Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir 2018-01-31 14:16:47   WAN – Polîsan, xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mîkaîl Tunçdemîr binçav kir.    Polîsan li kolana Hunerê ya Wanê xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mîkaîl Tunçdemîr dema rojname belav dikir binçav kir. Hat zanîn ku Tunçdemîr ê polîsan ew binçav kir birine Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hinceta binçavkirina Tunçdemîr nehat hînbûn.