Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê 2018-02-02 10:43:35 AMED – Rojnameger Seyît Evran êrîşên TSK’ê yên li ser Efrînê nirxand û ev hişyarî kir: “Bi êrîşên Efrînê re şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguheziye Tirkiyeyê.”   Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li dijî Efrînê da destpêkirin di roja 14’emîn de didome. TSK û komên girêdayî wê li gel hemû teknîka teçhizat jî pêşketînê bi dest naxe. Der barê operasyona li dijî Efrînê de ji raya giştî ya Tirkiyeyê re agahiyên rast û bêalî nayê ragihandin. Çapemeniya tirk a nêzî hikumetê agahiyên berevajî serwîs dike û li ser çapemeniya agahiyên rast û bêalî dide jî zext her roj zêde dibin. Rojnameger Seyît Evran ê ku herêma Efrînê ji nêz ve dişopîne û nas dike operasyonan nirxand.    ‘ERDOGAN Û TIRKIYE DÊ BEDELÊN GIRAN BIDIN’    Rojnameger Evran, diyar kir ku Tirkiye û bi taybetî jî Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan niha cîhan çi dibêje jî guh nadê û got: “Li Tirkiyeyê bi pêvajoya Erdogan re vekirî destek didin komên girêdayî wan. Piştî şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir vê yekê xwe baş da nîşandan. Bi taybetî hemû komên çete ku di qada navnetewî de wek komên çete û terorîst tên nasîn, bi ser Tirkiyeyê re derbasî Bakûrê Sûriyeyê hatin kirin. Êdî yên ku vê nizanin tune ne. Di serî de DAIŞ û Nusra ji gelek koman re malovaniyê kirin. Ji bo çeteyan nexweşxane hat çêkirin. Ji van koman re di nav sînorê Tirkiyeyê de kamp hatin vekirin. Bi riya çapemeniya xwe van koman derxistin pêş. Tirkiye yek ji welatên herî zêde ku alîkariyê dide rêxistinên terorê. Bi dagirkirina Efrînê re viya pir vekirî hat dîtin. Belkî niha hêzên navnetewî ji vê mijarê re bêdeng dimînin tê dîtin, lê wê fatûreya vê bi Tirkiyeyê bidin razandin.”    Evran, komên li Bakûrê Sûriyê li dijî kurdan didin şerkirin yek bi yek vegot û gelek ji van koman tiştên hovane ku pêk anîn ji aliyê hemû raya giştî ya cîhanê ve hat dîtin û dîmenên van di destê hêzên navnetewî    ‘ÇAWA ENCAM JI DAIŞ’Ê NEGIRTIN DÊ JI OSO’YÊ JÎ NEGIRIN’    Evran, anî ziman ku Tirkiye ji bo li Sûriyeyê bigîhîje armanca xwe van koman bikar tîne û wiha domand: “Bi destpêka şerê li Rojhilata Navîn dest pê kir hemû planên Erdogan hatin xerakirin. Tirkiye ango Erdogan xwest mil bide mile bi koma Nusra ya El Kaîde. Pişt re bi DAIŞ’ê re têkiliyên bêsînor li pêş xist. Armanca wan ew bû li herêmê hikûmdarî ava bike û ew bê ser vê yekê. Erdogan xwest bi van koman re vê têkiliyê li pêş bixe. Lê encama dixwst bi dest nexist. Niha jî bi OSO û komên çete yên din re dixwaze vî şerî bidomîne.”    ‘TIRKIYE JI BO BIGÎHÎJE MEXSEDA XWE KOMAN BIKAR TÎNE’   Evran, da zanîn ku Tirkiye bi tu awayî baweriya xwe bi van koman nayne û wiha got: “Tenê ji bo bigîhîje mexseda xwe van koman bi kar tîne. Van koman ji bo parastina desthilatdarî û dîktatoriya xwe bikar tîne û di vê astê de nirx dide wan. Gelek mînakê vê hene. Pêvajoya Helebê mînaka herî li ber çav e. Niha jî tiştên li Idlîbê diqewimin vê yekê vekirî dide nîşandan.”    ‘ERDOGAN BI DAIŞ’Ê CÎHANÊ TEHDÎT KIR’    Evran, nirxandina xwe wiha domand: “Recep Tayyîp Erdogan, gelek welatan bi DAIŞ’ê tehdît kir. Di axaftinên xwe de vê yekê jî tîne ziman. Di her axaftina xwe cihê hedef nîşan dida piştî wê teqîn çêdibûn. Li DYA, Fransa, Bruksel, Îngîltere û gelek welatên din piştî daxuyaniyên Erdogan teqîn pêk dihatin û komkujiyên mezin rû didan. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku Erdogan bi destê DAIŞ’ê û El Kaîde niha hêzên navnetew tirsandiye. Ev tirs bandorê li ser hiqûq û qanûnê wan jî dike û nikarin bikar bînin. Dê ev yek wiha bimeşe ez nebawerim wiha bimeşe. Çunkî her tim hêzên navnetewî li benda firsatên baş in û dê ev yek ji bo Tirkiyeyê jî wiha be.”    ‘OSO Û KOMÊN DIN ÇETE NE’    Evran, destnîşan kir ku ev kom û kesên di nav koman de cih digirin û alîgirên wan di çavê cîhanê de çete ne û wiha axivî: “Her çiqas îro çavê xwe girtibin jî lê hêzên navnetewî van koman wek çete dibîne. Carna mirov ji xwe re dibêje Erdogan bi gotina tevgera Kuva-î Milliye dixwaze ji van re bêje çete gelo. Di demên dawî de Erdogan bi awayekî vekirî sazî û dezgehên Kemalîst dike hedef. Dixwaze van komên çete û hin saziyan ji bo Kemalîstiyê xwedî grîngiya dîrokî ne bike wek hev. Dixwaze wan wiha bêbandor bike û polîtîkaya bênirx dişopîne.”    Evran, bal kişand ser komên OSO û wiha got: “Komên OSO bi temamî komên çekdar in. Ne rêxistinek sivîl e. Nivîskarên niha dinivîsinin dizanin ku ew ne sivîl in. Hûn van koman kîjadn digirin dest bigirin, din av wan de weke serê derziyê siyasîbûn tune ye. Ev kom bi temamî ji bo li dijî rejîma Sûriyeyê şer bikin hatin çekdarkirin. Rêxistinbûnek wan siyasî û sivîl tune ye. Xwedî giravê rêxistinên siyasî û sivîl SÛK û SDMK dane avakirin.”    ‘ŞERÊ NAVXWEYÎ VEGUZIYE TIRKIYEYÊ’    Evran, destnîşan kir ku Tirkiye ji van êrîşên ser xwe yên Efrînê re wek operasyon binav dike û ev tişt got: “Ev ne operasyon e, êrîşên dagirkeriyê ye. Ji bo tevahiya gelên kurd û Kurdistanê wek şerê man û nemanê tê binavkirin. Ev ji daxuyaniyên li her çar parçeyên Kurdistanê xwe dide der. Wê bi vê şerî li dijî Efrînê dê carek din navê kurdan ji ser rûyê dinê bê paqijkirin, an jî wê encamek giranbûha derkeve hole û bibe destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê. Serkeftina Efrînê wê ji her awayî ve ji bo gelê kurd bibe bingeha her tiştî. Ji niha vê gelê kurd da xuyakirin ku êrîşên li ser Efrînê û Kerkûkê ji hev ne cuda ne û bi hev ve girêdayî ne. Dibe ku encam û bedela wê giran be, lê wê ji bo kurdan bibe encamek bibe qeznecek herî mezin. Wê herî zêde Erdogan û Tirkiye windahiyên mezin bide. Çunkî bi vê êrîşê re hemû komên çete ku dinya wan wek terorîst qebûl dike, Tirkiye dixwaze wan rewa bike. Bi van êrîşan re ev 7 sal e şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, veguhestiye Tirkiyeyê.”    MA / Rifat Şahîn