Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin

  • rojane
  • 09:24 31 Çile 2018
  • |
img

EFRÎN - Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), têkildarî encama êrîşên TSK'ê û welatiyên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane rapor amade kir. HSK'ê ragihand, di êrîşên TSK'ê yên li dijî Efrînê de herî kêm 20 jê zarok 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), bi raporekê encama êrîşên TSK'ê û welatiyên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane aşkere kir. HSK'ê di raporê de diyar kir ku nifûsa Efrînê beriya sala 2011'an nêzî 500 hezar kes bû û bi koça nava welêt re 250-300 hezar kes hatine herêmê, bi vî rengî nifûsa wê bûye 800 hezar kes. HSK'ê di raporê de, bîlançoya 10 rojên destpêkê yên êrîşên TSK'ê ên li ser Efrînê eşkere kir.
 
65 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 20 JÊ ZAROK IN
 
Rapor li gorî daxuyaniyên aktîvîstên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate amadekirin û hat ragihandin ku ji 20'ê Çileyê heta 25'ê Çileyê êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê li dijî 200 hedefên sivîl û eşkerî hatin kirin. HSK'ê, da zanîn ku êrîşên ji nava Tirkiyeyê li dijî Efrînê hatin kirin bi giranî li herêmên bakur û rojavayê Efrînê rû dan û di encamê de 12 jin, 20 jê zarok bi giştî 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 62 zarok 163 sivîl birîndar bûn. Li gorî raporê, zêdeyî 5 hezar sivîlan cih û warên xwe terikandin û li deverên din ên kantonê bi cih bûn.
 
HSK'ê diyar kir, sivîlên mayî jî ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê neçar man xwe li şikeft û stargehan bigirin û işaret bi pêwîstiya cidî ya alîkariya însanî û tibî ya bi sivîlan re hate kirin. Hat destnîşankirin ku ji ber pirsgirêkên derfetên tenduristiyê, stargeh û xwarinê, endîşeyên mezin li ser gelê sivîl heye. HSK'ê anî ziman ku sivîlên li nehiya Cindirêsê ya Efrînê di nava pirsgirêkên avê, xwarinê û elektrîkê de dijîn.
 
KANTONÊN KOBANÊ Û CIZÎRÊ JÎ BOMBE KIRIN
 
HSK'ê, bibîrxist ku TSK'ê tenê erîşî Efrînê nekiriye û li Kobanê, Minbicê û gelek cihên Kantona Cizîrê jî êrîş kiriye.  Li gorî vê yekê, leşkerên Tirk bombe li Kobanê barandin, bi rêya leşkerên xwe yên bi pereyan dide şerkirin, bi rêya çeteyên 'artêşa azad' li Minbicê êrîşî gelek nuqteyên QSD'ê kir.
 
HSK'ê di dewama raporê de diyar kir ku TSK'ê bi çekên giran herî kêm 3 caran êrîş biriye ser gundê Zormegar ê Kobanê, bi tank, çekên giran û hawanan êrîşî sivîlên li Kantona Cizîrê kiriye û li Cizîrê herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, sivîlek jî birîndar bûye. HSK'ê bibîr xist ku hê agahî ji hin sivîlan nehatiye girtin ku nayê zanîn bê sax in an jî jiyana xwe ji dest dane û wiha dirêjî da raporê: "Wezîfedarên Heyva Sor gelek sivîl ji binê xirbeyên avahiyan rizgar kirin, lê hê jî gelek cenaze di binê xirbeyan de ne. Gelê sivîl li nava Efrînê hewl dide ji xwe re cihekî ewle bibînin, lewma timî cih diguherin û hinek jî xwe li şikeftan digirin.  Bi zêdebûna bomberdûmana TSK'ê zêdeyî 25 hezar kesên berê ji herêmên din hatin Efrînê neçar man cihê xwe biguherînin. Ji ber bomberdûmana li derdora Bendava Maydankî, sivîl ji vê herêmê reviyane û eger bendav hilweşe wê rewş gelekî nebaş bibe. Şêniyên Efrînê yên ji ber bomberdûmanê ji cih û warên xwe bûne, ji bajêr dernakevin, bi giranî li nava bajêr diçin cihên ewle û hat gotin, gelê sivîl ê li Cindirêsê, Hemamê, Raco û Şaran, hewl dide li van herêman cihên ewle bibîne. Lê ji ber vê revê li hin malan 5 heta 8 malbat neçar in bi hev re bijîn." 
 
ALÎKARIYA KU BI LEZGÎNÎ PÊWIST
 
Di rapora Heyva Sor a Kurdistanê de li ser alîkariya ku divê bi lezgînî bigihêje sivîlên Efrînê agahî hate dayin:
 
- Ji ber bomberdûmanê barê nexweşxaneyan giran bûye. Pêwîste derman û malzemeyên tibî bi lezgînî ji wan re bên ragihandin.
 
- Ambûlans û malzemeyên tamîratê.
 
- Şîr, kevnikê pêçandina pitikan, malzemeyên paqijiyê.
 
- Betanî, nivîn û kincên ji bo zivistanê.
 
- Ava vexwarinê û paketên xwarinê.
 
- Kîsikên xwînê ji bo birîndaran, qutiyên alîkariya lezgîn.
 
ÊRÎŞÎ AMBÛLANSA HEYVA SOR KIRIN
 
Heyva Sor a Kurdistanê, di berdewama raporê de ragihandin ku bi Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Kantona Efrînê û meclîsên tenduristiyê yên li bajêr re kar tê kirin û gotin, ji ber bomberdûmanê ew nikarin alîkariya însanî bigihînin hemû herêman.
 
HSK'ê di raporê de bibîrxistin ku heta niha ambûlanseke Heyva Sor jî bûye hedefa TSK'ê û işaret bi rîska êrîşê ya li ser karê rizgarkirinê hate kirin. Di 21'ê Çile de li dijî ambûlansê êrîş pêk hat. Heta niha karine ambûlansê bigihînin Bilbilê, Şiyê, Raco, Cindirêsê, Til Cemal, Rafîn, Kolko û Xelîlê.
 
Heyva Sor a Kurdistanê di rapora xwe de wêneyên hin gundên ku ji aliyê TSK'ê ve hatine hilweşandin, weşandin.
 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'