Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû

img

AMED - Doç. Dr. Vehap Coşkun, diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya OSO'yê, bi erêkirina Rûsya û bêdengiya DYA'yê êrîşê Efrînê kiriye û ev tişt got: "Ruxmê vê jî bi pêşketinên krîtîk ên li qadê, dibe ku hin tiştên girîng biqewimin."

Tirkiye bi piştgiriya hêzên OSO'yê li dijî Efrînê êrîş da destpêkirin û di roja 13'emîn de dewam dike. Berî ku tevgera leşkerî destpê bike, Tirkiyeyê digot ku dê di hefteyekê de Efrînê bi dest bixe, lê ji derveyê hin deverên sînor, di qada bejahî de pêşketineke cidî nayê dîtin. Ji ber êrêşên hewayî, her roj gelke sivîl jiyana xwe ji dest didin, saziyên navneteweyî di vê der barê de hin daxuyaniyan didin Tirkiyeyê û ev hişyarî nema tên veşartin.
 
Endamê Hîndekariya Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vehap Coşkun, da zanîn ku di serî de Rûsyayê êrîşên li dijî Efrînê erê kir, DYA li dijî êrîşan bêdeng ma û di vir de hesabên hêzên navneteweyî li pêş e.
 
Coşkun got ku hin hesabên Rûsyayê li ser Efrînê hene, Amerîkayê li dijî van hesaban xwe bêdeng kiriye, lê geşedanên krîtîk ên li qadê dê hin tiştan bi xwe re biguherînin.
 
Coşkun aşkera kir ku nêrîna Tirkiyeyê ya li dijî Rojava li ser gefan avakirî ye û ev tişt got: "Tirkiyeyê bi mudaxaleya li dijî Efrînê re dixwaze çi bi dest bixe, mijara nîqaşê ye. Tê plankirin ku îdareyê bixin destê Tirkiyeyê, hakîmyet di destê OSO'yê de be. Lê ez vê gelekî zehmet dibînim. Dê demografiya heyî destûrê nede vê."
 
RASTIYÊN LI QADÊ
 
Coşkun anî ziman ku OSO teqes nikare li Sûriyeyê seknekî bide nîşan û wiha pê de çû: "Yek jî mijarên herî zêde dê li Astana, Soçî, Viyana û Cenevreyê bê destgirtin, sekna Tirkiyeyê ya li wir e. Ez bawer nakim rastiya li qadê destûrê bide sekneke Tirkiyeyê ya li wir. Her çendî Tirkiye dixwaze li wir beşeke axê di destê xwe de bigire jî, dê destûrê nedinê. Tu defetên vê tune. Tirkiye jî gelekî baş dizane ku cihên ku bi Mertalê Firatê bi dest xistin, dê demeke derbasdar di destê xwe de bigire. Dema li Sûriyeyê pêvajo dest pê bike, hikumet bê avakirin, dê Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe."
 
PLANÊN RÛSYAYÊ LI SER ESAD IN
 
Coşkun destnîşan kir ku heke Rûsyayê erê nekira dê Tirkiye teqes êrîşê Efrînê nekira û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qada hewayî ya Sûriyeyê bi erêkirina Rûsyayê pêk hat. Heke qada hewayî venebûya, dê Tirkiyeyê ji bejahî ve operasyon neda destpêkirin. Tişta ku bû seden Rûsya vê biryarê bigire, naxwaze bi destê DYA'yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibe artêş. Xwestin pêşî li vê bigirin. Di dawiya operasyonê de dizanibûn ku dê Sûriye qezenc bike û îqna kirin."
 
