Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin? 2018-01-29 09:22:00 STENBOL - Akademîsyenên danezana aştiyê îmze kirin û 170 Rewşenbirên ku nameya ji bo aştiyê ji meclîsê re şandin, bûn hedefa AKP'ê. Rewşenbir û akademîsyenan bertek nîşanî helwesta AKP'ê dan û diyar kirin ku ew li pişt îmzeya xwe ne û wiha gotin: "Sorkirina şer û propaganda şer sûc e. Em vî sûcî nakin. Ger ku di bin kavilan de cenazeyên zarokan bimînin, em dê çawa ji vi şerî re bêdeng bimînin?  Operasyona TSK-OSO ya li ser Efrînê di roja 10'an de berdewam dike. Zêdeyî hezar rewşenbir, nivîskar û akademîsyenên ku danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û 170 wekîl, nivîskar, rewşenbiran nameya aştiyê îmze kirin û ji meclîsê û AKP'ê re şandin, bûn hedefa Serokê AKP'ê Erdogan. Erdogan wan wekî "Keriyê Mankurt" îxanetkar bi nav kir. Piştî Erdogan rewşenbîr kirin hedef li dijî wan êrişa lîncê dest pê kir. Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag jî gotibû "Rewşenbirê wisa nabin."    PIŞTGIRIYA AŞTIYÊ BERSIVEK SINCÎ YE   Dîroknas Ayşe Hur, diyar kir ku ew li pişt îmzeya xwe ye û wiha got: "Li gorî peymana navneteweyî sorkirina şer sûc e. Li gorî hiqûqa navneteweyî şer ne sûc bûya jî ez wekî kesek pasifizmê diparêzim li gorî nerîna min pirsgirêk bi çekan çareser nabin. Hemû pirsgirêk bi diyalog û aştiyê çareser dibin." Yên ku şer dane destpêkirin yekem berpirsiyarê kuştin û windahiyan in. Em ji bo windahiyên herdu aliyan jî wekî hev xemgîn dibin. Dijberiya şer ne tenê ji bo Efrînê, ji bo her kesî divê hebe. "   DI VAN ŞERTAN DE EM BIBIN HEDEF NORMAL E    Rojnameger Umit Kivanç, diyar kir ku tu pirsgirêkên civakî bi şer çareser nabin û wiha got: "Ez bawer nakim ku tişta kuştin di navde hebe çareser hibe. Ji ber vê yekê min îmze avêt danezana aştiyê. Ya din jî ez bawer dikim ku şer başî û qenciyê bi xwe re nîne. Dijberî vê yekê xerabî û pirsgirêkan giran dike. Ya sêyemîn jî şer ji aliyê îktîdarê ve tê geşkirin û ji bo îktîdara xwe biparêze serî li rêya bi xwîn û zalimane dide. Ji ber vê yekê min ev metnê aştiyê îmze kir û li pişt îmzeya xwe me. Di van şertan de em bibin hedef asayî ye. Ji ber ku di nava civakekê de kesek nekin hedef, di nava civakê de eniyê ava nekin, koman nekin dijminên hev û nakokiyê kûr nekin îktîdar nikare hebûna xwe berdewam bike."  Kivanç, anî ziman ku rageşî, şer û lînc kêrî civakê nayê, tenê kêrî zilmkaran tê.    DIVÊ DEWAMA ÎMZEYAN BÊ, DÊ BÊ JÎ'   Endamê Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) û parlamenterê berê Akin Bîrdal jî, wiha axivî: "Şer cinayet e. Li dijî vê yekê 170 hevalên me nêzîkatiyek bi wîjdanî nîşan dan. Ji ber vê yekê sûcdariyên Berdevkê Hikûmetê yên weke 'xirbendên ronakbîr' bêmaf û encamên binkeftinekê ne. Hemû kesê ne dikarin li malên xwe rûnin û li hemberî vê şerê bêdeng bimînin. Di hiqûqa navneteweyî de jî pir eşkere tê gotin ku propagandeya şer sûc e. Em dibêjin 'em ê nebin sûcê vî şerî' û aştiyê diparêzin. Ji ber vê yekê divê dewama vê îmzeyê bê û dê bê jî."     Bîrdal, da zanîn ku ew ê çawan ji qetilkirina sivîlan û cenazeyên zarokan ji bin xirbeyan derxistin re bêdeng bimînin û wiha got: "Tişta me kir nêzîkatiyek wijdanî bû û em tevgereke aştiyane ne. Divê hemû kes ji bo aştiyê tiştekî bêje û aştî maf e, divê vî mafê xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê hewl bidin."    'ÇIMA JI 170 KESAN TIRSIYAN?'   Hunermenda dansê Zeynep Tanbay jî, bal kişand ser şar û aştiyê û wiha axivî: "Em li dijî şer û dagirkirina axa welatek dinin. Berî her tiştî divê bi dîplomasiyê hemû tişt bên çareserkirin. AKP bêyî ku li Meclîsê bixwe nîqaşê, biryara şer da. Divê bi hêsanî biryara em leşkerên xwe bişînin ser sînorê welateke din neyê girtin. Bûyera me pir hêsan e, divê her tim em ne şer rêya aştiyê bibînin. Deshilatdariyê bi hemû hêza xwe, medyaya xwe û koalîsyona xwe ev biryar girt û partiya mûxalîf a sereke jî piştgirî dayê. Madem ji sedî 70 piştgiriyê didin vî şerî, wê demê ji 170 kesan çima evqas tirsiyan?     'EM ÎMZEYA XWE DIPARÊZIN'   Tanbay, da zanîn ku çawan ku desthilatdarî li her devera cîhanê dikarin biryara şer bidin û piştevanên wan hene, dîsan bi heman awayî li her devera cîhanê mirovên ku aştiyê dixwazin hene û piştevanên wan jî hene. Tanbay, destnîşan kir ku wan mafê xwe yê herî bingehîn ê aştiyê bi kar anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê vî mafê xwe bi kar neyînin dê çi lêbikin. Xala ku ez pê diqehirim, li vî welatî ji ber ku me aştî parast, em tenê ne dijberê desthilatdariyê, weke 'xayînên welat' hatin îlankirin. Ez vê yekê pir bi talûke dibînim. Lê bila baş bê zanîn ku, em li dû îmzeya xwe ne û îmzeya xwe diparêzin."    MA / Bîlal Seçkîn