'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'

  • rojane
  • 14:44 29 Çile 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê der barê civîna li bajarê Soçiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û aşkera kir ku dema Rûsya du alî dileyze û gelê herêmê dixe qurbanê berjewendiyan û ewê di van şertan de tev li civîna li Soçiyê nebim.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku dema Efrîn tê bombebarankirin, li Soçiyê çareserî ne pêkan e û ev tişt got: "Nehewandina hêzeke ku di çareseriyê de rola wê heye, wê bandoreke neyînî li civînê bike." 
 
'ME PIŞTGIRÎ DA ÇARESEYÊ'
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Gelê me yê Bakurê Sûriyeyê her tim ji hewldanên çareseriyê hatin dûrxistin. Me her de ji bo pêkhatina çareseriya demokratîk li dijî terorê şer kir. Her wiha me piştgirî da lêgerînên çareseriyê yên krîza Sûriyeyê. Tevî ku em di hemû aliyan de li gorî xizmeta gelê Sûriyeyêê xebat meşand, her demê em dihatin dûrxistin û hewl dan ku me wekî ku tu têkiliya me bi rewşa Sûriyeyê re tune nêzî me bûn. Ev nêzîkatî di demeke ku gelê me ji hemû gelên Sûriyeyê re pêşengtî dikir de pêk hat. Lê em her dem amade bûn ku ji bo xebatên çareseriyê gavan bavêjin û ji bo tunekirina terorê tê bikoşin.
 
‘ÊRÎŞ LI DIJÎ CEWHERA SOÇIYÊ YE’
 
Di vê rewşê de rastî û cidiyeta vexwendin û bangawaziyên civînê nemaneye. Li vir zelal dibe bê kî beşdarî vê civînê bibin. Ji milekî ve dema gelên Suriyeyê li Efrînê tê bombebarankirin, ne pêkan e ku rêyên çareseriyê bên dîtin. Di van êrîşan de zarok û jin şehîd dikevin, beramberî wê heta niha civaka navnetewî neketiye nav tevgerê. Helwesta Rûsyayê ya ku piştgiriya êrîşa dewleta tirk dike, nîşan dide ku çareseriya siyasî di xeteriyê de ye û rê û rêbazên leşkerî esas digrin. Ev rewş nîşan dide ku wê civîna li Soçiyê mîna civînên berî niha bê encam bîmine. Êrêkirina daxwazên Tirkiyeyê li dijî berjewendiyên gelên Sûriyeyê ne û ev yek li ber çareseriyê asteng e. 
 
'WÊ BANDORA NEYÎNÎ LI PÊVAJOYÊ BIKE’
 
Di heman demê de nehewandina hêzeke ku wê di çareseriya krîzê de bi bandor be, wê bandoreke neyînî li pêvajoyê bike. Wekî din sekna Rûsyayê dê bandorê li civîna Soçiyê bike. Em wekî rêveberiya siyasî ya Bakrûrê Sûriyeyê dixwazin bi awayekî zelal carek din bêjin ku em ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe hertim amade ne. Em bi tu awayî qebûl nakin ku tenê di warê leşkerî de rol bidin me. Heta dawiyê baweriya me bi çareseriya demokratîk heye. Lê em dizanin ku dewleta tirk dest lê werdide. Em bang li Rûsyayê dikin ku du alî nêzî mijaran nebe. Rûsya ji milekî ve ji bo bikaranîna hemû çekan piştgiriyê dide dewleta tirk û ji milê din ve xwe mîna aliyê çareseriyê dide nîşan.
 
Kurd, kreb, êzîdî, xiristiyan û elewî, tevahiya gelên me li Efrînê di bin êrîşên tunekirinê de ne. Gelên me yên li Efrînê bûne qurbanê lihevkirinên siyasî. Li beramberî van lihevkirinên siyasî jî xwe wekî parêzerên berjewendiyên gelên Sûriyeyê didin nîşan. Ew dibêjin ku wê beşeke gelên Sûriyeyê qurban bikin û bi vî awayî çareseriyê pêk bînin. Lê ev rastî hemû rêyên çareseriyê dixetimîne."

