Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû 2018-02-01 12:11:13 AMED - Doç. Dr. Vehap Coşkun, diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya OSO'yê, bi erêkirina Rûsya û bêdengiya DYA'yê êrîşê Efrînê kiriye û ev tişt got: "Ruxmê vê jî bi pêşketinên krîtîk ên li qadê, dibe ku hin tiştên girîng biqewimin." Tirkiye bi piştgiriya hêzên OSO'yê li dijî Efrînê êrîş da destpêkirin û di roja 13'emîn de dewam dike. Berî ku tevgera leşkerî destpê bike, Tirkiyeyê digot ku dê di hefteyekê de Efrînê bi dest bixe, lê ji derveyê hin deverên sînor, di qada bejahî de pêşketineke cidî nayê dîtin. Ji ber êrêşên hewayî, her roj gelke sivîl jiyana xwe ji dest didin, saziyên navneteweyî di vê der barê de hin daxuyaniyan didin Tirkiyeyê û ev hişyarî nema tên veşartin.   Endamê Hîndekariya Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vehap Coşkun, da zanîn ku di serî de Rûsyayê êrîşên li dijî Efrînê erê kir, DYA li dijî êrîşan bêdeng ma û di vir de hesabên hêzên navneteweyî li pêş e.   Coşkun got ku hin hesabên Rûsyayê li ser Efrînê hene, Amerîkayê li dijî van hesaban xwe bêdeng kiriye, lê geşedanên krîtîk ên li qadê dê hin tiştan bi xwe re biguherînin.   Coşkun aşkera kir ku nêrîna Tirkiyeyê ya li dijî Rojava li ser gefan avakirî ye û ev tişt got: "Tirkiyeyê bi mudaxaleya li dijî Efrînê re dixwaze çi bi dest bixe, mijara nîqaşê ye. Tê plankirin ku îdareyê bixin destê Tirkiyeyê, hakîmyet di destê OSO'yê de be. Lê ez vê gelekî zehmet dibînim. Dê demografiya heyî destûrê nede vê."   RASTIYÊN LI QADÊ   Coşkun anî ziman ku OSO teqes nikare li Sûriyeyê seknekî bide nîşan û wiha pê de çû: "Yek jî mijarên herî zêde dê li Astana, Soçî, Viyana û Cenevreyê bê destgirtin, sekna Tirkiyeyê ya li wir e. Ez bawer nakim rastiya li qadê destûrê bide sekneke Tirkiyeyê ya li wir. Her çendî Tirkiye dixwaze li wir beşeke axê di destê xwe de bigire jî, dê destûrê nedinê. Tu defetên vê tune. Tirkiye jî gelekî baş dizane ku cihên ku bi Mertalê Firatê bi dest xistin, dê demeke derbasdar di destê xwe de bigire. Dema li Sûriyeyê pêvajo dest pê bike, hikumet bê avakirin, dê Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe."   PLANÊN RÛSYAYÊ LI SER ESAD IN   Coşkun destnîşan kir ku heke Rûsyayê erê nekira dê Tirkiye teqes êrîşê Efrînê nekira û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qada hewayî ya Sûriyeyê bi erêkirina Rûsyayê pêk hat. Heke qada hewayî venebûya, dê Tirkiyeyê ji bejahî ve operasyon neda destpêkirin. Tişta ku bû seden Rûsya vê biryarê bigire, naxwaze bi destê DYA'yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibe artêş. Xwestin pêşî li vê bigirin. Di dawiya operasyonê de dizanibûn ku dê Sûriye qezenc bike û îqna kirin."   ‘ARMANCA WAN EWE QSD'Ê BÊ HÊZ BIKIN’   Coşkun diyar kir ku Rûsya tu carî bi QSD'ê re hevalbendiyê nake, hevalbendê wan ê esas Esad e û ev tişt anî ziman: "Li qadê car caran di nava danûnstandinan de bin jî dema biryar bê dayîn ku dê bi kî re hevalbendiyê bikin, dê Rûsya teqes Esad hilbijêre. Ji bo wê Rûsya naxwaze Efrîn di destê QSD'ê de bimîne. Xwest Efrînê teslîmê rejîma Sûriyeyê bikin. Ji bo wê QSD'a ku bi destê Tirkiyeyê lewaz bikin û nema bikaribe Efrînê bi rêve bibe, dê radestkirina wê ya rejîma Sûriyeyê jî gelekî hêsan be. Ji bo wê plansaziyeke tam li gorî Rûsyayê çê bû. Rûsya ji bo lîstikên li Sûriyeyê tên leyîstin, li gorî wê be xwest di vî alî de nîşanê QSD'ê bide."   ‘DYA MEMNUN, EWRUPA NE SAMÎMÎ YE’   Coşkun bal kişand ser helwesta DYA'yê jî û da zanîn ku ji bo Efrînê ewlehî neda ye û ev nirxandin kir: "Operasyona li dijî Efrînê DYA'yê aciz nake. Berovajiyê wê DYA'yê memnun dike. Çima? Ji ber ku evê di navbera QSD'ê û Rûsyayê veke, dê QSD'ê mehkûmê DYA'yê bike. Ji bo wê roja ku operasyonê dest pê kir, heta niha rayedarên DYA'yê bi vekirî gotin Efrîn ne eleqedar nake." Coşkun diyar kir ku rejîn li derfetekê digere û bi operasyona Efrînê re li dijî Idlibê operasyon dane destpekirin û dixwaze li gorî xwe hin tiştan li ser QSD'ê ferz bike. Coşkun derbirî ku QSD piçek be jî di qada navneteweyî de rewabûna xwe heye û ev jî Tirkiyeyê naxe rewşek bi avantaj.   ‘DIBE REWŞA LI QADÊ BIGUHERE’   Coşkun bi lêv kir ku divê peyamna di navbera Rûsya û Sûriyeyê de derkeve holê, hevsengiya li qadê guherbar e û biryara ku QSD bigire gelekî girîng e û di vê der barê de jî ev axaftin kir: "Dê operasyona Efrînê çiqasî bajo nayê zanîn. Dibe ku pêşketinên krîtîk ên li qadê rêveçûna operasyonê biguherînin. Ya bandorê bike, dema operasyonê, ya din jî muxalefeta û lêçûnên wê. Xala girîng helwesta QSD'ê ye. Heke bajar teslîmê Esad bê kirin, dê Tirkiye hatina hemberî hev a bi Artêşa Sûriyeyê re tercîh neke. Şerê bajêr dê bibe sedema windahiya mirovan, hem dê dema operasyonê dirêj bike."   Coşkun destnîşan kir ku destpêkê digotin ku dê destûrê nedin korîdora kurdan, lê bi hevkariya AKP-MHP'ê vegeriyaye gotina "Sêva Sor" û sînorên "Mîsak-î Mîllî" û Serfermandarê Giştî yê berê Îlker Başbug jî gotiye ku divê destûrê nedin korîdora kurdan." Coşkun da zanîn ku heke dem dirêj bibe dê dengên muxalîf zêde bibin û herî dawî binçavkirina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê bi bîrxist û got ku piştî dengên muxalîf zêde bibin, dê rewşa seferberiyê lewaz bibe. Coşkun aşkera kir ku operasyon biryareke siyasî ye.   ‘ENKS JÎ DIJÎ ÊRÎŞÊ DERKET’   Coşkun herî dawî anî ziman ku bi êrîşa li dijî Efrînê re dengên partiyên kurdan zêde bûne, êrîşan bandorek neyînî li ser kurdan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema em lê mêze kin, hemû kurd li dijî operasyonê ne. Partiyên cuda yên kurd gotin ku ev operasyon dê tu tiştî çareser neke, berovajiyê wê de pirsgirêkan kûr bike. Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê jî got ku operasyon ne rast e. Heta ENKS'a ku Tirkiye piştgiriya wan dike jî li dijî vê operasyonê ne. Yanî bi giştî kurd li dijî vê operasyonê ne. Ev dê bandoreke xirab li ser kurdan bike."   MA / Lezgîn Akdenîz - Devran Toptaş