Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt

  • rojane
  • 09:33 30 Çile 2018
  • |
img

EDENE – Parlamenter Meral Daniş Beştaş da zanîn ku pêşdîtinên Ocalan ên ji bo Sûriyeyê û Tirkiyeyê hemû yek bi yek rast derdikevin û got: “Birêz Ocalan ji bo rêxistina paralel jî îşaret kiribû û wê demê hikumetê guh da dengê ji Îmraliyê hat û tedbîrên xwe girt.” 

Êrîşên hewayî û bejahiyê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li dijî Efrînê di roja 11’emîn de didome. Her diçe nerazîbûna li dijî êrîşan zêde dibe û hêrsa ji her beşên cuda yên civakê jî bilind dibe. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, êrîşên li ser Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê re  nirxand. 
 
Beştaş diyar kir ku faşîzma AKP’ê li welat afirandiye sînoran derbas kiriye û got: “Di bin operasyona Efrînê de gelek hesab hene. Mirov nikare tenê behsa armancekê bike. Êrîşên encama tifaqa AKP û MHP’ê ye. Gotinên faşîzan ên Devlet Bahçelî yên der barê Rojava de ji berê ve hene. CHP jî li gefên li dijî Efrînê zêde bû. Bi taybetî dixwazin nûneriya kurdan a li maseya navnetewî û nemaze jî maseya Sûriyê asteng bikin. Di pêvajoyên mîna Astana, Soçî û Cenevre de. Di taliya şerê li Sûriyê de dê alî li hev kom bibin û çareseriyek bê peydekirin. Her carê Tirkiye, divê ku pêwîst be PYD di vê maseyê de cih negire. QSD’ê jî raste ast terorîze dike. Dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd bibin xwedî statu û xwediyê gotinê.” 
 
'TIRKIYE DIXWAZE BIBE XWEDÎ PAR’ 
 
Beştaş anî ziman ku niha li Efrînê rêveberiyek federasyon heye û wiha dewam kir: “Hêj Tirkiye li tu deverê statuya kurdan qebûl nekiriye, lê dixwaze li Sûriyeyê kurdan tasfiye bike û xwe bike parçeyek meseleya wir. Efrînê ji xwe re wek ganîmet dibîne. Dixwaze para xwe ji wir bigire. Dibêje ‘divê ez jî li ser maseyê hebim.’ Wisa difikire.” 
 
'DEMA DAIŞ CÎRANÊ WAN BÛ ACIZÎ NEDIKIRIN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku pêvajoya Efrînê ne pêvajoyek nû ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Me Tirkiyeyê di pêvajoya Kobanê de jî dît. Dema DAIŞ cîranê wan bû, aciziyek Tirkiyeyê tune bû. Li gel hovîtiya DAIŞ’ê ku mirovan dikuşt û jinan li bazaran difirot jî, lê Tirkiyeyê li hember DAIŞ’ê acizî hîs nedikir. Lê Tirkiyeya niha ji baxçeyê ku bêhna netewan jê tê ji Efrînê acizî dike û naxwaze gel li wir xwe bi xwe bi rê ve bibin. Tu eleqeya van êrîşan bi aqil û demokrasiyê re tune ye.” 
 
'CHP AKP’Ê RIZGAR DIKE’ 
 
Beştaş desteka CHP’ê ya ji bo operasyona li dijî Efrînê rexne kir û got: “CHP niha di misyona ku AKP’ê rizgar bike de ye.” Beştaş diyar kir ku ew pir vekirî bang li CHP’iyên aligirê aştî û demokrasiyê ne dike û xwest CHP ne li cem şer li gel aştî, azadî û demokrasiyê cih bigire.
 
'DIVÊ ÊDÎ HÊZÊN NAVNETEWÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku helwestên DYA, Rûsya, NATO û navneteweyî ên din ne zelal e û wiha got: “Pêwîste êdî hêzên navnetewî ne bi daxuyaniyên ‘em bi fikar in’ bi daxuyaniyên xûrt û hêz helwesta xwe bigirin. Divê ku li hember kuştina mirovan çavê xwe negirin.” 
 
'RÛSYA JÎ BI QASÎ TIRKIYEYÊ JI MIRINA SIVÎLAN BERPIRSYAR E’ 
 
Beştaş da zanîn ku meseleya Efrînê ji ber pevçûna Rûsya û DYA’yê xwe daye der û wiha domand: “DYA û Rûsya pev diçin, lê ji mirina kurdan re bêdeng dimînin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Di navbera her du hêzan de şer heye. Em qebûl nakin ku kurdan bikin amûr. Rûsya jî bi qasî Tirkiyeyê ji kuştina sivîlan berpirsyar e.” 
 