‘ARMANCA WAN EWE QSD'Ê BÊ HÊZ BIKIN’
 
Coşkun diyar kir ku Rûsya tu carî bi QSD'ê re hevalbendiyê nake, hevalbendê wan ê esas Esad e û ev tişt anî ziman: "Li qadê car caran di nava danûnstandinan de bin jî dema biryar bê dayîn ku dê bi kî re hevalbendiyê bikin, dê Rûsya teqes Esad hilbijêre. Ji bo wê Rûsya naxwaze Efrîn di destê QSD'ê de bimîne. Xwest Efrînê teslîmê rejîma Sûriyeyê bikin. Ji bo wê QSD'a ku bi destê Tirkiyeyê lewaz bikin û nema bikaribe Efrînê bi rêve bibe, dê radestkirina wê ya rejîma Sûriyeyê jî gelekî hêsan be. Ji bo wê plansaziyeke tam li gorî Rûsyayê çê bû. Rûsya ji bo lîstikên li Sûriyeyê tên leyîstin, li gorî wê be xwest di vî alî de nîşanê QSD'ê bide."
 
‘DYA MEMNUN, EWRUPA NE SAMÎMÎ YE’
 
Coşkun bal kişand ser helwesta DYA'yê jî û da zanîn ku ji bo Efrînê ewlehî neda ye û ev nirxandin kir: "Operasyona li dijî Efrînê DYA'yê aciz nake. Berovajiyê wê DYA'yê memnun dike. Çima? Ji ber ku evê di navbera QSD'ê û Rûsyayê veke, dê QSD'ê mehkûmê DYA'yê bike. Ji bo wê roja ku operasyonê dest pê kir, heta niha rayedarên DYA'yê bi vekirî gotin Efrîn ne eleqedar nake." Coşkun diyar kir ku rejîn li derfetekê digere û bi operasyona Efrînê re li dijî Idlibê operasyon dane destpekirin û dixwaze li gorî xwe hin tiştan li ser QSD'ê ferz bike. Coşkun derbirî ku QSD piçek be jî di qada navneteweyî de rewabûna xwe heye û ev jî Tirkiyeyê naxe rewşek bi avantaj.
 
‘DIBE REWŞA LI QADÊ BIGUHERE’
 
Coşkun bi lêv kir ku divê peyamna di navbera Rûsya û Sûriyeyê de derkeve holê, hevsengiya li qadê guherbar e û biryara ku QSD bigire gelekî girîng e û di vê der barê de jî ev axaftin kir: "Dê operasyona Efrînê çiqasî bajo nayê zanîn. Dibe ku pêşketinên krîtîk ên li qadê rêveçûna operasyonê biguherînin. Ya bandorê bike, dema operasyonê, ya din jî muxalefeta û lêçûnên wê. Xala girîng helwesta QSD'ê ye. Heke bajar teslîmê Esad bê kirin, dê Tirkiye hatina hemberî hev a bi Artêşa Sûriyeyê re tercîh neke. Şerê bajêr dê bibe sedema windahiya mirovan, hem dê dema operasyonê dirêj bike."
 
Coşkun destnîşan kir ku destpêkê digotin ku dê destûrê nedin korîdora kurdan, lê bi hevkariya AKP-MHP'ê vegeriyaye gotina "Sêva Sor" û sînorên "Mîsak-î Mîllî" û Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbug jî gotiye ku divê destûrê nedin korîdora kurdan." Coşkun da zanîn ku heke dem dirêj bibe dê dengên muxalîf zêde bibin û herî dawî binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê bi bîrxist û got ku piştî dengên muxalîf zêde bibin, dê rewşa seferberiyê lewaz bibe. Coşkun aşkera kir ku operasyon biryareke siyasî ye.
 
‘ENKS JÎ DIJÎ ÊRÎŞÊ DERKET’
 
Coşkun herî dawî anî ziman ku bi êrîşa li dijî Efrînê re dengên partiyên kurdan zêde bûne, êrîşan bandorek neyînî li ser kurdan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema em lê mêze kin, hemû kurd li dijî operasyonê ne. Partiyên cuda yên kurd gotin ku ev operasyon dê tu tiştî çareser neke, berovajiyê wê de pirsgirêkan kûr bike. Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê jî got ku operasyon ne rast e. Heta ENKS'a ku Tirkiye piştgiriya wan dike jî li dijî vê operasyonê ne. Yanî bi giştî kurd li dijî vê operasyonê ne. Ev dê bandoreke xirab li ser kurdan bike."
 
MA / Lezgîn Akdenîz - Devran Toptaş 
 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’