ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-31 09:00:49 *Li Îskenderûnê, şaredariya AKP'î tekane qada hêşîn Baxçeyê Zîraetê dewrî Wezareta Tenduristiyê kir. Hawirdorparêz û gel, bertek nîşanî vê rewşê dan.  *Îmzavana kampanyaya "Jin hînî Rewşa Awarte nabin" Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê, diyar kir ku bi KHK'yan hepsa mal, malbat û zayendiya civakiyî li jinan tê birîn û ji bo piştevaniyê bang li hemû jinan kir.    *Xizmên girtiyan destnîşan kirin ku ew ê li dijî ferzkirina yektîpiyê li ber xwe bidin û wiha gotin: "Ne em, ne jî zarokên me serî netewînin. Ger bivê em amade ne ku 24 saetan li ber deriyên girtîgehan rûnên."    *Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wek "qirkirinê" pênase kir û diyar kir ku pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye. Taşçier ev tişt gotin: "Divê ji bo xatirê Efrînê bên gel hev. Tenê ne Efrîn, kîjan xaka kurdan bê dagirkirin bila bê dagirkirin, wê yekîtî li dijî vê bisekine."    *Bi hejmareke telefonê ya nepen li malbata welatiyê bi navê Eyyup Akyuz ê ji 19'ê Tebaxa 2016'an ve winda ye tê gerîn û gef li malbatê tên xwarin. Ji ber vê yekê malbatê serî li ÎHD'ê da.    *Endamê DÎK'ê Mehmet Oncu yê li medreseyê dersa fiqihê dide bertek nîşanî êrîşên li hemberî goristan û cenazeyan da û wiha got: "Ev bi awayekî aşkere dijminatî ye. Ev bêrêzîtî ye û li hemberî hemû mirovatiyê hatiye kirin. Ev tê wateya ku ji Xwedê re şîrk tê çêkirin."    * Daîreya Ceza ya 5'an a Dadgeha Bilind bi hinceta "kesekî tê naskirin" û "ewlehiyê" doza ku li Şirnexê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat vekirin, neqlî Enqereyê kir. Bi vê biryarê re heta niha 3 dozên der barê Demîrtaş de bi hinceta "ewlehiyê" sewqî Enqereyê hatine kirin.    *Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî Çawîşê Pispor S.K. yê li Liceyê Pakîze Hazara 85 salî eciqand û kuşt de, bi tawanbariya "Bi awayekî qisûrdar bûye sedema mirinê" doz hat vekirin. Di îdianameya hat amadekirin de hat xwestin ku Çawîşê Pispor S.K. di navbera 2 sal û 6 salan de bê cezakirin.    *Nûçegihanê dihaber a bi KHK’ê hat girtin Erdogan Alayûmat ê bi hinceta şopandina nûçeyan hat girtin dê di 2’yê Sibatê de derbikeve pêşberî dadger. Hevkarên Alayûmat xwestin hevkarê wan bê berdan û gotin: “Alayûmat ne sîxûr e, rojnameger e.”    *Komîsyona Zarokan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê, ji bo 115 zarokên keç ên piştî îstismara zayendî ducanî man û nexweşxaneyê hewl da li ser vê bûyerê bigire, ket bava liv û tevgerê. ÎHD'ê bi saziyên sivîl re Koordînasyona Şopandinê ya Îstismara Zarokan ava dike.   * Endamê Ji Bo Yekîtiyê Demokrasî (DÎB) Levent Tuzel der barê destekdayîna CHP’ê ya operasyona Efrînê de got: “Em dixwazin CHP bi aştîxwazan re tevbigere. Divê li dijî siyaseta şer siyaseta aştiyê biparêze.”    *Çavkaniyên leşkerî yên di eniya şer de diyar kirin ku piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê dest pê kir qelşa di navbêra Artêşa Azad a Sûriye (OSO) û TSK'ê de her diçe firehtir dibe. Çavkanî, anî ziman ku leşkerên OSO'yê êdî naxwazin şer bikin û Tirkiye hewl dide wan qanih bike.    * Ji 170 rewşenbirên li dijî operasyona li ser Efrînê derketin Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku daxuyaniyên hikûmetê yên der barê wan de nişan didin ku hikûmet neheq e.    *  Têkildardî binçavkirina 11 endam û rêveberên Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) dê daxuyanî bên dayîn û geşedanên der barê wan de bên şopandin.    * Danişîna doza 7 akademîsyenên ku gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" dê li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)    * Danişina doza 1 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenblolê hatin binçavkirin dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)     * 7'emîn Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê pêk hat dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10:00)   * Danişîna doza rojnameger Ahmet Altan, Yasemin Çongar, Yildiray Ogur, Mehmet Baransu û Tuncay Opçin dê li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * 2'emîn Şaxa Egitim Senê ya Îzmirê dê di hefteya 48'an de li Karşiyaka ya Îzmirê li dijî OHAL û KHK'yan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.30)