'KURD DÎROKA XWE DIZANIN Û LI BER XWE DIDIN’ 
 
Beştaş anî ziman ku bi her awayî kurd li dijî êrîşên Efrînê li ber xwe didin û got: “Kurd dîroka xwe baş dizanin. Ji Sykes-Pîcot heta niha kurd dizanin ku hêzên navnetewî çawa li wan dinêrin. Ji ber wê li şûna kurd ji hin kesên din bawer bikin, ew bi xwe baweriyê bi xwe tînin. Dizanin ku dê bi hêza xwe û berxwedana xwe vê yekê heta dawiyê bibin. Li seranserî cîhanê hemû kurd ji bo Efrînê bûne xelek û rabûne ser piyan. Kurd ne kurdên berê ne ku bên xapandin.” 
 
'OCALAN CAREK DIN MAFDAR DERKET’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku pêşdîtin, baldarî û gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di dema “pêvajoya çareseriyê’ de hemû yek bi yek rast derdikevin û wiha axivî: “Pêşdîtin û gotinên birêz Ocalan yên der barê hevkêşeya Sûriye, şerê navxweyî û qewimandinên dê li Tirkiyeyê pêk bihatana hemû di hevdîtinên xwe de got. Îro jî vaye em dibînin pêşdîtinên birêz Ocalan mafdar derdikevin û tiştên tên qewimandin yek bi yek piştrast dike. Birêz Ocalan ji bo rêxistina paralel jî îşaret kiribû û wê demê hikumetê guh da dengê ji Îmraliyê hat û tedbîrên xwe girt. Îro jî yên tecrîdê giran dikin, difikirin ku dê bi polîtîkaya tunekirinê her tiştî îmha bike.” 
 
