Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?

  • rojane
  • 09:22 29 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - Akademîsyenên danezana aştiyê îmze kirin û 170 Rewşenbirên ku nameya ji bo aştiyê ji meclîsê re şandin, bûn hedefa AKP'ê. Rewşenbir û akademîsyenan bertek nîşanî helwesta AKP'ê dan û diyar kirin ku ew li pişt îmzeya xwe ne û wiha gotin: "Sorkirina şer û propaganda şer sûc e. Em vî sûcî nakin. Ger ku di bin kavilan de cenazeyên zarokan bimînin, em dê çawa ji vi şerî re bêdeng bimînin? 

Operasyona TSK-OSO ya li ser Efrînê di roja 10'an de berdewam dike. Zêdeyî hezar rewşenbir, nivîskar û akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û 170 wekîl, nivîskar, rewşenbiran nameya aştiyê îmze kirin û ji meclîsê û AKP'ê re şandin, bûn hedefa Serokê AKP'ê Erdogan. Erdogan wan wekî "Keriyê Mankurt" îxanetkar bi nav kir. Piştî Erdogan rewşenbîr kirin hedef li dijî wan êrişa lîncê dest pê kir. Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag jî gotibû "Rewşenbirê wisa nabin." 
 
PIŞTGIRIYA AŞTIYÊ BERSIVEK SINCÎ YE
 
Dîroknas Ayşe Hur, diyar kir ku ew li pişt îmzeya xwe ye û wiha got: "Li gorî peymana navneteweyî sorkirina şer sûc e. Li gorî hiqûqa navneteweyî şer ne sûc bûya jî ez wekî kesek pasifizmê diparêzim li gorî nerîna min pirsgirêk bi çekan çareser nabin. Hemû pirsgirêk bi diyalog û aştiyê çareser dibin." Yên ku şer dane destpêkirin yekem berpirsiyarê kuştin û windahiyan in. Em ji bo windahiyên herdu aliyan jî wekî hev xemgîn dibin. Dijberiya şer ne tenê ji bo Efrînê, ji bo her kesî divê hebe. "
 
DI VAN ŞERTAN DE EM BIBIN HEDEF NORMAL E 
 
Rojnameger Umit Kivanç, diyar kir ku tu pirsgirêkên civakî bi şer çareser nabin û wiha got: "Ez bawer nakim ku tişta kuştin di navde hebe çareser hibe. Ji ber vê yekê min îmze avêt danezana aştiyê. Ya din jî ez bawer dikim ku şer başî û qenciyê bi xwe re nîne. Dijberî vê yekê xerabî û pirsgirêkan giran dike. Ya sêyemîn jî şer ji aliyê îktîdarê ve tê geşkirin û ji bo îktîdara xwe biparêze serî li rêya bi xwîn û zalimane dide. Ji ber vê yekê min ev metnê aştiyê îmze kir û li pişt îmzeya xwe me. Di van şertan de em bibin hedef asayî ye. Ji ber ku di nava civakekê de kesek nekin hedef, di nava civakê de eniyê ava nekin, koman nekin dijminên hev û nakokiyê kûr nekin îktîdar nikare hebûna xwe berdewam bike."  Kivanç, anî ziman ku rageşî, şer û lînc kêrî civakê nayê, tenê kêrî zilmkaran tê. 
 
DIVÊ DEWAMA ÎMZEYAN BÊ, DÊ BÊ JÎ'
 
Endamê Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) û parlamenterê berê Akin Bîrdal jî, wiha axivî: "Şer cinayet e. Li dijî vê yekê 170 hevalên me nêzîkatiyek bi wîjdanî nîşan dan. Ji ber vê yekê sûcdariyên Berdevkê Hikûmetê yên weke 'xirbendên ronakbîr' bêmaf û encamên binkeftinekê ne. Hemû kesê ne dikarin li malên xwe rûnin û li hemberî vê şerê bêdeng bimînin. Di hiqûqa navneteweyî de jî pir eşkere tê gotin ku propagandeya şer sûc e. Em dibêjin 'em ê nebin sûcê vî şerî' û aştiyê diparêzin. Ji ber vê yekê divê dewama vê îmzeyê bê û dê bê jî."  
 
Bîrdal, da zanîn ku ew ê çawan ji qetilkirina sivîlan û cenazeyên zarokan ji bin xirbeyan derxistin re bêdeng bimînin û wiha got: "Tişta me kir nêzîkatiyek wijdanî bû û em tevgereke aştiyane ne. Divê hemû kes ji bo aştiyê tiştekî bêje û aştî maf e, divê vî mafê xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê hewl bidin." 
 
'ÇIMA JI 170 KESAN TIRSIYAN?'
 
Hunermenda dansê Zeynep Tanbay jî, bal kişand ser şar û aştiyê û wiha axivî: "Em li dijî şer û dagirkirina axa welatek dinin. Berî her tiştî divê bi dîplomasiyê hemû tişt bên çareserkirin. AKP bêyî ku li Meclîsê bixwe nîqaşê, biryara şer da. Divê bi hêsanî biryara em leşkerên xwe bişînin ser sînorê welateke din neyê girtin. Bûyera me pir hêsan e, divê her tim em ne şer rêya aştiyê bibînin. Deshilatdariyê bi hemû hêza xwe, medyaya xwe û koalîsyona xwe ev biryar girt û partiya mûxalîf a sereke jî piştgirî dayê. Madem ji sedî 70 piştgiriyê didin vî şerî, wê demê ji 170 kesan çima evqas tirsiyan?  
 
