ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN

*Li Îskenderûnê, şaredariya AKP'î tekane qada hêşîn Baxçeyê Zîraetê dewrî Wezareta Tenduristiyê kir. Hawirdorparêz û gel, bertek nîşanî vê rewşê dan. 

*Îmzavana kampanyaya "Jin hînî Rewşa Awarte nabin" Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê, diyar kir ku bi KHK'yan hepsa mal, malbat û zayendiya civakiyî li jinan tê birîn û ji bo piştevaniyê bang li hemû jinan kir. 
 
*Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku ew ê li dijî ferzkirina yektîpiyê li ber xwe bidin û wiha gotin: "Ne em, ne jî zarokên me serî netewînin. Ger bivê em amade ne ku 24 saetan li ber deriyên girtîgehan rûnên." 
 
*Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wek "qirkirinê" pênase kir û diyar kir ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye. Taşçier ev tişt gotin: "Divê ji bo xatirê Efrînê bên gel hev. Tenê ne Efrîn, kîjan xaka kurdan bê dagirkirin bila bê dagirkirin, wê yekîtî li dijî vê bisekine." 
 
*Bi hejmareke telefonê ya nepen li malbata welatiyê bi navê Eyyup Akyuz ê ji 19'ê Tebaxa 2016'an ve winda ye tê gerîn û gef li malbatê tên xwarin. Ji ber vê yekê malbatê serî li ÎHD'ê da. 
 
*Endamê DÎK'ê Mehmet Oncu yê li medreseyê dersa fiqihê dide bertek nîşanî êrîşên li hemberî goristan û cenazeyan da û wiha got: "Ev bi awayekî aşkere dijminatî ye. Ev bêrêzîtî ye û li hemberî hemû mirovatiyê hatiye kirin. Ev tê wateya ku ji Xwedê re şîrk tê çêkirin." 
 
* Daîreya Ceza ya 5'an a Dadgeha Bilind bi hinceta "kesekî tê naskirin" û "ewlehiyê" doza ku li Şirnexê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat vekirin, neqlî Enqereyê kir. Bi vê biryarê re heta niha 3 dozên der barê Demîrtaş de bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Enqereyê hatine kirin. 
 
*Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî Çawîşê Pispor S.K. yê li Liceyê Pakîze Hazara 85 salî eciqand û kuşt de, bi tawanbariya "Bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirinê" doz hat vekirin. Di îdianameya hat amadekirin de hat xwestin ku Çawîşê Pispor S.K. di navbera 2 sal û 6 salan de bê cezakirin. 
 
*Nûçegihanê dihaber a bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayûmat ê bi hinceta şopandina nûçeyan hat girtin dê di 2’yê Sibatê de derbikeve pêşberî dadger. Hevkarên Alayûmat xwestin hevkarê wan bê berdan û gotin: “Alayûmat ne sîxûr e, rojnameger e.” 
 
*Komîsyona Zarokan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê, ji bo 115 zarokên keç ên piştî îstismara zayendî ducanî man û nexweşxaneyê hewl da li ser vê bûyerê bigire, ket bava liv û tevgerê. ÎHD'ê bi saziyên sivîl re Koordînasyona Şopandinê ya Îstismara Zarokan ava dike.
 
* Endamê Ji Bo Yekîtiyê Demokrasî (DÎB) Levent Tuzel der barê destekdayîna CHP’ê ya operasyona Efrînê de got: “Em dixwazin CHP bi aştîxwazan re tevbigere. Divê li dijî siyaseta şer siyaseta aştiyê biparêze.” 
 
*Çavkaniyên leşkerî yên di eniya şer de diyar kirin ku piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê dest pê kir qelşa di navbêra Artêşa Azad a Sûriye (OSO) û TSK'ê de her diçe firehtir dibe. Çavkanî, anî ziman ku leşkerên OSO'yê êdî naxwazin şer bikin û Tirkiye hewl dide wan qanih bike. 
 
* Ji 170 rewşenbirên li dijî operasyona li ser Efrînê derketin Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku daxuyaniyên hikûmetê yên der barê wan de nişan didin ku hikûmet neheq e. 
 
*  Têkildardî binçavkirina 11 endam û rêveberên Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) dê daxuyanî bên dayîn û geşedanên der barê wan de bên şopandin. 
 
* Danişîna doza 7 akademîsyenên ku gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" dê li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00) 
 
* Danişina doza 1 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenblolê hatin binçavkirin dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)  
 
* 7'emîn Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê pêk hat dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10:00)
 
* Danişîna doza rojnameger Ahmet Altan, Yasemin Çongar, Yildiray Ogur, Mehmet Baransu û Tuncay Opçin dê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) 
 
* 2'emîn Şaxa Egitim Senê ya Îzmirê dê di hefteya 48'an de li Karşiyaka ya Îzmirê li dijî OHAL û KHK'yan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.30)

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'