WAN – Polîsan, xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mîkaîl Tunçdemîr binçav kir.
Polîsan li kolana Hunerê ya Wanê xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mîkaîl Tunçdemîr dema rojname belav dikir binçav kir. Hat zanîn ku Tunçdemîr ê polîsan ew binçav kir birine Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hinceta binçavkirina Tunçdemîr nehat hînbûn.