'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'

img

STENBOL - Muzîkjen Aygul Erce, xwest hemû jin û dayik li dijî şer û mîlîtarizma ku tê sorkirin bêjin "Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa" û bertekên xwe bînin ziman. Erce, ji dayikan xwest ku li zarokên xwe xwedî derkevin û wan neşînin şer û got: "Ew ji welat-niştîman bêtir bi qîmet in. Ya piroz zarok in." 

Muzîkjen Aygul Erce, li dijî şer, operasyon û êrîşa li ser Efrînê bertekên xwe anî ziman û ji hemû jin û dayikan xwest ku li zarokên xwe xwedî derkevin û wan neşînin şer. Erce, ji hemû dayikan xwest ku bêjin "Zarokên ez bidim we tune" û li dijî şer û mîlîtarîzmê bertekên xwe bînin ziman. 
 
Erce, di sala 2011'an de qerîna dayikek di şertê şer de bi strana “Kurê min yê ez bidim te tune paşam" nivîsand û sitra. Erce, wê demê, rewşa dayikên ku di şertên şerde di nava hêsiran de zarokên xwe şandin şer sitran nivîsand û xwest hawara dayikan bi wê sitranê bîne ziman. Erce, diyar kir ku niha di şerê Efrînê de şer û mîlîtarîzm bêtir dijwar bûye û wiha got: "Gotin û sitrana vê muzîkê aydî min e. Min empatî çêkir. Min xwe xist şûna dayikek ku zarokê xwe dişîne şer. Gotina dayikek ku li dijî şer aştiyê dixwaze ye. Ev dengê hundirê min ê ku naxwaze tu kes bên kuştin e. Min bi dayikek ku di şer de zarokê xwe winda kiriye empatî çêkir. Ger ku ez ne dayik bûma min nikarîbû vê stranê binivîsim. Piştî mirov dibe dayik bêtir hestiyar nêzîk dibe. Ji ber ku dayik aştiyê diparêzin. Ez tu fikrên ku kuştinê piroz dibînin naparêzim. Ez bawerim hemû dayik wisa difikirin." 
 
'EM BIRÇIYÊ AŞTIYÊ NE'
 
Erce, anî ziman ku wê gotinen stranê di mejiyê xwe de ava kir û wiha got: "Ez paşayekî ku di fermana wî de gelek ciwan tên perwerdekirin fikirîm. Min xwe bi xwe got 'Gelo pekan e mirov bi paşayekî re rûnê û dergê xwe ji hevre bêje?’ 
 
Yê ku tê kuştin jî û yê dikuje jî dayik wan diwelidîne. Paşa jî dayik tîne dinyayê. Paşa ji van zarokên ciwan re dibêje ji bo welat-niştiman 'bimirin'. Tabî ne tenê paşa. Yên vê pergalê ji bo rantê bi rêve dibin fermanê didin paşa. Zarokan tixin nava xerakirin û talankirinê. Ev stran li dijî şer e. Ew qas xerakirin, kuştin û şer heye, em êdî bûne hestera aştiyê. Em bûne tî û birçiyê aştiyê. Ez jî wekî gelek mirovên aştiyê dixwazin dibêjim aştî." 
 
Erce, anî ziman ku sitranên wê li dijî şer û mîlîtarîzmê ne û wiha got: "Mixabin zarokên xizanan di şer de dimirin. Qet we bihîstiye di şer de zarokên polîtîkavanan hatiye kuştin? Ez naxwazim tu kes bên kuştin. Lê ez dixwazim ew jî bifikirin. Çima zarok tên kuştin û çima dixwazin zarok bên kuştin? 
Bila ne ji bo niştiman û ne jî ji bo hezkirinê bên kuştin. Bila kes neyên kuştin. Ev şerê qirêj yê kê ye? Axa Anadoliya Navîn xwedî pir ziman û pir çand e. Me bi destê xwe ava kir, lê em bi destê xwe xera nekin. Me hurmet ji çand û zimanên kurd, ermenî, êzîdî û suryaniyan re nîşan neda. -w
 
ZAROKÊN EM BITIN TUNE 
 
Operasyona Efrînê di roja 13'an de berdewam dike. Piştî şerê li ser Efrînê hestê militarizm û şer zêde tê sorkirin. Erce, bertek nîşanî sorkirina şer û mîlîtarîzma piştî operasyona Efrînê da û wiha got: “Tirkiye welatekî xwedî pir ziman, çand, nasname û bawerî ye. Welatekî wisa leşkeran dişîne Efrinê. Kuştina welatiyên sivîl ên Kurd, zarokan û jinan dê fêdê bide kê? Ji ber vê yekê kesê ku ez zarokên xwe bidin wan tune ye. Kesên ji şer bi milyonan lira pere qezenç dike tu zarokên min ê ez bidim wan tune ye. Ez bang li dayikan dikin ku li zarokên xwe xwedî derkevin. Zarok ji niştiman bi qîmettir û pîroztir in. 
 
Divê jin û dayik bi dengê bilind bêjin "Zarokê ez bidim te tune ye paşam" û li dijî vî şer û milîtarîzmê derkevin. 
 
JINA KURD DÊ BIBIN SEMBOLA AŞTIYÊ
 
Erce, anî ziman ku piştî Şoreşa Rojava  jinên kurd dirokê dinivîsin û wiha got: "Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" hat îlankirin. Ez bawer dikim ku jina kurd di salên pêş de li ser vê axê dê sekna xwe ya li dijî neheqiyê xurt bikin û bi ser bikevni. Dê her dem bibin sembola aştiyê." 
 
Yên bixwazin strana "Zarokên min ê ez bitim te ne paşa" guhdar bikin dikarin li ser lînka https://www.youtube.com/watch?v=04cBg9cBC88 newaya wê guhdar bikin. 
 
MA / Necla Demîr 
 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’