Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan

img

WAN - Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê diyar kiribû ku dê cenazeyên ji Goristan Xerzanê hatine derxistin teslîmê malbatan bikin, lê hêj tu pêşketin çê nebûne. Lezgîn Bîngol ê cenazeyê keça wî ji ji goristanê hat derxistin, gotinên dozger bi bîr xist û aşkera kir ku cenaze radestî malbatan nekirine.

Bi fermana dozgeriyê li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, 267 cenazeyên aîdê gerîlayên PKK'ê hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li ser vê rûreşiyê bertekên raya giştî zêde bûbûn û Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku dê di demeke nêz de cenazeya bidin malbatan, lê tu pêşketin çê nebûn.
 
Lezgîn Bîngol di 16'ê Çileyê de serî li Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê dabû, hatibû gotin ku dê di çend rojan de cenazeyê keça wî teslîmê malbatê bikin. Lê ji wê rojê heta niha tu pêşketin derneket, tu cenazeyên malbatan nehatine teşhîskirin. Li gorî agahiyên hin malbatan; li hin goristanan gelek cenazeyên ku anîne Saziya Tiba Edlî, her roj hejmara wan zêde dibe.
 
'CENAZÊ KEÇA MIN WEKÎ KOKA ME YA DI AXÊ DE BÛ’
 
Lezgîn Bîngol destnîşan kir ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, li pey xwe talan hiştine û ev tişt got: "Di jiyana xwe de min ji tu tiştî ew qas şerm nekir. Goristana mezin demek berê li herêmê bû, niha li cihê wê tenê rûxandin maye. Min got tiştekî wiha çawa dibe? Û wekî ku ez qet najîm. Lê li pêşberî me rastiyek heye. Yanî ne tenê gora keça min, hemû goristan kolane, cenaze derxistine û goristan bi maşîneyên kar bi erdê re kirine yek. Dema min ji hevjîna xwe re qala vê kir, qasî deqeyekê li navça çavê min wisa zoq mêze kir, rengê wê çû û ket xwarê. Wê rojê li ser hişê xwe çû."
 
'EM BI KEÇA XWE SERBILIND IN’ 
 
Bîngol diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe ya li dijî DAIŞ'ê daye serbilind in û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku di têkoşîneke wiha bêhempa de cih girtiye em bi wê serbilind in. Ji ber girêdana me ya bi wesiyeta wê re me cenazeyê wê li Şehîdgeha Xerzanê defin kir. Cenazê keça min wekî koka me ya di axê de bû. Em wekî dareke ku koka me ji axê hatiye derxistin û li naverastê hîs dikin."
 
'EMÊ CENAZÊ XWE LI TETWANÊ DEFIN BIKIN’
 
Bîngol anî ziman ku wan bi Serdozgerê Bedlîsê re hevdîtin pêk aniye, lê hêj tu pêşketin tune û wiha domand: "Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê bangî min kir. Hem agahî da û hem jî got; 'Min berê agahî dane; lê di raya giştî de cih negirtiye. Beyî ku kar û barên DNA'yê pêk bên dê cenaze bidin, lê dê ev xebat çend rojan bigire.' Xwest malbatên din jî bên serî lê bidin. Lê hêj heta niha cenaze teslîm nekirine. Em dixwazin rojek berî rojekê cenazeya teslîmê me bikin."
 
Bîngol aşkera kir ku ew plan dikin ku cenazeyê keça xwe li Tetwanê defin bikin û wiha got: "Dê ya rast wiha be; lê em li ku defin bikin jî Goristana Xerzanê ji bîra me naçe û ev aliyekê me yê manewî ye."
 
'BANG BIKIN EM Ê MÎNAKÊN XWÎNÊ BIDIN’ 
 
Ji 267 cenazeyên ku li Goristana Xerzanê hatin derxistin, cenazeyê Fedekar Turan jî di nav wan de ye. Dayika Turan Nuriye Turan, aşkera kir ku wan nêzî mehekê berê serî li dozgeriyê daye û daxwazname daye û ev tişt got: "Li gel serlêdana dozgeriyê, zarokên me serî li ÎHD'a Stenbolê dan. Gelek caran bi Saziya Tiba Edlî re hevdîtin çê kirin lê tu encam derneket. Herî dawî dozgerî bang li malbatan kir û da zanîn ku dê mînakên xwînê bigirin. Heke daxuyanî dane wê demê bila bidin. Bila bang bikin ku em xwînê bidin. Hestiyê kurê min li ku ye bila demildest bidin. Bi mehan e xew nakeve çavê me. Ez wekî dayikekê gelek tişt naxwazim. Kêleke goran dixwazim."
 
MA / Nîmet Olmez 
 

Sernavên din

03/02/2018
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’