MANÎSA - Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Boluyê, 5 girtî bi lêdanê sewqî Girtîgeha Tîpa E Manîsayê kirin.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Boluyê bêyî ku agahî bidin malbat û parêzeran, 5 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa E Manîsayê kirin. Girtiyan piştî heftiyekê bi telefonê li malbatên xwe geriyan û diyar kirin ku di dema sewqê de rayedarên girtîgehê ew derp kirin. Girtiyan, dan zanîn ku rapora derp kirinê girtin û êrîşên li ser wan hîna jî didomin.
Girtiyan, bi rêya malbatên xwe banga piştevaniyê li parêzer û parazvanên mafê mirovan kirin.