Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê

img

AMED – Rojnameger Seyît Evran êrîşên TSK’ê yên li ser Efrînê nirxand û ev hişyarî kir: “Bi êrîşên Efrînê re şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguheziye Tirkiyeyê.”  

Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li dijî Efrînê da destpêkirin di roja 14’emîn de didome. TSK û komên girêdayî wê li gel hemû teknîka teçhizat jî pêşketînê bi dest naxe. Der barê operasyona li dijî Efrînê de ji raya giştî ya Tirkiyeyê re agahiyên rast û bêalî nayê ragihandin. Çapemeniya tirk a nêzî hikumetê agahiyên berevajî serwîs dike û li ser çapemeniya agahiyên rast û bêalî dide jî zext her roj zêde dibin. Rojnameger Seyît Evran ê ku herêma Efrînê ji nêz ve dişopîne û nas dike operasyonan nirxand. 
 
‘ERDOGAN Û TIRKIYE DÊ BEDELÊN GIRAN BIDIN’ 
 
Rojnameger Evran, diyar kir ku Tirkiye û bi taybetî jî Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan niha cîhan çi dibêje jî guh nadê û got: “Li Tirkiyeyê bi pêvajoya Erdogan re vekirî destek didin komên girêdayî wan. Piştî şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir vê yekê xwe baş da nîşandan. Bi taybetî hemû komên çete ku di qada navnetewî de wek komên çete û terorîst tên nasîn, bi ser Tirkiyeyê re derbasî Bakûrê Sûriyeyê hatin kirin. Êdî yên ku vê nizanin tune ne. Di serî de DAIŞ û Nusra ji gelek koman re malovaniyê kirin. Ji bo çeteyan nexweşxane hat çêkirin. Ji van koman re di nav sînorê Tirkiyeyê de kamp hatin vekirin. Bi riya çapemeniya xwe van koman derxistin pêş. Tirkiye yek ji welatên herî zêde ku alîkariyê dide rêxistinên terorê. Bi dagirkirina Efrînê re viya pir vekirî hat dîtin. Belkî niha hêzên navnetewî ji vê mijarê re bêdeng dimînin tê dîtin, lê wê fatûreya vê bi Tirkiyeyê bidin razandin.” 
 
Evran, komên li Bakûrê Sûriyê li dijî kurdan didin şerkirin yek bi yek vegot û gelek ji van koman tiştên hovane ku pêk anîn ji aliyê hemû raya giştî ya cîhanê ve hat dîtin û dîmenên van di destê hêzên navnetewî 
 
‘ÇAWA ENCAM JI DAIŞ’Ê NEGIRTIN DÊ JI OSO’YÊ JÎ NEGIRIN’ 
 
Evran, anî ziman ku Tirkiye ji bo li Sûriyeyê bigîhîje armanca xwe van koman bikar tîne û wiha domand: “Bi destpêka şerê li Rojhilata Navîn dest pê kir hemû planên Erdogan hatin xerakirin. Tirkiye ango Erdogan xwest mil bide mile bi koma Nusra ya El Kaîde. Pişt re bi DAIŞ’ê re têkiliyên bêsînor li pêş xist. Armanca wan ew bû li herêmê hikûmdarî ava bike û ew bê ser vê yekê. Erdogan xwest bi van koman re vê têkiliyê li pêş bixe. Lê encama dixwst bi dest nexist. Niha jî bi OSO û komên çete yên din re dixwaze vî şerî bidomîne.” 
 
‘TIRKIYE JI BO BIGÎHÎJE MEXSEDA XWE KOMAN BIKAR TÎNE’
 
Evran, da zanîn ku Tirkiye bi tu awayî baweriya xwe bi van koman nayne û wiha got: “Tenê ji bo bigîhîje mexseda xwe van koman bi kar tîne. Van koman ji bo parastina desthilatdarî û dîktatoriya xwe bikar tîne û di vê astê de nirx dide wan. Gelek mînakê vê hene. Pêvajoya Helebê mînaka herî li ber çav e. Niha jî tiştên li Idlîbê diqewimin vê yekê vekirî dide nîşandan.” 
 
