku HDP bi binçavkirin û girtinan tune nabe. HDP xelas nabe, ji ber ku HDP gel e." 
 
JIN Û ZAROK TÊN KUŞTIN
 
Kemalbay, anî ziman ku di dagirkeriya Efrînê de jin û zarok tên kuştin û dagirkerî ne rewa ye û wiha got: "Gel ji bo pergala demokratîk li hev kom bûye. Hêrsa dewletên navneteweyî yên serdest li dijî vê pergala demokrasiyê ye. Naxwazin gel bibin xwedî statu û pergal. Êrîşa li dijî gelê Efrînê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Gel dê bersîva van êrîşan bide. Dewlet li Efrînê zarok, jinan û gel dikuje. Yên çapemeniya navneteweyî bişopîne dê bibînin ku li Efrînê sivîl, zarok û jin tên kuştin. Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Em dê her dem jiyanê biparêzin. Em kuştina hemû sivîlan şermezar dikin. Rayedarên Efrînê diyar dikin ku fuzeyê wan yên bigêjin Kîlîsê tune. Wê demê divê bê ronîkirin ku kî fuzeyan davêjin Kîlîsê. Kê Fatma kuşt?" 
 
MAFÊ PARASTINA REWA YÊ GELÊ EFRÎNÊ YE
 
Kemalbay, destnîşan kir ku Tirkiye xwe davêje pişt biryarên Neteweyên Yekbûyî û şerê xwe wekî şerê parastina rewa nîşan dide û wiha got: "Ev yek nayê qebûlkirin. Yê parastina rewa bike gelê Efrînê ye. Tu aliyê rewa yê vî şerî tune. Mafê paratina rewa yê gelê Efrînê ye." 
 
TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN'
 
Kemalbay, destnîşan kir ku li vî welatî dê hemû sûc ronî bibin û wiha got: "Yên hevkariya DAIŞ'ê kirin dê yek bi yek winda bikin. Dê hemû sûc bên cezakirin. Sibê ger ku em demokrasiyê pêş bixin, yên bi OSO  re serî jê kirin dê teqez bên cezakirin. Pêşeroj di destê me de ye. Teqez em dê bi ser bikevin."
 
NAMEYA YUKSEKDAG HAT XWENDIN
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê name ji konferansê re şand. Yuksekdag, diyar kir ku çi dibe bila bibe jin dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Yuksekdag hemû jin silav kirin û wiha got: "Şerê ku Tirkiye û Kurdistanê sero bin dike pêş dikeve. Di bin şertên OHAL’ê de jin konferansê pêk tînin. Ev nîşan dide ku jin dibe vîn û hêz. Ez bawer dikim ku ev konferans û kongre dê hêza we bêtir xirt û mezin bike. 
 
GELÊ EFRÎNÊ TEQEZ DÊ BI SER BIKEVE
 
Di serdema ku li dijî Efrînê êrîş û dagirkerî pêk tê konferans û kongreya me pêk tê. Di serdema êrîşên li dijî nirxên gelê me yên demokratîk pêk tê konferans pêk tê. Ev xwedî rolek dîrokî ye. Em carek din dibêjin li dijî şer aştî, li dijî kutinê jiyan dê bi ser keve. Em dê vê yekê biparêzin. Hemû hewldana me ji bo mafê gelên herêmê yên demokratîk in. Em bawer dikin ku dêli dijî pergala Faşîst gelê Efrînê teqez dê bi ser bikeve.  
 
ÇARESERÎ AŞTÎ Û DEMOKRASÎ YE
 
Peywira Meclîsa Jinan û Konferansa me pêşxistina aştî û çareseriyê ye. Divê jin têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane mezin mikin û vê yekê wekî erk bigirin ser milê xwe. " 
 
ÊRÎŞ BERÊ LI DIJÎ JINAN E
 
Yuksekdag, bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û wiha got: "Ev êrîş li dijî partiya me û li dijî destkeftiyên jinan e. Operasyonên binçavkirin û girtina li dijî heverok, rêveber û endamên me dixwazin vîna jinê teslîm bigirin. Xwestin vîna jinê bişkînin. Lê em di her şert û mercan de li dijî vê yekê rawestiyan. Meclîsa me ya jinan divê li gorî armancên xwe yên siyasî xwe bi rêxistin û hêz bike. " 
 
HDP PARTIYA JINÊ YE
 
Yuksekdag, anî ziman ku HDP partiya jinê ye û wiha bi dawî kir: "HDP partiya jinê ye. Li dijî hişmendi û siyaseta mêr têkoşînek dijwar dimeşîne. HDP berî her kesî partiya me jinan e. Ruhê HDP'ê yê demokratik-wekheviyê û li dijî cudakariyê sîgorartaya hêzê ye. Li dijî hişmendiya mêr e. 
Em hemû jinên kirdî bi hêz û coşa we re ne û em li gel we ne. Em bi hurmet we silav dikin." 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’