Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim 2018-01-31 22:26:03     AMED- Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi hinceta daxuyaniyên der barê êrîşên li hemberî Efrînê, “statu û tesîra gengaz” a hevserokatiya wê ya KCD’ê hat girtin. Guven di parêziya xwe de diyar kir ku ew li pişt hemû daxuyanî û axaftinên xwe yên ku wê wek Hevseroka KCD’ê dane û kirine û got: “Min tu kesî venexwandiye şidetê. Ez nemecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim.”    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi hinceta daxuyaniyên der barê êrîşên li hemberî Efrînê, “statu û tesîra gengaz” a hevserokatiya wê ya KCD’ê hat girtin. Li dozgeriyê Guvenê xwest bi kurdî parêziya xwe bike lê belê daxwaza wê hat redkirin. Lê li Dadweriya Ceza ya Sulhê Guven bi riya wergêr bi kurdî parêziya xwe kir.    ‘ME XWEST GEL DENGÊ ME BIBIHÎSE’    Guven di îfadeya xwe ya li Dadweriya Ceza ya Sulhê de diyar kir ku wê di sala 1994’an de li HEP’ê dest bi siyasetê kiriye û heta niha bûye endam û rêveberê gelek partiyên siyasî. Guven bi lêv kir ku wê du serdeman şaredarîtî jî kiriye û li Rihayê jî demeke kurt parlementerî kiriye. Guven destnîşan kir ku wê tim xwestiye pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û wiha domand: “Dem dem hatim darizandin û di sala 2009’an de hatim girtin û 4 sal û nîvan girtî mam. Piştî ez ji girtîgehê derketim, dîsa min di partiyên siyasî de cih girt. Wisa bawer dikim ku wê aştî ne bi şer, lê bi çareseriyê bê. Ji ber vê min di aştiyê de israr kir. Piştî 5 sal di ser operasyonên KCK’ê re derbas bûn Hikûmeta AKP’ê lêborîn ji me xwest. Ji me re gotin ‘pardon’. Gotin ‘me ev ne kiriye, FETO’yiyan kiriye.’ Jixwe kesên ewil em darizandin niha ji ber FETO’yê tên darizandin. Tekane tişta ku em dixwazin peydakirina aştiyê û rawestandina mirina ye. Ji ber vê me xwest her kes dengê me bibihîse. Lê kesî nebihîst.”    ‘EZ NE MECBÛR IM POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê BIPEJIRÎNIM’    Guven di berdewamiya parêziya xwe de bi bîr xist ku ji bo KCD bi awayekî fermî bibe saziyeke qanûnî û demokratîk wan ev yek pêşniyarî rayedarên dewletê kiriye û wiha domand: “Birêz Ocalan ji heyetê, ji Wezîrê Karên Hundurîn ê wê demê Efkan Ala, xwest dema ku amade bin statuya qanûnî li KCD’ê zêde bikin. Ji ber hatiye fikirîn ku KCK û KCD dişibe hevdu ev yek hatiye gotin. Dema saziyên wek KCD’ê li vî welatî zêde bibin wê pirsgirêk jî kêm bibin. Em di nav xebatên KCD’ê de cih digirin. Wek min di axaftinên xwe de jî got, min tu carî gel ber bi şer ve teşwîq nekiriye. Wek saziyên ku li welat xebatên aştiyê bi rê ve bibin em wek KCD’ê hene. Em KCD baweriya xwe bi vê tînin. Şerê 100 sal e heye, 100 salê din jî bidome wê taliya talî ev pirsgirêk bi muzakereyê çareser bibe. Ji bo dosyeya li ber we tenê min fikrên xwe beyan kirin. Ez ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim.”    Her wiha Guven ji ber ku peyv û gotinên xweseriya demokratîk di axaftinên xwe bi kar aniye sûc hatiye hesibandin û bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Mafê min e ku ez behsa xweseriya demokratîk bikim. Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş jî beyan kiribû ku divê Stenbolê bibe bajareke xweser. Lê ji ber min got xweseriya demokratîk doz li min hat vekirin. Ji ber min got Birêz Ocalan doz li min hat vekirin. Axaftinên min ên kurdî xelet bên wergerandin jî, dîsa ez li pişt hemû axaftinên xwe me.”    ‘JI HÊLA EFRÎNÊ GULEYEK JÎ BER BI TIRKIYEYÊ VE NEHATIYE’    Guven balê kişand ser daxuyaniyên xwe yên têkildarî êrîşên li dijî Efrinê jî û wiha got: “Di 20’ê Çileya 2018’an de min di Stêrk TV’yê de daxuyanî da. Wê demê Tirkiye li hemberî Efrînê operasyon dabû destpêkirin. Min xwest vê bibêjim, berê sînorê Efrîn, Silopiya, Cizîr, Serê Kaniyê û welatên cînar ên Tirkiyeyê sînorên wan hene. Ya ku min xwest bibêjim ew bû ku ji dema pevçûnên Kobaniyê heta niha tu tişt neguheriye. Ji hêla Kobaniyê yan jî Efrînê ber bi Tirkiyeyê ve tu êrîş çê nebûne. Lê belê Tirkiye li hemberî Efrînê dest bi şer dike û ev jî tê wateya ku Tirkiye dixwaze daxilî nav şerê Rojhlata Navîn bibe. Wisa difikirim ku divê Tirkiye nekeve nav vê vilçoqiyê. Biryara we çi dibe bila bibe, lê armanca me rewşa welat e. Heke welatê me keştiyek be û ew keştî noq bibe em ê hemû noq bibin. Min xwe îfade kir. Lê belê li welatekî ku daraz serbixwe be wê rastî bi ser bikeve. Wisa difkirim. Min tu kesî venexwandiye şidetê. Diwazim bi awayekî negirtî bên darizandin.”