Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin 2018-02-02 13:30:10   ENQERE - Jinên di Konferansa Jinan a HDP'ê de kom bûn, berxwedana Efrînê silav kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca, diyar kirin ku jin wêrek in û wiha got: "Tevî hemû zext û tundiyan em dê bi ser bikevin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî got: "Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin" Hevseroka Giştî ya berê Figen Yuksekdag jî peyam şand û got: “Gelê Efrînê teqez dê bi ser bikevin"    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2’yemîn Konferansa Jinan li Odela Plaza ya Enqereyê pêk anî. Jinan konferans bi şîara “Jin jiyan e, Em bi wêrekî jiyanê diparêzin" pêk anîn. Konferans di bin dorpêça polîsan de dest pê kir. Piştî jin di lêgerîna polîsan re derbas bûn derbasî salona konferansê bûn. Jinan li salonê pankart "Em fêrî OHAL’ê rabin, Em li dijî KHK’yan têdikoşin" û “Bi şoreşa jinê ya Rojava ber bi sedsala 21’emin ve”, “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn" û “Wisa naçe jin destûr nadin" vekirin. Dîsa wêneyên jinên girtî li salonê vekirin. Dîsa pankartên ku wêneyê dest dibêje 'Raweste' li ser heye û nivîsa “Wiha nabe jin rê nade” daliqandin.    Tevî hemû astengiyên polîsan bi sedan jin tev li konferansê bûn û li salonê govend gerandin. Dîsa gelek endam û rêveberên jin ên sendîkayan jî tev li konferansê bûn. Konferansê bi pêşandana sinevizyonê dest pê kir. Di konferansê de jin bi kurdî û tirkî hatin silavkirin. Li ser navê Avesta Xabur, Kader Ortakkaya û Ayşe Deniz hemû jinên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê jinan bi yek dengî dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrinê” berz kirin.    Ji bo serokatiya Dîwanê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca hat hilbijartin. Konca, diyar kir ku 2 sal berê ji di bin heman zextan de konferana xwe pêk anin û wiha got: "2 sal derbas bûn, lê zextên heyî wekî berê didomin. Di nava 2 salan de hêjmara delegeyên me yên hatin girtin di vê salona konferanse de hilnayên. Em vê konferanê diyarî hemû hevalên xwe yên girtî dikin."     KONCA: JIN WÊREK IN Û TÊKOŞÎNÊ TERK NAKIN   Konca, bal kişand ser wêrekiya jinan û wiha got: "Jin wêrek in û têkoşînê terk nakin. Jinên ku dilê wan ji bo têkoşînê davêje pir zêde ne. Em ne bi tenê ne. Ji ber vê yekê niqaşên ku îro em li vir bikin pir bi wate ne. Îro dagirkeriya Efrînê bê eman didome. Hin kes wekî parastina sînorê xwe bi nav dikin. Lê em jin dizanin ku parastina rewa, parastina nirxên mirovahiyê ye. Jin têkoşîna parastina rewa dikin. Em dizanin dewlet ne hiqûqî û edlî ye. Faşîzm, tacîz û tecawizê wekî rêbaza tundiyê digire dest. Gelek hevalên me yên jin hatin girtin. Herî dawî hevala me Leyla Guven hat girtin. Em Guven silav dikin. Jin wêrek in. Ji niha û şûnde jî dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di axaftinê de jinan bi hevre dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.      KEMALBAY: HÛN NIKARIN HDP’Î Û PARAZVANÊN AZADIYÊ BÊDENG BIKIN   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî hemû berxwedêr silav kirin û wiha got: "Em dipirsin dikarin bi van zextan rawestinin û bêdeng bikin? Na.  Diviya bû îro Leyla Guven li vir bûya. Dibe ku me bigirin, Figen Yuksekdag, Gulten Kişanak, Sabahat Tuncel her çend girtî bin jî li dijî êrîşa li ser Efrînê bêdeng neman û dest bi grevê kirin. Jin aştiyê dixwazin û tu car dest ji daxwaza aştiyê bernadin. Îtîfaqa AKP-MHP'ê biryar dan ku Tirkiye bi faşîzmê bi rêve bibin. Dixwazin daxwazên gelê Tirkiye yên azadî, demokrasî û wekheviyê bitepisînin. Ji ber vê yekê pergala yek mirovî pêş dixin. Ji ber vê yekê AKP-MHP bûn yek û şer dimeşînin. Ji ber vê yekê dest bi dagirkeriya Efrînê kirin. Ji ber vê yekê li dijî hemû kesên aştiyê dixwazin şer dan destpêkirin. Rêveberên TTB'ê binçav kirin û gefan li wan dixwin. Lê 2 salin me nîşan da ku ku HDP bi binçavkirin û girtinan tune nabe. HDP xelas nabe, ji ber ku HDP gel e."    