Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim

  • rojane
  • 22:26 31 Çile 2018
  • |
img
AMED- Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi hinceta daxuyaniyên der barê êrîşên li hemberî Efrînê, “statu û tesîra gengaz” a hevserokatiya wê ya KCD’ê hat girtin. Guven di parêziya xwe de diyar kir ku ew li pişt hemû daxuyanî û axaftinên xwe yên ku wê wek Hevseroka KCD’ê dane û kirine û got: “Min tu kesî venexwandiye şidetê. Ez nemecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim.” 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi hinceta daxuyaniyên der barê êrîşên li hemberî Efrînê, “statu û tesîra gengaz” a hevserokatiya wê ya KCD’ê hat girtin. Li dozgeriyê Guvenê xwest bi kurdî parêziya xwe bike lê belê daxwaza wê hat redkirin. Lê li Dadweriya Ceza ya Sulhê Guven bi riya wergêr bi kurdî parêziya xwe kir. 
 
‘ME XWEST GEL DENGÊ ME BIBIHÎSE’ 
 
Guven di îfadeya xwe ya li Dadweriya Ceza ya Sulhê de diyar kir ku wê di sala 1994’an de li HEP’ê dest bi siyasetê kiriye û heta niha bûye endam û rêveberê gelek partiyên siyasî. Guven bi lêv kir ku wê du serdeman şaredarîtî jî kiriye û li Rihayê jî demeke kurt parlementerî kiriye. Guven destnîşan kir ku wê tim xwestiye pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û wiha domand: “Dem dem hatim darizandin û di sala 2009’an de hatim girtin û 4 sal û nîvan girtî mam. Piştî ez ji girtîgehê derketim, dîsa min di partiyên siyasî de cih girt. Wisa bawer dikim ku wê aştî ne bi şer, lê bi çareseriyê bê. Ji ber vê min di aştiyê de israr kir. Piştî 5 sal di ser operasyonên KCK’ê re derbas bûn Hikûmeta AKP’ê lêborîn ji me xwest. Ji me re gotin ‘pardon’. Gotin ‘me ev ne kiriye, FETO’yiyan kiriye.’ Jixwe kesên ewil em darizandin niha ji ber FETO’yê tên darizandin. Tekane tişta ku em dixwazin peydakirina aştiyê û rawestandina mirina ye. Ji ber vê me xwest her kes dengê me bibihîse. Lê kesî nebihîst.” 
 
‘EZ NE MECBÛR IM POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê BIPEJIRÎNIM’ 
 
Guven di berdewamiya parêziya xwe de bi bîr xist ku ji bo KCD bi awayekî fermî bibe saziyeke qanûnî û demokratîk wan ev yek pêşniyarî rayedarên dewletê kiriye û wiha domand: “Birêz Ocalan ji heyetê, ji Wezîrê Karên Hundurîn ê wê demê Efkan Ala, xwest dema ku amade bin statuya qanûnî li KCD’ê zêde bikin. Ji ber hatiye fikirîn ku KCK û KCD dişibe hevdu ev yek hatiye gotin. Dema saziyên wek KCD’ê li vî welatî zêde bibin wê pirsgirêk jî kêm bibin. Em di nav xebatên KCD’ê de cih digirin. Wek min di axaftinên xwe de jî got, min tu carî gel ber bi şer ve teşwîq nekiriye. Wek saziyên ku li welat xebatên aştiyê bi rê ve bibin em wek KCD’ê hene. Em KCD baweriya xwe bi vê tînin. Şerê 100 sal e heye, 100 salê din jî bidome wê taliya talî ev pirsgirêk bi muzakereyê çareser bibe. Ji bo dosyeya li ber we tenê min fikrên xwe beyan kirin. Ez ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim.” 
 
Her wiha Guven ji ber ku peyv û gotinên xweseriya demokratîk di axaftinên xwe bi kar aniye sûc hatiye hesibandin û bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Mafê min e ku ez behsa xweseriya demokratîk bikim. Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş jî beyan kiribû ku divê Stenbolê bibe bajareke xweser. Lê ji ber min got xweseriya demokratîk doz li min hat vekirin. Ji ber min got Birêz Ocalan doz li min hat vekirin. Axaftinên min ên kurdî xelet bên wergerandin jî, dîsa ez li pişt hemû axaftinên xwe me.” 
 
‘JI HÊLA EFRÎNÊ GULEYEK JÎ BER BI TIRKIYEYÊ VE NEHATIYE’ 
 
Guven balê kişand ser daxuyaniyên xwe yên têkildarî êrîşên li dijî Efrinê jî û wiha got: “Di 20’ê Çileya 2018’an de min di Stêrk TV’yê de daxuyanî da. Wê demê Tirkiye li hemberî Efrînê operasyon dabû destpêkirin. Min xwest vê bibêjim, berê sînorê Efrîn, Silopiya, Cizîr, Serê Kaniyê û welatên cînar ên Tirkiyeyê sînorên wan hene. Ya ku min xwest bibêjim ew bû ku ji dema pevçûnên Kobaniyê heta niha tu tişt neguheriye. Ji hêla Kobaniyê yan jî Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve tu êrîş çê nebûne. Lê belê Tirkiye li hemberî Efrînê dest bi şer dike û ev jî tê wateya ku Tirkiye dixwaze daxilî nav şerê Rojhlata Navîn bibe. Wisa difikirim ku divê Tirkiye nekeve nav vê vilçoqiyê. Biryara we çi dibe bila bibe, lê armanca me rewşa welat e. Heke welatê me keştiyek be û ew keştî noq bibe em ê hemû noq bibin. Min xwe îfade kir. Lê belê li welatekî ku daraz serbixwe be wê rastî bi ser bikeve. Wisa difkirim. Min tu kesî venexwandiye şidetê. Diwazim bi awayekî negirtî bên darizandin.” 
 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'