‘ERDOGAN BI DAIŞ’Ê CÎHANÊ TEHDÎT KIR’ 
 
Evran, nirxandina xwe wiha domand: “Recep Tayyîp Erdogan, gelek welatan bi DAIŞ’ê tehdît kir. Di axaftinên xwe de vê yekê jî tîne ziman. Di her axaftina xwe cihê hedef nîşan dida piştî wê teqîn çêdibûn. Li DYA, Fransa, Bruksel, Îngîltere û gelek welatên din piştî daxuyaniyên Erdogan teqîn pêk dihatin û komkujiyên mezin rû didan. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku Erdogan bi destê DAIŞ’ê û El Kaîde niha hêzên navnetew tirsandiye. Ev tirs bandorê li ser hiqûq û qanûnê wan jî dike û nikarin bikar bînin. Dê ev yek wiha bimeşe ez nebawerim wiha bimeşe. Çunkî her tim hêzên navnetewî li benda firsatên baş in û dê ev yek ji bo Tirkiyeyê jî wiha be.” 
 
‘OSO Û KOMÊN DIN ÇETE NE’ 
 
Evran, destnîşan kir ku ev kom û kesên di nav koman de cih digirin û alîgirên wan di çavê cîhanê de çete ne û wiha axivî: “Her çiqas îro çavê xwe girtibin jî lê hêzên navnetewî van koman wek çete dibîne. Carna mirov ji xwe re dibêje Erdogan bi gotina tevgera Kuva-î Milliye dixwaze ji van re bêje çete gelo. Di demên dawî de Erdogan bi awayekî vekirî sazî û dezgehên Kemalîst dike hedef. Dixwaze van komên çete û hin saziyan ji bo Kemalîstiyê xwedî grîngiya dîrokî ne bike wek hev. Dixwaze wan wiha bêbandor bike û polîtîkaya bênirx dişopîne.” 
 
Evran, bal kişand ser komên OSO û wiha got: “Komên OSO bi temamî komên çekdar in. Ne rêxistinek sivîl e. Nivîskarên niha dinivîsinin dizanin ku ew ne sivîl in. Hûn van koman kîjadn digirin dest bigirin, din av wan de weke serê derziyê siyasîbûn tune ye. Ev kom bi temamî ji bo li dijî rejîma Sûriyeyê şer bikin hatin çekdarkirin. Rêxistinbûnek wan siyasî û sivîl tune ye. Xwedî giravê rêxistinên siyasî û sivîl SÛK û SDMK dane avakirin.” 
 
‘ŞERÊ NAVXWEYÎ VEGUZIYE TIRKIYEYÊ’ 
 
Evran, destnîşan kir ku Tirkiye ji van êrîşên ser xwe yên Efrînê re wek operasyon binav dike û ev tişt got: “Ev ne operasyon e, êrîşên dagirkeriyê ye. Ji bo tevahiya gelên kurd û Kurdistanê wek şerê man û nemanê tê binavkirin. Ev ji daxuyaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê xwe dide der. Wê bi vê şerî li dijî Efrînê dê carek din navê kurdan ji ser rûyê dinê bê paqijkirin, an jî wê encamek giranbûha derkeve hole û bibe destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê. Serkeftina Efrînê wê ji her awayî ve ji bo gelê kurd bibe bingeha her tiştî. Ji niha vê gelê kurd da xuyakirin ku êrîşên li ser Efrînê û Kerkûkê ji hev ne cuda ne û bi hev ve girêdayî ne. Dibe ku encam û bedela wê giran be, lê wê ji bo kurdan bibe encamek bibe qeznecek herî mezin. Wê herî zêde Erdogan û Tirkiye windahiyên mezin bide. Çunkî bi vê êrîşê re hemû komên çete ku dinya wan wek terorîst qebûl dike, Tirkiye dixwaze wan rewa bike. Bi van êrîşan re ev 7 sal e şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, veguhestiye Tirkiyeyê.” 
 
MA / Rifat Şahîn
 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’