Sernavên din

30/01/2018
09:26 'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2018'AN
29/01/2018
17:32 SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin
SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne
17:15 Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan
17:10 Rojnamevan Candemîr hate binçavkirin
17:03 Erdogmuş û Yildirim ên HDP: Em li gorî quranê muzakere bikin
16:32 Der barê TTB'ê lêpirsîn dan destpêkirin
16:07 Balafirên şer Tirba dîrokî ya Nebî Hûrî bombe kir
16:00 Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir
15:58 Dê doza Dînk sibê dewam bike
15:57 Polisan ji ber gotina Efrînê mudaxaleyî HDP'ê kir
15:37 Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand
15:30 Serkomiser kirin kesê pispor
15:17 Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê
15:08 HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
14:44 'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'
13:34 Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!'
13:30 Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê'
13:06 Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin
12:39 Polîsan jî got Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye
12:22 Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin
12:21 Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin
12:15 Ewil dizan piştre polîs buroya dovîzê şêland
12:09 Perestgeha Eyn Dara ya 3300 bombe kirin
11:53 Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat
11:38 Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan
11:14 Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da
10:56 HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin
10:12 Robert Fîsk çavdêriyên xwe yên li Efrînê nivîsî
10:01 'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
09:37 Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî da gelê Efrînê
09:29 Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn
09:29 Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin
09:28 'Êrîşa li dijî Efrînê, perçeyeke şerê li Sûrê ye'
09:27 Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye!
09:27 Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike
09:26 Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin
09:22 ‘Faşîzm ji deng ditirse'
09:22 Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?
09:20 Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin
09:20 Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe
09:16 'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
28/01/2018
21:55 Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan
21:16 Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin
18:23 Dê cilên yektîpi bişînin fabrîqeya lê hatî çêkirin
18:07 Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
17:18 Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin
16:37 Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
16:01 Ayşe Nur Zarakolu li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
14:39 Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin
13:51 Dayikên Aştiyê: Em ji bo pira aştî û biratiyê amade ne
13:31 Li Şirnexê 11 herên qedexe kirin
13:30 Erdogan: Gavek din em dê Girê Bûseya bixin
13:20 Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin
10:55 ‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike'
10:40 Ji 9 endamên ESP’ê 8 kes hatin berdan
10:11 Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin
09:55 Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin
09:54 Polîsan zarokek 10 sali li Cizîrê birîndar kir
09:54 Dr. Demîr: Efrîn dê Erdogan biqedîne
09:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman
09:31 Xwe bi qalikê findiqan germ dikin
09:30 Ji ber Otostopê doz lê hat vekirin
09:30 Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê
09:29 Wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de xêz kir
09:28 Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke
09:28 Îfadeya şahid guhertin: Kesên 'Rû vekirî' kirin 'Rû girtî'
09:27 Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
09:27 Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin
09:26 Gel û baweriyên li Efrînê dijîn seferber bûn
09:18 'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'
09:01 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2018'AN
27/01/2018
20:40 Polîsan 9 ESP’iyên li dijî cilên yek tîp belavok belav kirin binçav kirin
20:18 TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn
18:14 Li nêzî Walîtiya Amedê di bîdona çopê de teqîn pêk hat
17:43 Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket
17:28 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 roj in di bin çavan de ye
17:18 Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn
16:44 Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir
16:31 Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan
16:18 Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin
16:01 Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me
15:56 ‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’
15:55 HDP'ê piştgirî da karkerên metalê
15:44 Xebatkarên TV10'ê: Rojnamegeran serbest berdin
15:29 Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
15:04 Kesên binçavkirî serbest berdin
15:03 Xizmên windayan: Daxwaza aştiyê ne sûc e
14:29 Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî
14:17 Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû
13:52 DBP'a Wanê êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir
13:29 Li gundê Elî Bîsko şerên dijwar
13:23 Beşikci: Efrîn nabe Kerkûk
13:06 Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin
12:39 'Ne mirinê em jiyanê diparêzin'
12:35 Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê
12:07 Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da
11:55 Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da