Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan 2018-01-28 21:55:25   ŞIRNEX - Welatiyê keldanî Petro Karatay ê di 11'ê Çileyê de li Silopiyayê hat girtin, hat berdan.    Tekane welatiyê keldanî yê li bajaroka Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê dijî Petro Karatay, ku di 11'ê Çileyê de hatibû binçavkirin, li ser beyanên şahidan û parvekirinên medyaya civakî hatibû girtin. Parêzeran îtirazî girtina Karatay kirin û hat hînbûn ku çend roj berê Karatay hatiye tehliyekirin.