MA / Bêrîvan Altan 

Sernavên din

01/02/2018
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye
15:53 Bi daxwaza girtinê Leyla Guven şandin dadgehê
15:35 Elî: Pirsgirêka Sûriye ji ber hêzên navneteweyî li hev nakin çareser nabe
15:23 Ozdemîr: Ez nikarim banga ji bo aştiyê pişt guh bikim
15:21 Parêzeran xwestin giliyê dozgerê doza 10’ê Cotmehê bê kirin
14:28 TSK'ê bi obusan navenda Efrînê bombe kir
14:17 Nerazîbûna li dijî binçavkirina rêveberên TTB’ê zêde dibe
14:16 Polîsan xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî binçav kir
14:10 ÎRA banga beşdariya doza rojnameger Alayumat û Akman kir
14:00 Bi deh hezaran meşiyan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin
13:45 Parlamentoya Kurdistan: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye
13:30 Oldarên Efrînê: Xebatên Diyanetê Dersim, Çorûm û Sêwasê tîne bîra me
13:29 Rêxistina Cebhe El-Şebiyê êrîşa konvoya TSK’ê girt ser xwe
12:58 Macron: Divê operasyona Tirkiye nebe dagirkeriya Efrînê
12:56 Hevseroka KCD'ê Guven derxistin edliyeyê
12:34 Danişîna doza parazvanên mafên mirovan a Buyukada dest pê kir
12:08 Dîplomasiya HDP'ê ji bo Efrînê meclisa federal a Alman ziyaret kir
12:03 Helebçe ji bo Efrînê dimeşe
12:02 Kurd êrîşa li dijî Efrînê li dijî xwe dibînin
11:25 Efrînî: Em li vir in û bi hev re dijîn
11:23 Nameya girtiyan jin 'bifikare' dîtin
11:18 Bav Barlak: Bi vê biryarê gotin polîs dikare mirovan bikuje
11:17 Esnafên bazarê ketine derdê debara xwe
10:57 Başkaya: Desthilatdarî li Efrînê agir pê xist, dibe ku nikaribe vemirîne
10:23 Bostan Unsal: Lînca li dijî me nişan dide operasyon neheq e
10:07 Di navbera OSO û TSK'ê de çi diqewime?
09:31 Endamê DÎB’ê Tuzel: Divê CHP li gel aştîxwazan tev bigere
09:27 Koordînasyona ku îstismarên zarokan dişopîne tê avakirin
09:27 Hempîşeyên rojnameger Alayûmat: Bila Alayûmat di danişîna ewil de bê berdin
09:26 Der barê leşkerê ajokarê wesayîta zirxî yê li Liceyê jina 85 salî eciqand de doz hat vekirin
09:26 Dozeke din a Demîrtaş neqlî Enqereyê kirin
09:25 Seydayê medreseyê der barê rûxandina goristanan de: Dijminatî ye
09:24 Heyva Sor: Li Efrînê 20 jê zarok 65 sivîl hatin kuştin
09:23 Malbata welatiyê hat windakirin di bin tehdîtan de ye
09:22 Taşçier: Divê kurd ji bo xatirê Efrînê bibin yek
09:22 Xizmên girtiyan: Ne em, ne jî zarokên me serî natewînin
09:21 KESK: Bi KHK'yan hepsa zayendiya civakî dan jinan
09:20 Çav berdan tekane qada hêşîn a Îskenederûnê jî!
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2018'AN
30/01/2018
19:23 Rêxistinên Civaka Demokratik binçavkirina bijîşkên TTB'ê şermezar kirin
18:36 Dozger serlêdana cara 726'emîn a parêzerên Ocalan red kir
17:34 Hasîp Gun piştî ji dilê xwe emelyat bû birin girtîgehê
17:15 Metal Îş û MESS'ê li hev kir
16:41 Kemalbay: Tirkiye dê li dadgehên navneteweyî bê darizandin
16:41 Rojnameger Candemîr hat berdan
16:24 HDP: Desthilatdariyê li dijî aştiyê şer daye destpêkirin
16:12 Welatiyê dermankirina penceşerê ditît binçav kirin
15:50 Akademîsyenên Aştiyê: Ji ber ne sûc e pêwîstî bi parastinê jî tune ye
15:38 Saziyên Edeneyê piştgiriya dan TTB’ê: Parastina aştiyê qehremanî ye
15:09 Der barê cinayetê de fermandarên xwe agahdar nekirine
14:59 Doza Ahmet Şik hat dîtin
14:44 Ji bo kongreya HDP’ê bang li gel kirin
14:30 Bi îdiaya ‘dê çalakî li dar bixin’ hatin binçavkirin
14:29 Soçiya bê kurd di roja duyemîn de ye: Dê tiştek jê derneyê
14:23 Bîlgen: Em ê li dijî şer mafê jiyan û aştiyê biparêz in
14:14 Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê: Bijîşkan demil dest serbest berdin
13:56 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Gokalp li Amedê hat binçavkirin
13:47 Avahiya TTB’ê di bin dorpêçê de ye: Bêguman em ê jiyanê biaperêz in
13:15 Ersanli: Baweriya ji yek rastiyekê dijî jiyanê ye
13:07 Li dijî binçavkirinên TTB’ê bertek: Dixwazin ser çi biniximînin?
12:38 Gelê Efrînê: Ev der male, ne qereqol û ne jî qada leşkerî heye
12:37 Şûraya Dewletê îtîraza ji bo hilweşandina Sûrê red kir
12:04 Seferî Yilmaz: Dîlgirtin dewam dike
11:33 Hem îxbar dikin hem jî lêpirsînê didin destpêkirin
11:23 Ji bo Sîsê Bîngol serlêdana ‘serbestiya bi kontrol’
11:06 Parêzerên Ocalan cara 726’emîn serî li dozgeriyê dan
11:06 'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin'
11:05 ‘Qestel warê êzîdiyan e û ev êrîş jî dewama Şengalê ye’
10:29 Dema binçavkirina Guven dirêj kirin
10:21 Ozsoy: Hêzên navnetewî ji bo Efrînê dualî dileyîzin
10:20 Li Wanê qeza: 8 kes mirin, 2 birîndar bûn
10:19 Li dijî Weqfa Furkanê operasyon: Alparslan Kuytul binçav kirin
09:50 Der barê endamên TTB'ê de biryara binçavkirinê derxistin
09:36 Esnafên Wanê: Piştî şer dê qirîz biteqe
09:35 Ji înternetê hîn bû, jê re bû pîşe
09:34 Dêra li lûtkeya çiyayan tune dibe
09:33 Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt
09:32 Rojnamevanên jin: Çapemeniya şer bi serketinên sanalî gel dixapîne
09:31 ‘Duh Cizîr, îro Efrîn...'
09:30 Li Girtîgeha Alanyayê karta nasnameyê tê ferzkirin
09:29 Hevserokê HDP'a Amedê: Wê kongre ji bo Tirkiyeyê bibe gaveke girîng
09:28 ‘Ger em nebin yek em ê nikaribin derkevin pêşberî mirovên xwe'
09:27 'Hedefnîşandana TTB'ê wê encamên talûke bi xwe re bîne'