ŞIRNEX - Welatiyê keldanî Petro Karatay ê di 11'ê Çileyê de li Silopiyayê hat girtin, hat berdan.
Tekane welatiyê keldanî yê li bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê dijî Petro Karatay, ku di 11'ê Çileyê de hatibû binçavkirin, li ser beyanên şahidan û parvekirinên medyaya civakî hatibû girtin. Parêzeran îtirazî girtina Karatay kirin û hat hînbûn ku çend roj berê Karatay hatiye tehliyekirin.