'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa' 2018-02-01 10:52:50 STENBOL - Muzîkjen Aygul Erce, xwest hemû jin û dayik li dijî şer û mîlîtarizma ku tê sorkirin bêjin "Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa" û bertekên xwe bînin ziman. Erce, ji dayikan xwest ku li zarokên xwe xwedî derkevin û wan neşînin şer û got: "Ew ji welat-niştîman bêtir bi qîmet in. Ya piroz zarok in."  Muzîkjen Aygul Erce, li dijî şer, operasyon û êrîşa li ser Efrînê bertekên xwe anî ziman û ji hemû jin û dayikan xwest ku li zarokên xwe xwedî derkevin û wan neşînin şer. Erce, ji hemû dayikan xwest ku bêjin "Zarokên ez bidim we tune" û li dijî şer û mîlîtarîzmê bertekên xwe bînin ziman.    Erce, di sala 2011'an de qerîna dayikek di şertê şer de bi strana “Kurê min yê ez bidim te tune paşam" nivîsand û sitra. Erce, wê demê, rewşa dayikên ku di şertên şerde di nava hêsiran de zarokên xwe şandin şer sitran nivîsand û xwest hawara dayikan bi wê sitranê bîne ziman. Erce, diyar kir ku niha di şerê Efrînê de şer û mîlîtarîzm bêtir dijwar bûye û wiha got: "Gotin û sitrana vê muzîkê aydî min e. Min empatî çêkir. Min xwe xist şûna dayikek ku zarokê xwe dişîne şer. Gotina dayikek ku li dijî şer aştiyê dixwaze ye. Ev dengê hundirê min ê ku naxwaze tu kes bên kuştin e. Min bi dayikek ku di şer de zarokê xwe winda kiriye empatî çêkir. Ger ku ez ne dayik bûma min nikarîbû vê stranê binivîsim. Piştî mirov dibe dayik bêtir hestiyar nêzîk dibe. Ji ber ku dayik aştiyê diparêzin. Ez tu fikrên ku kuştinê piroz dibînin naparêzim. Ez bawerim hemû dayik wisa difikirin."    'EM BIRÇIYÊ AŞTIYÊ NE'   Erce, anî ziman ku wê gotinen stranê di mejiyê xwe de ava kir û wiha got: "Ez paşayekî ku di fermana wî de gelek ciwan tên perwerdekirin fikirîm. Min xwe bi xwe got 'Gelo pekan e mirov bi paşayekî re rûnê û dergê xwe ji hevre bêje?’    Yê ku tê kuştin jî û yê dikuje jî dayik wan diwelidîne. Paşa jî dayik tîne dinyayê. Paşa ji van zarokên ciwan re dibêje ji bo welat-niştiman 'bimirin'. Tabî ne tenê paşa. Yên vê pergalê ji bo rantê bi rêve dibin fermanê didin paşa. Zarokan tixin nava xerakirin û talankirinê. Ev stran li dijî şer e. Ew qas xerakirin, kuştin û şer heye, em êdî bûne hestera aştiyê. Em bûne tî û birçiyê aştiyê. Ez jî wekî gelek mirovên aştiyê dixwazin dibêjim aştî."    Erce, anî ziman ku sitranên wê li dijî şer û mîlîtarîzmê ne û wiha got: "Mixabin zarokên xizanan di şer de dimirin. Qet we bihîstiye di şer de zarokên polîtîkavanan hatiye kuştin? Ez naxwazim tu kes bên kuştin. Lê ez dixwazim ew jî bifikirin. Çima zarok tên kuştin û çima dixwazin zarok bên kuştin?  Bila ne ji bo niştiman û ne jî ji bo hezkirinê bên kuştin. Bila kes neyên kuştin. Ev şerê qirêj yê kê ye? Axa Anadoliya Navîn xwedî pir ziman û pir çand e. Me bi destê xwe ava kir, lê em bi destê xwe xera nekin. Me hurmet ji çand û zimanên kurd, ermenî, êzîdî û suryaniyan re nîşan neda. -w   ZAROKÊN EM BITIN TUNE    Operasyona Efrînê di roja 13'an de berdewam dike. Piştî şerê li ser Efrînê hestê militarizm û şer zêde tê sorkirin. Erce, bertek nîşanî sorkirina şer û mîlîtarîzma piştî operasyona Efrînê da û wiha got: “Tirkiye welatekî xwedî pir ziman, çand, nasname û bawerî ye. Welatekî wisa leşkeran dişîne Efrinê. Kuştina welatiyên sivîl ên Kurd, zarokan û jinan dê fêdê bide kê? Ji ber vê yekê kesê ku ez zarokên xwe bidin wan tune ye. Kesên ji şer bi milyonan lira pere qezenç dike tu zarokên min ê ez bidim wan tune ye. Ez bang li dayikan dikin ku li zarokên xwe xwedî derkevin. Zarok ji niştiman bi qîmettir û pîroztir in.    Divê jin û dayik bi dengê bilind bêjin "Zarokê ez bidim te tune ye paşam" û li dijî vî şer û milîtarîzmê derkevin.    JINA KURD DÊ BIBIN SEMBOLA AŞTIYÊ   Erce, anî ziman ku piştî Şoreşa Rojava  jinên kurd dirokê dinivîsin û wiha got: "Ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" hat îlankirin. Ez bawer dikim ku jina kurd di salên pêş de li ser vê axê dê sekna xwe ya li dijî neheqiyê xurt bikin û bi ser bikevni. Dê her dem bibin sembola aştiyê."    Yên bixwazin strana "Zarokên min ê ez bitim te ne paşa" guhdar bikin dikarin li ser lînka https://www.youtube.com/watch?v=04cBg9cBC88 newaya wê guhdar bikin.    MA / Necla Demîr