'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê' 2018-01-29 14:44:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê der barê civîna li bajarê Soçiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û aşkera kir ku dema Rûsya du alî dileyze û gelê herêmê dixe qurbanê berjewendiyan û ewê di van şertan de tev li civîna li Soçiyê nebim.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku dema Efrîn tê bombebarankirin, li Soçiyê çareserî ne pêkan e û ev tişt got: "Nehewandina hêzeke ku di çareseriyê de rola wê heye, wê bandoreke neyînî li civînê bike."    'ME PIŞTGIRÎ DA ÇARESEYÊ'   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Gelê me yê Bakurê Sûriyeyê her tim ji hewldanên çareseriyê hatin dûrxistin. Me her de ji bo pêkhatina çareseriya demokratîk li dijî terorê şer kir. Her wiha me piştgirî da lêgerînên çareseriyê yên krîza Sûriyeyê. Tevî ku em di hemû aliyan de li gorî xizmeta gelê Sûriyeyêê xebat meşand, her demê em dihatin dûrxistin û hewl dan ku me wekî ku tu têkiliya me bi rewşa Sûriyeyê re tune nêzî me bûn. Ev nêzîkatî di demeke ku gelê me ji hemû gelên Sûriyeyê re pêşengtî dikir de pêk hat. Lê em her dem amade bûn ku ji bo xebatên çareseriyê gavan bavêjin û ji bo tunekirina terorê tê bikoşin.   ‘ÊRÎŞ LI DIJÎ CEWHERA SOÇIYÊ YE’   Di vê rewşê de rastî û cidiyeta vexwendin û bangawaziyên civînê nemaneye. Li vir zelal dibe bê kî beşdarî vê civînê bibin. Ji milekî ve dema gelên Suriyeyê li Efrînê tê bombebarankirin, ne pêkan e ku rêyên çareseriyê bên dîtin. Di van êrîşan de zarok û jin şehîd dikevin, beramberî wê heta niha civaka navnetewî neketiye nav tevgerê. Helwesta Rûsyayê ya ku piştgiriya êrîşa dewleta tirk dike, nîşan dide ku çareseriya siyasî di xeteriyê de ye û rê û rêbazên leşkerî esas digrin. Ev rewş nîşan dide ku wê civîna li Soçiyê mîna civînên berî niha bê encam bîmine. Êrêkirina daxwazên Tirkiyeyê li dijî berjewendiyên gelên Sûriyeyê ne û ev yek li ber çareseriyê asteng e.    'WÊ BANDORA NEYÎNÎ LI PÊVAJOYÊ BIKE’   Di heman demê de nehewandina hêzeke ku wê di çareseriya krîzê de bi bandor be, wê bandoreke neyînî li pêvajoyê bike. Wekî din sekna Rûsyayê dê bandorê li civîna Soçiyê bike. Em wekî rêveberiya siyasî ya Bakrûrê Sûriyeyê dixwazin bi awayekî zelal carek din bêjin ku em ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe hertim amade ne. Em bi tu awayî qebûl nakin ku tenê di warê leşkerî de rol bidin me. Heta dawiyê baweriya me bi çareseriya demokratîk heye. Lê em dizanin ku dewleta tirk dest lê werdide. Em bang li Rûsyayê dikin ku du alî nêzî mijaran nebe. Rûsya ji milekî ve ji bo bikaranîna hemû çekan piştgiriyê dide dewleta tirk û ji milê din ve xwe mîna aliyê çareseriyê dide nîşan.   Kurd, kreb, êzîdî, xiristiyan û elewî, tevahiya gelên me li Efrînê di bin êrîşên tunekirinê de ne. Gelên me yên li Efrînê bûne qurbanê lihevkirinên siyasî. Li beramberî van lihevkirinên siyasî jî xwe wekî parêzerên berjewendiyên gelên Sûriyeyê didin nîşan. Ew dibêjin ku wê beşeke gelên Sûriyeyê qurban bikin û bi vî awayî çareseriyê pêk bînin. Lê ev rastî hemû rêyên çareseriyê dixetimîne."