Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin 2018-01-31 09:24:23 EFRÎN - Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), têkildarî encama êrîşên TSK'ê û welatiyên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane rapor amade kir. HSK'ê ragihand, di êrîşên TSK'ê yên li dijî Efrînê de herî kêm 20 jê zarok 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.  Heyva Sor a Kurdistanê (HSK), bi raporekê encama êrîşên TSK'ê û welatiyên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane aşkere kir. HSK'ê di raporê de diyar kir ku nifûsa Efrînê beriya sala 2011'an nêzî 500 hezar kes bû û bi koça nava welêt re 250-300 hezar kes hatine herêmê, bi vî rengî nifûsa wê bûye 800 hezar kes. HSK'ê di raporê de, bîlançoya 10 rojên destpêkê yên êrîşên TSK'ê ên li ser Efrînê eşkere kir.   65 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN, 20 JÊ ZAROK IN   Rapor li gorî daxuyaniyên aktîvîstên sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate amadekirin û hat ragihandin ku ji 20'ê Çileyê heta 25'ê Çileyê êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê li dijî 200 hedefên sivîl û eşkerî hatin kirin. HSK'ê, da zanîn ku êrîşên ji nava Tirkiyeyê li dijî Efrînê hatin kirin bi giranî li herêmên bakur û rojavayê Efrînê rû dan û di encamê de 12 jin, 20 jê zarok bi giştî 65 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 62 zarok 163 sivîl birîndar bûn. Li gorî raporê, zêdeyî 5 hezar sivîlan cih û warên xwe terikandin û li deverên din ên kantonê bi cih bûn.   HSK'ê diyar kir, sivîlên mayî jî ji ber bomberdûmana Tirkiyeyê neçar man xwe li şikeft û stargehan bigirin û işaret bi pêwîstiya cidî ya alîkariya însanî û tibî ya bi sivîlan re hate kirin. Hat destnîşankirin ku ji ber pirsgirêkên derfetên tenduristiyê, stargeh û xwarinê, endîşeyên mezin li ser gelê sivîl heye. HSK'ê anî ziman ku sivîlên li nehiya Cindirêsê ya Efrînê di nava pirsgirêkên avê, xwarinê û elektrîkê de dijîn.   KANTONÊN KOBANÊ Û CIZÎRÊ JÎ BOMBE KIRIN   HSK'ê, bibîrxist ku TSK'ê tenê erîşî Efrînê nekiriye û li Kobanê, Minbicê û gelek cihên Kantona Cizîrê jî êrîş kiriye.  Li gorî vê yekê, leşkerên Tirk bombe li Kobanê barandin, bi rêya leşkerên xwe yên bi pereyan dide şerkirin, bi rêya çeteyên 'artêşa azad' li Minbicê êrîşî gelek nuqteyên QSD'ê kir.   HSK'ê di dewama raporê de diyar kir ku TSK'ê bi çekên giran herî kêm 3 caran êrîş biriye ser gundê Zormegar ê Kobanê, bi tank, çekên giran û hawanan êrîşî sivîlên li Kantona Cizîrê kiriye û li Cizîrê herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, sivîlek jî birîndar bûye. HSK'ê bibîr xist ku hê agahî ji hin sivîlan nehatiye girtin ku nayê zanîn bê sax in an jî jiyana xwe ji dest dane û wiha dirêjî da raporê: "Wezîfedarên Heyva Sor gelek sivîl ji binê xirbeyên avahiyan rizgar kirin, lê hê jî gelek cenaze di binê xirbeyan de ne. Gelê sivîl li nava Efrînê hewl dide ji xwe re cihekî ewle bibînin, lewma timî cih diguherin û hinek jî xwe li şikeftan digirin.  Bi zêdebûna bomberdûmana TSK'ê zêdeyî 25 hezar kesên berê ji herêmên din hatin Efrînê neçar man cihê xwe biguherînin. Ji ber bomberdûmana li derdora Bendava Maydankî, sivîl ji vê herêmê reviyane û eger bendav hilweşe wê rewş gelekî nebaş bibe. Şêniyên Efrînê yên ji ber bomberdûmanê ji cih û warên xwe bûne, ji bajêr dernakevin, bi giranî li nava bajêr diçin cihên ewle û hat gotin, gelê sivîl ê li Cindirêsê, Hemamê, Raco û Şaran, hewl dide li van herêman cihên ewle bibîne. Lê ji ber vê revê li hin malan 5 heta 8 malbat neçar in bi hev re bijîn."    ALÎKARIYA KU BI LEZGÎNÎ PÊWIST   Di rapora Heyva Sor a Kurdistanê de li ser alîkariya ku divê bi lezgînî bigihêje sivîlên Efrînê agahî hate dayin:   - Ji ber bomberdûmanê barê nexweşxaneyan giran bûye. Pêwîste derman û malzemeyên tibî bi lezgînî ji wan re bên ragihandin.   - Ambûlans û malzemeyên tamîratê.   - Şîr, kevnikê pêçandina pitikan, malzemeyên paqijiyê.   - Betanî, nivîn û kincên ji bo zivistanê.   - Ava vexwarinê û paketên xwarinê.   - Kîsikên xwînê ji bo birîndaran, qutiyên alîkariya lezgîn.   ÊRÎŞÎ AMBÛLANSA HEYVA SOR KIRIN   Heyva Sor a Kurdistanê, di berdewama raporê de ragihandin ku bi Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Kantona Efrînê û meclîsên tenduristiyê yên li bajêr re kar tê kirin û gotin, ji ber bomberdûmanê ew nikarin alîkariya însanî bigihînin hemû herêman.   HSK'ê di raporê de bibîrxistin ku heta niha ambûlanseke Heyva Sor jî bûye hedefa TSK'ê û işaret bi rîska êrîşê ya li ser karê rizgarkirinê hate kirin. Di 21'ê Çile de li dijî ambûlansê êrîş pêk hat. Heta niha karine ambûlansê bigihînin Bilbilê, Şiyê, Raco, Cindirêsê, Til Cemal, Rafîn, Kolko û Xelîlê.   Heyva Sor a Kurdistanê di rapora xwe de wêneyên hin gundên ku ji aliyê TSK'ê ve hatine hilweşandin, weşandin.