Dema girtî sewq kirin darp kirin 2018-02-02 12:46:08   MANÎSA - Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Boluyê, 5 girtî bi lêdanê sewqî Girtîgeha Tîpa E Manîsayê kirin.    Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Boluyê bêyî ku agahî bidin malbat û parêzeran, 5 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa E Manîsayê kirin. Girtiyan piştî heftiyekê bi telefonê li malbatên xwe geriyan û diyar kirin ku di dema sewqê de rayedarên girtîgehê ew derp kirin. Girtiyan, dan zanîn ku rapora derp kirinê girtin û êrîşên li ser wan hîna jî didomin.    Girtiyan, bi rêya malbatên xwe banga piştevaniyê li parêzer û parazvanên mafê mirovan kirin.