JIN Û ZAROK TÊN KUŞTIN   Kemalbay, anî ziman ku di dagirkeriya Efrînê de jin û zarok tên kuştin û dagirkerî ne rewa ye û wiha got: "Gel ji bo pergala demokratîk li hev kom bûye. Hêrsa dewletên navneteweyî yên serdest li dijî vê pergala demokrasiyê ye. Naxwazin gel bibin xwedî statu û pergal. Êrîşa li dijî gelê Efrînê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Gel dê bersîva van êrîşan bide. Dewlet li Efrînê zarok, jinan û gel dikuje. Yên çapemeniya navneteweyî bişopîne dê bibînin ku li Efrînê sivîl, zarok û jin tên kuştin. Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Em dê her dem jiyanê biparêzin. Em kuştina hemû sivîlan şermezar dikin. Rayedarên Efrînê diyar dikin ku fuzeyê wan yên bigêjin Kîlîsê tune. Wê demê divê bê ronîkirin ku kî fuzeyan davêjin Kîlîsê. Kê Fatma kuşt?"    MAFÊ PARASTINA REWA YÊ GELÊ EFRÎNÊ YE   Kemalbay, destnîşan kir ku Tirkiye xwe davêje pişt biryarên Neteweyên Yekbûyî û şerê xwe wekî şerê parastina rewa nîşan dide û wiha got: "Ev yek nayê qebûlkirin. Yê parastina rewa bike gelê Efrînê ye. Tu aliyê rewa yê vî şerî tune. Mafê paratina rewa yê gelê Efrînê ye."    TEQEZ EM DÊ BI SER BIKEVIN'   Kemalbay, destnîşan kir ku li vî welatî dê hemû sûc ronî bibin û wiha got: "Yên hevkariya DAIŞ'ê kirin dê yek bi yek winda bikin. Dê hemû sûc bên cezakirin. Sibê ger ku em demokrasiyê pêş bixin, yên bi OSO  re serî jê kirin dê teqez bên cezakirin. Pêşeroj di destê me de ye. Teqez em dê bi ser bikevin."   NAMEYA YUKSEKDAG HAT XWENDIN   Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag jî ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê name ji konferansê re şand. Yuksekdag, diyar kir ku çi dibe bila bibe jin dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Yuksekdag hemû jin silav kirin û wiha got: "Şerê ku Tirkiye û Kurdistanê sero bin dike pêş dikeve. Di bin şertên OHAL’ê de jin konferansê pêk tînin. Ev nîşan dide ku jin dibe vîn û hêz. Ez bawer dikim ku ev konferans û kongre dê hêza we bêtir xirt û mezin bike.    GELÊ EFRÎNÊ TEQEZ DÊ BI SER BIKEVE   Di serdema ku li dijî Efrînê êrîş û dagirkerî pêk tê konferans û kongreya me pêk tê. Di serdema êrîşên li dijî nirxên gelê me yên demokratîk pêk tê konferans pêk tê. Ev xwedî rolek dîrokî ye. Em carek din dibêjin li dijî şer aştî, li dijî kutinê jiyan dê bi ser keve. Em dê vê yekê biparêzin. Hemû hewldana me ji bo mafê gelên herêmê yên demokratîk in. Em bawer dikin ku dêli dijî pergala Faşîst gelê Efrînê teqez dê bi ser bikeve.     ÇARESERÎ AŞTÎ Û DEMOKRASÎ YE   Peywira Meclîsa Jinan û Konferansa me pêşxistina aştî û çareseriyê ye. Divê jin têkoşîna çareseriya demokratîk û aştiyane mezin mikin û vê yekê wekî erk bigirin ser milê xwe. "    ÊRÎŞ BERÊ LI DIJÎ JINAN E   Yuksekdag, bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û wiha got: "Ev êrîş li dijî partiya me û li dijî destkeftiyên jinan e. Operasyonên binçavkirin û girtina li dijî heverok, rêveber û endamên me dixwazin vîna jinê teslîm bigirin. Xwestin vîna jinê bişkînin. Lê em di her şert û mercan de li dijî vê yekê rawestiyan. Meclîsa me ya jinan divê li gorî armancên xwe yên siyasî xwe bi rêxistin û hêz bike. "    HDP PARTIYA JINÊ YE   Yuksekdag, anî ziman ku HDP partiya jinê ye û wiha bi dawî kir: "HDP partiya jinê ye. Li dijî hişmendi û siyaseta mêr têkoşînek dijwar dimeşîne. HDP berî her kesî partiya me jinan e. Ruhê HDP'ê yê demokratik-wekheviyê û li dijî cudakariyê sîgorartaya hêzê ye. Li dijî hişmendiya mêr e.  Em hemû jinên kirdî bi hêz û coşa we re ne û em li gel we ne. Em bi hurmet we silav dikin."