ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN

*Dema polîsan li Geverê avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn, Efrîna 14 mehî jî ji hemêza xwişka wê girtibûn û avêtibûn erdê. Di ser bûyerê re 6 meh derbas bûn, lê hîn jî Efrîna biçûk rihet nebûye. 
 
*Şennur Unlu, dayika Polen Unlu ya di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, got di her şerî de êşên wan dubare dibin û xwest demildest dawî li êrîşên li dijî Efrînê bên. Unlu wiha got: "Çawa li Kobaniyê jiyanê nû ji ava kirin, wê li Efrînê jî kesên jiyanê ji nû ve ava bikin, wm jinên wek keça min Polenê bin." 
 
*Hevserokê DTO'yê M. Şerîf Demîr bertek nîşanî binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê da û diyar kir ku operasyona hatiye li darxistin beriya hilbijartina TTB'ê pêk hatiye û bi vî awayî tê xwestin ku TTB'ê têkeve hîzayê. Demîr diyar kir ku sekna TTB'ê û cihê ku lê ye cihê serbilindiyê ye. 
 
*Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, ji bo kongreya HDP'ê ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bê xebatên xwe didomîne. Endamên partiyê yên xebatên kongreyê didomînin gotin wê kongreya HDP'ê ji bo rawestandina 'dagiriya' li Efrînê bibe gava ewil. 
 
*Li Basanê, şikeftên ku beriya demeke dûr û dirêj qada hevpar a jiyanê ya mirovan bûn, hîn jî ji bo gelek malbatan wek cihên ku pêdivî lê tên veşartin û bicihkirin tên bikaranîn. 
 
*Yek ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin jî yê Beşîr Subaşi ye. Birayê Subaşi, Burhan Subaşi got: “Di sala 1990’an de heftyek îşkence li birayê min kirin. Wê demê îkence li bedena wî hat kirin, niha îşkenceyê li cenazeyê wî dikin. Niha jî gora wî piştî 15-20 salan vekirin û îşkenceyê lê dikin.” 
 
*Li navçeya Artemêtanê du welatî komira di qazanên avahiyan de baş nehatiye şewitandin derdixin, moxil dikin û pişt re difiroşin û debara xwe pê dikin. Kîsê vê komirê bi 12-13 TL’yan difiroşin. Her wiha kesên vê komirê dikirin jî kesên xizan in. 
 
*Li Mêrdînê M.B. bi êrîşa zayendî ya polîsekî tîmê taybet rû bi rû ma. Aktîvîst Songul Ozînver xwe gihand M.B. û behsa tiştên bi wan re rû bi rû maye kir. Ozînver diyar kir ku M.B. hêj di bin tehdîtê de ye û got: “M.B. got ‘Her gava min tê şopandin. Gefan li min dixwin.'” Ozînver ji bo piştgiriyê bidin M.B.'yê bang li hemû rêxistinên jinan kir. 
 
*Lîstikvan Orhan Aydin destnîşan kir ku zextên îro ên serdema 12'ê Îlonê derbastir kirine û ev tişt got: "Heke em bi rêxitinkirî bin, dê ev êrîşên faşîzan, sansur û qedexe ji holê rabin."
 
* Rojnameger Seyît Evran komên di nava TSK'ê de li dijî Efrinê şer dikin nirxand û diyar kir ku şerê li Sûriye derbasî Tirkiye bûye. 
 
* Danişîna doza Rojnameger Erdoğan Alayumat ku bi girtî tê darizandin û Nuri Akman,  dê li 2'emîn dadgeha Cezayên Giran a Hatayê bê dîtin. (09.30)
 
* Danişîna doza 12 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hatin girtin, ku bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê" ji 7,5 salan heta 15 salan ceza ji wan tê xwestin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
 
* Danişina doza JÎTEM'ê dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)
 
* 67'emîn Danişîna doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştîyê Agosê Hrant Dink dê li 14'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
 
*  Danişîna doza parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îdris Baluken, Çaglar Demirel û Îmam Taşçier ku bi sedema tev li TV bûne ji 3 sal û 6 meh heta 10 salan ceza ji wan tê xwestin dê li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00) 
 
* Şaxa SES'ê ya DErsimê bi armanca piştgiriyê bide Konseya Navendî ya TTB'ê û bixwaze 11 rêveberên TTB'ê bên berdan dê li avahiya KESK'ê ya Dersimê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
 
* Rêxistina EMEP'ê ya Edeneyê dê têkildarî operasyona  TSK'ê ya li ser Efrînê li avahiya xwe ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
 
* Odeya Tabîban a Stenbolê û Hewldana Zanîngehê ya Demokratîk bi armanca piştgiriyê bide 11 rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê dê li Şaxa SES'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30) 
 
* Baroya Amedê bi armanca Tahir Elçî bibîr bînin û ji bo wî edaletê bixwazin dê li ber Avahiya Edliyê ya Amedê di hefteya 112'an de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam bikin. (13.30)

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’