Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan 2018-02-01 09:33:57 WAN - Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê diyar kiribû ku dê cenazeyên ji Goristan Xerzanê hatine derxistin teslîmê malbatan bikin, lê hêj tu pêşketin çê nebûne. Lezgîn Bîngol ê cenazeyê keça wî ji ji goristanê hat derxistin, gotinên dozger bi bîr xist û aşkera kir ku cenaze radestî malbatan nekirine. Bi fermana dozgeriyê li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê, 267 cenazeyên aîdê gerîlayên PKK'ê hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li ser vê rûreşiyê bertekên raya giştî zêde bûbûn û Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê daxuyanî dabû û aşkera kiribû ku dê di demeke nêz de cenazeya bidin malbatan, lê tu pêşketin çê nebûn.   Lezgîn Bîngol di 16'ê Çileyê de serî li Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê dabû, hatibû gotin ku dê di çend rojan de cenazeyê keça wî teslîmê malbatê bikin. Lê ji wê rojê heta niha tu pêşketin derneket, tu cenazeyên malbatan nehatine teşhîskirin. Li gorî agahiyên hin malbatan; li hin goristanan gelek cenazeyên ku anîne Saziya Tiba Edlî, her roj hejmara wan zêde dibe.   'CENAZÊ KEÇA MIN WEKÎ KOKA ME YA DI AXÊ DE BÛ’   Lezgîn Bîngol destnîşan kir ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, li pey xwe talan hiştine û ev tişt got: "Di jiyana xwe de min ji tu tiştî ew qas şerm nekir. Goristana mezin demek berê li herêmê bû, niha li cihê wê tenê rûxandin maye. Min got tiştekî wiha çawa dibe? Û wekî ku ez qet najîm. Lê li pêşberî me rastiyek heye. Yanî ne tenê gora keça min, hemû goristan kolane, cenaze derxistine û goristan bi maşîneyên kar bi erdê re kirine yek. Dema min ji hevjîna xwe re qala vê kir, qasî deqeyekê li navça çavê min wisa zoq mêze kir, rengê wê çû û ket xwarê. Wê rojê li ser hişê xwe çû."   'EM BI KEÇA XWE SERBILIND IN’    Bîngol diyar kir ku ew bi têkoşîna keça xwe ya li dijî DAIŞ'ê daye serbilind in û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku di têkoşîneke wiha bêhempa de cih girtiye em bi wê serbilind in. Ji ber girêdana me ya bi wesiyeta wê re me cenazeyê wê li Şehîdgeha Xerzanê defin kir. Cenazê keça min wekî koka me ya di axê de bû. Em wekî dareke ku koka me ji axê hatiye derxistin û li naverastê hîs dikin."   'EMÊ CENAZÊ XWE LI TETWANÊ DEFIN BIKIN’   Bîngol anî ziman ku wan bi Serdozgerê Bedlîsê re hevdîtin pêk aniye, lê hêj tu pêşketin tune û wiha domand: "Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê bangî min kir. Hem agahî da û hem jî got; 'Min berê agahî dane; lê di raya giştî de cih negirtiye. Beyî ku kar û barên DNA'yê pêk bên dê cenaze bidin, lê dê ev xebat çend rojan bigire.' Xwest malbatên din jî bên serî lê bidin. Lê hêj heta niha cenaze teslîm nekirine. Em dixwazin rojek berî rojekê cenazeya teslîmê me bikin."   Bîngol aşkera kir ku ew plan dikin ku cenazeyê keça xwe li Tetwanê defin bikin û wiha got: "Dê ya rast wiha be; lê em li ku defin bikin jî Goristana Xerzanê ji bîra me naçe û ev aliyekê me yê manewî ye."   'BANG BIKIN EM Ê MÎNAKÊN XWÎNÊ BIDIN’    Ji 267 cenazeyên ku li Goristana Xerzanê hatin derxistin, cenazeyê Fedekar Turan jî di nav wan de ye. Dayika Turan Nuriye Turan, aşkera kir ku wan nêzî mehekê berê serî li dozgeriyê daye û daxwazname daye û ev tişt got: "Li gel serlêdana dozgeriyê, zarokên me serî li ÎHD'a Stenbolê dan. Gelek caran bi Saziya Tiba Edlî re hevdîtin çê kirin lê tu encam derneket. Herî dawî dozgerî bang li malbatan kir û da zanîn ku dê mînakên xwînê bigirin. Heke daxuyanî dane wê demê bila bidin. Bila bang bikin ku em xwînê bidin. Hestiyê kurê min li ku ye bila demildest bidin. Bi mehan e xew nakeve çavê me. Ez wekî dayikekê gelek tişt naxwazim. Kêleke goran dixwazim."   MA / Nîmet Olmez