Beştaş: AKP a ku guh da Îmraliyê tedbîra xwe girt 2018-01-30 09:33:38 EDENE – Parlamenter Meral Daniş Beştaş da zanîn ku pêşdîtinên Ocalan ên ji bo Sûriyeyê û Tirkiyeyê hemû yek bi yek rast derdikevin û got: “Birêz Ocalan ji bo rêxistina paralel jî îşaret kiribû û wê demê hikumetê guh da dengê ji Îmraliyê hat û tedbîrên xwe girt.”  Êrîşên hewayî û bejahiyê yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li dijî Efrînê di roja 11’emîn de didome. Her diçe nerazîbûna li dijî êrîşan zêde dibe û hêrsa ji her beşên cuda yên civakê jî bilind dibe. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, êrîşên li ser Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê re  nirxand.    Beştaş diyar kir ku faşîzma AKP’ê li welat afirandiye sînoran derbas kiriye û got: “Di bin operasyona Efrînê de gelek hesab hene. Mirov nikare tenê behsa armancekê bike. Êrîşên encama tifaqa AKP û MHP’ê ye. Gotinên faşîzan ên Devlet Bahçelî yên der barê Rojava de ji berê ve hene. CHP jî li gefên li dijî Efrînê zêde bû. Bi taybetî dixwazin nûneriya kurdan a li maseya navnetewî û nemaze jî maseya Sûriyê asteng bikin. Di pêvajoyên mîna Astana, Soçî û Cenevre de. Di taliya şerê li Sûriyê de dê alî li hev kom bibin û çareseriyek bê peydekirin. Her carê Tirkiye, divê ku pêwîst be PYD di vê maseyê de cih negire. QSD’ê jî raste ast terorîze dike. Dewleta Tirkiyeyê naxwaze kurd bibin xwedî statu û xwediyê gotinê.”    'TIRKIYE DIXWAZE BIBE XWEDÎ PAR’    Beştaş anî ziman ku niha li Efrînê rêveberiyek federasyon heye û wiha dewam kir: “Hêj Tirkiye li tu deverê statuya kurdan qebûl nekiriye, lê dixwaze li Sûriyeyê kurdan tasfiye bike û xwe bike parçeyek meseleya wir. Efrînê ji xwe re wek ganîmet dibîne. Dixwaze para xwe ji wir bigire. Dibêje ‘divê ez jî li ser maseyê hebim.’ Wisa difikire.”    'DEMA DAIŞ CÎRANÊ WAN BÛ ACIZÎ NEDIKIRIN’    Beştaş destnîşan kir ku pêvajoya Efrînê ne pêvajoyek nû ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Me Tirkiyeyê di pêvajoya Kobanê de jî dît. Dema DAIŞ cîranê wan bû, aciziyek Tirkiyeyê tune bû. Li gel hovîtiya DAIŞ’ê ku mirovan dikuşt û jinan li bazaran difirot jî, lê Tirkiyeyê li hember DAIŞ’ê acizî hîs nedikir. Lê Tirkiyeya niha ji baxçeyê ku bêhna netewan jê tê ji Efrînê acizî dike û naxwaze gel li wir xwe bi xwe bi rê ve bibin. Tu eleqeya van êrîşan bi aqil û demokrasiyê re tune ye.”    'CHP AKP’Ê RIZGAR DIKE’    Beştaş desteka CHP’ê ya ji bo operasyona li dijî Efrînê rexne kir û got: “CHP niha di misyona ku AKP’ê rizgar bike de ye.” Beştaş diyar kir ku ew pir vekirî bang li CHP’iyên aligirê aştî û demokrasiyê ne dike û xwest CHP ne li cem şer li gel aştî, azadî û demokrasiyê cih bigire.   'DIVÊ ÊDÎ HÊZÊN NAVNETEWÎ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN’    Beştaş destnîşan kir ku helwestên DYA, Rûsya, NATO û navneteweyî ên din ne zelal e û wiha got: “Pêwîste êdî hêzên navnetewî ne bi daxuyaniyên ‘em bi fikar in’ bi daxuyaniyên xûrt û hêz helwesta xwe bigirin. Divê ku li hember kuştina mirovan çavê xwe negirin.”    'RÛSYA JÎ BI QASÎ TIRKIYEYÊ JI MIRINA SIVÎLAN BERPIRSYAR E’    Beştaş da zanîn ku meseleya Efrînê ji ber pevçûna Rûsya û DYA’yê xwe daye der û wiha domand: “DYA û Rûsya pev diçin, lê ji mirina kurdan re bêdeng dimînin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Di navbera her du hêzan de şer heye. Em qebûl nakin ku kurdan bikin amûr. Rûsya jî bi qasî Tirkiyeyê ji kuştina sivîlan berpirsyar e.”    'KURD DÎROKA XWE DIZANIN Û LI BER XWE DIDIN’    Beştaş anî ziman ku bi her awayî kurd li dijî êrîşên Efrînê li ber xwe didin û got: “Kurd dîroka xwe baş dizanin. Ji Sykes-Pîcot heta niha kurd dizanin ku hêzên navnetewî çawa li wan dinêrin. Ji ber wê li şûna kurd ji hin kesên din bawer bikin, ew bi xwe baweriyê bi xwe tînin. Dizanin ku dê bi hêza xwe û berxwedana xwe vê yekê heta dawiyê bibin. Li seranserî cîhanê hemû kurd ji bo Efrînê bûne xelek û rabûne ser piyan. Kurd ne kurdên berê ne ku bên xapandin.”    'OCALAN CAREK DIN MAFDAR DERKET’    Beştaş destnîşan kir ku pêşdîtin, baldarî û gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di dema “pêvajoya çareseriyê’ de hemû yek bi yek rast derdikevin û wiha axivî: “Pêşdîtin û gotinên birêz Ocalan yên der barê hevkêşeya Sûriye, şerê navxweyî û qewimandinên dê li Tirkiyeyê pêk bihatana hemû di hevdîtinên xwe de got. Îro jî vaye em dibînin pêşdîtinên birêz Ocalan mafdar derdikevin û tiştên tên qewimandin yek bi yek piştrast dike. Birêz Ocalan ji bo rêxistina paralel jî îşaret kiribû û wê demê hikumetê guh da dengê ji Îmraliyê hat û tedbîrên xwe girt. Îro jî yên tecrîdê giran dikin, difikirin ku dê bi polîtîkaya tunekirinê her tiştî îmha bike.”    MA / Bêrîvan Altan