'EM ÎMZEYA XWE DIPARÊZIN'
 
Tanbay, da zanîn ku çawan ku desthilatdarî li her devera cîhanê dikarin biryara şer bidin û piştevanên wan hene, dîsan bi heman awayî li her devera cîhanê mirovên ku aştiyê dixwazin hene û piştevanên wan jî hene. Tanbay, destnîşan kir ku wan mafê xwe yê herî bingehîn ê aştiyê bi kar anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê vî mafê xwe bi kar neyînin dê çi lêbikin. Xala ku ez pê diqehirim, li vî welatî ji ber ku me aştî parast, em tenê ne dijberê desthilatdariyê, weke 'xayînên welat' hatin îlankirin. Ez vê yekê pir bi talûke dibînim. Lê bila baş bê zanîn ku, em li dû îmzeya xwe ne û îmzeya xwe diparêzin." 
 
MA / Bîlal Seçkîn
 
 
 

Sernavên din

30/01/2018
09:26 'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2018'AN
29/01/2018
17:32 SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin
SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne
17:15 Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan
17:10 Rojnamevan Candemîr hate binçavkirin
17:03 Erdogmuş û Yildirim ên HDP: Em li gorî quranê muzakere bikin
16:32 Der barê TTB'ê lêpirsîn dan destpêkirin
16:07 Balafirên şer Tirba dîrokî ya Nebî Hûrî bombe kir
16:00 Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir
15:58 Dê doza Dînk sibê dewam bike
15:57 Polisan ji ber gotina Efrînê mudaxaleyî HDP'ê kir
15:37 Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand
15:30 Serkomiser kirin kesê pispor
15:17 Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê
15:08 HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
14:44 'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'
13:34 Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!'
13:30 Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê'
13:06 Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin
12:39 Polîsan jî got Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye
12:22 Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin
12:21 Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin
12:15 Ewil dizan piştre polîs buroya dovîzê şêland
12:09 Perestgeha Eyn Dara ya 3300 bombe kirin
11:53 Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat
11:38 Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan
11:14 Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da
10:56 HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin
10:12 Robert Fîsk çavdêriyên xwe yên li Efrînê nivîsî
10:01 'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
09:37 Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî da gelê Efrînê
09:29 Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn
09:29 Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin
09:28 'Êrîşa li dijî Efrînê, perçeyeke şerê li Sûrê ye'
09:27 Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye!
09:27 Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike
09:26 Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin
09:22 ‘Faşîzm ji deng ditirse'
09:22 Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?
09:20 Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin
09:20 Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe
09:16 'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
28/01/2018
21:55 Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan
21:16 Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin
18:23 Dê cilên yektîpi bişînin fabrîqeya lê hatî çêkirin
18:07 Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
17:18 Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin
16:37 Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
16:01 Ayşe Nur Zarakolu li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
14:39 Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin
13:51 Dayikên Aştiyê: Em ji bo pira aştî û biratiyê amade ne
13:31 Li Şirnexê 11 herên qedexe kirin
13:30 Erdogan: Gavek din em dê Girê Bûseya bixin
13:20 Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin
10:55 ‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike'
10:40 Ji 9 endamên ESP’ê 8 kes hatin berdan
10:11 Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin
09:55 Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin
09:54 Polîsan zarokek 10 sali li Cizîrê birîndar kir
09:54 Dr. Demîr: Efrîn dê Erdogan biqedîne
09:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman
09:31 Xwe bi qalikê findiqan germ dikin
09:30 Ji ber Otostopê doz lê hat vekirin
09:30 Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê
09:29 Wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de xêz kir
09:28 Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke
09:28 Îfadeya şahid guhertin: Kesên 'Rû vekirî' kirin 'Rû girtî'
09:27 Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
09:27 Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin
09:26 Gel û baweriyên li Efrînê dijîn seferber bûn
09:18 'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'
09:01 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2018'AN
27/01/2018
20:40 Polîsan 9 ESP’iyên li dijî cilên yek tîp belavok belav kirin binçav kirin
20:18 TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn
18:14 Li nêzî Walîtiya Amedê di bîdona çopê de teqîn pêk hat
17:43 Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket
17:28 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 roj in di bin çavan de ye
17:18 Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn
16:44 Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir
16:31 Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan
16:18 Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin
16:01 Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me
15:56 ‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’
15:55 HDP'ê piştgirî da karkerên metalê
15:44 Xebatkarên TV10'ê: Rojnamegeran serbest berdin
15:29 Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
15:04 Kesên binçavkirî serbest berdin
15:03 Xizmên windayan: Daxwaza aştiyê ne sûc e
14:29 Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî
14:17 Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû
13:52 DBP'a Wanê êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir
13:29 Li gundê Elî Bîsko şerên dijwar
13:23 Beşikci: Efrîn nabe Kerkûk
13:06 Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin
12:39 'Ne mirinê em jiyanê diparêzin'
12:35 Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê
12:07 Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da
11:55 Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da