ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN 2018-02-02 09:00:35   *Dema polîsan li Geverê avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û ew kuştibûn, Efrîna 14 mehî jî ji hemêza xwişka wê girtibûn û avêtibûn erdê. Di ser bûyerê re 6 meh derbas bûn, lê hîn jî Efrîna biçûk rihet nebûye.    *Şennur Unlu, dayika Polen Unlu ya di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, got di her şerî de êşên wan dubare dibin û xwest demildest dawî li êrîşên li dijî Efrînê bên. Unlu wiha got: "Çawa li Kobaniyê jiyanê nû ji ava kirin, wê li Efrînê jî kesên jiyanê ji nû ve ava bikin, wm jinên wek keça min Polenê bin."    *Hevserokê DTO'yê M. Şerîf Demîr bertek nîşanî binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê da û diyar kir ku operasyona hatiye li darxistin beriya hilbijartina TTB'ê pêk hatiye û bi vî awayî tê xwestin ku TTB'ê têkeve hîzayê. Demîr diyar kir ku sekna TTB'ê û cihê ku lê ye cihê serbilindiyê ye.    *Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, ji bo kongreya HDP'ê ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bê xebatên xwe didomîne. Endamên partiyê yên xebatên kongreyê didomînin gotin wê kongreya HDP'ê ji bo rawestandina 'dagiriya' li Efrînê bibe gava ewil.    *Li Basanê, şikeftên ku beriya demeke dûr û dirêj qada hevpar a jiyanê ya mirovan bûn, hîn jî ji bo gelek malbatan wek cihên ku pêdivî lê tên veşartin û bicihkirin tên bikaranîn.    *Yek ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin jî yê Beşîr Subaşi ye. Birayê Subaşi, Burhan Subaşi got: “Di sala 1990’an de heftyek îşkence li birayê min kirin. Wê demê îkence li bedena wî hat kirin, niha îşkenceyê li cenazeyê wî dikin. Niha jî gora wî piştî 15-20 salan vekirin û îşkenceyê lê dikin.”    *Li navçeya Artemêtanê du welatî komira di qazanên avahiyan de baş nehatiye şewitandin derdixin, moxil dikin û pişt re difiroşin û debara xwe pê dikin. Kîsê vê komirê bi 12-13 TL’yan difiroşin. Her wiha kesên vê komirê dikirin jî kesên xizan in.    *Li Mêrdînê M.B. bi êrîşa zayendî ya polîsekî tîmê taybet rû bi rû ma. Aktîvîst Songul Ozînver xwe gihand M.B. û behsa tiştên bi wan re rû bi rû maye kir. Ozînver diyar kir ku M.B. hêj di bin tehdîtê de ye û got: “M.B. got ‘Her gava min tê şopandin. Gefan li min dixwin.'” Ozînver ji bo piştgiriyê bidin M.B.'yê bang li hemû rêxistinên jinan kir.    *Lîstikvan Orhan Aydin destnîşan kir ku zextên îro ên serdema 12'ê Îlonê derbastir kirine û ev tişt got: "Heke em bi rêxitinkirî bin, dê ev êrîşên faşîzan, sansur û qedexe ji holê rabin."   * Rojnameger Seyît Evran komên di nava TSK'ê de li dijî Efrinê şer dikin nirxand û diyar kir ku şerê li Sûriye derbasî Tirkiye bûye.    * Danişîna doza Rojnameger Erdoğan Alayumat ku bi girtî tê darizandin û Nuri Akman,  dê li 2'emîn dadgeha Cezayên Giran a Hatayê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna doza 12 xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hatin girtin, ku bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê" ji 7,5 salan heta 15 salan ceza ji wan tê xwestin dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Danişina doza JÎTEM'ê dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * 67'emîn Danişîna doza Rojnameger û Gerînendeyê Giştîyê Agosê Hrant Dink dê li 14'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   *  Danişîna doza parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îdris Baluken, Çaglar Demirel û Îmam Taşçier ku bi sedema tev li TV bûne ji 3 sal û 6 meh heta 10 salan ceza ji wan tê xwestin dê li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)    * Şaxa SES'ê ya DErsimê bi armanca piştgiriyê bide Konseya Navendî ya TTB'ê û bixwaze 11 rêveberên TTB'ê bên berdan dê li avahiya KESK'ê ya Dersimê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Rêxistina EMEP'ê ya Edeneyê dê têkildarî operasyona  TSK'ê ya li ser Efrînê li avahiya xwe ya Edeneyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)   * Odeya Tabîban a Stenbolê û Hewldana Zanîngehê ya Demokratîk bi armanca piştgiriyê bide 11 rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê dê li Şaxa SES'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)    * Baroya Amedê bi armanca Tahir Elçî bibîr bînin û ji bo wî edaletê bixwazin dê li ber Avahiya Edliyê ya Amedê di hefteya 112'an de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam bikin. (13.30)