Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin

  • rojane
  • 13:20 28 Çile 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi maşîneyên zirxî di salekê de li bajarê Kurdistanê 6 jê zarok 21 kes kuştin û 30 kes jî birîndar kirin. 
 
Polîsan li Şirnexê di mehekê de bi maşîneyên zirxî 4 kes birîndar kirin. Welatiyên ku polîs bi maşîneyên zirxî wan birîndar dike û dikuje her diçe zêde dibin. Polîsan bi taybetî di salekê de li bajarên Kurdistanê 6 jê zarok 21 kes bi maşîneyên zirxî kuştin. 2 jê zarok 30 kes birîndar kirin. 
 
HIQÛQ BÊ WATE MA
 
Lêpirsînên der barê bûyerên maşîneyên zirxî de hatin destpêkirin, yek jî bi encam nebû. Lêpirsînên ku hatin destpêkirin, dadgehê pêwîstî bi cezakirina polîsan nedîtin û doz belat kirin.
 
Herî dawî di salekê de ji ber maşîneyên zirxî kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
 
* Di 9’ê Sibata 2017’an de li Kerborana Mêrdînê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistanê diçû malê, polîsan bi wesayîta zirxî lê xist û ew kuşt. 
 
* Di 15’ê Sibata 2017’an de li Taxa Şabaniye ya Artemêtana Wanê polîsan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan qeliband. Di mînîbusê de 7 kes birîndar bûn. 
 
* Di 4’ê Adara 2017’an de li noqteya venêrînê ya li ser riya Sêrt-Êlihê polîsan bi wesayîta zirxî Kerem Arslan (34) eciqand û kuştin. 
 
* Di 20’ê Adara 2017’an de maşineya zirxî ya li maşineya sivîl a ji navçeya Hezexê diçû Cizîrê qeliband. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. 
  
* Di 29’ê Adara 2017’an de li semta Ofîsê ya Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan a li rawestgehê qeliband û 4 kes birîndar kirin. 
  
* Di 18’ê Nîsana 2017’an de li navenda Wanê polîsan bi maşînaya zirxî li du kesan qeliband. Ji van kesan Abdûlvahap Taş bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 27’ê Nîsana 2017’an de li Kolana Gevran a Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li Hatûn Elhuman a 55 salî qeliband û kuşt. 
 
* Di 28’ê Nîsana 2017’an de li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li du kesan qeliband. Ji van kesan Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 4’ê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi wesayîta zirxî li malekê qeliband û di malê de zarokên birayên hev Muhammed û Fûrkan Yildirim ên di xew de kuştin.
 
* Di 9’ê Hezîrana 2017’an de li ser Kolana Midyadê ya Nisêbîna Mêrdînê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsikletekê qeliband. Di bûyerç de zarokê bi navê M.S.B. (17) bi giranî birîndar bû. 
 
* Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Liceyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li Pakîze Hazar a 85 salî qeliband û Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Hezîrana 2017’an de li ser rêya Çewlig-Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li mînîbuseke rêwiyan qeliband. Di bûyerê de ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û zarokekî 8-10 salî yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Bêşebab a Şirnexê wesayîta zirxî li wesayîteke ku ji hember dihat qeiliband û di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn. 
 
* Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li Deşta Fîsê ya Liceya Amedê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband û di bûyerê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di 1’ê Tebaxa 2017’an de li Okmeydaniya Stenbolê wesayîta zirxî li zarokê kobaniyî Raşîd Oso qeliband. Oso jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li Taxa Çalê ya Sêrtê wesayîta zirxî li Felek Batûr (6) qeliband û Batûr jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Xîzan a Bedlîsê wesayîta zirxî li Gultena Yaraşliya 55 salî qeliband. Yaraşli jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 5’ê Mijdara 2017’an de li ser rêya Êlih-Bismilê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband. Di bûyerê de 3 jê leşker 5 kes birîndar bûn. 
 
*Di 19’ê Mijdara 2017’an li Taxa Saraya Kerborana Mêrdînê wesayîta zirxî li Fatma Nûre Dûrsûn qeliband. Dûrsûn birîndar bû. 
 
* Di 22’yê Mijdara 2017’an de li nêzî Pira Deştê ya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî ya dilîst qeliband. Cansiri birîndar bû.
  
* Di 17 Kanûna 2017'an de polîsan li taxa jêrîn a Hezexê ya Şirnexê bi wesaya sivîl li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û ew bi giranî birîndar kir. Umut ji Hezexê sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin û li vir tê dermankirin. 
 
* Di 19'ê kanûna 2017'an de polîsan bi maşîneyê li ser rêya Zanîngeha Dîcleyê û Xaçeriya Seyrantepeyê li zarokekî 5 salî Ferhat Dalkiliç qeliband. Dalkiliç li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Di 19 Kanûna 2017'an de li ser Kolana Gevranê ya Yenîşehira Amedê maşîneya zirxî li maşîneyekê da û ajokarê maşînê birîndar bû.
 
* Di 22'yê Çileya 2018'an de li ser rêya Cizîr û Silopiya maşîneya zirxî li maşîneya welatiyên sivîl da. Di qezayê de Mehmet Saît û kurên wî Hişyar û Halît Alpkan birîndar bûn. Hêj tedawiya bav Alpkan dewam dike.
 
* Di 25'ê Çileya 2018'an de li herêma Birca Belek a navçeya Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî ya polîsan li zarokê 10 salî S.A. xist û bi giranî birîndar kir.
 
 
 

Sernavên din

30/01/2018
09:26 'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2018'AN
29/01/2018
17:32 SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin
SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne
17:15 Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan
17:10 Rojnamevan Candemîr hate binçavkirin
17:03 Erdogmuş û Yildirim ên HDP: Em li gorî quranê muzakere bikin
16:32 Der barê TTB'ê lêpirsîn dan destpêkirin
16:07 Balafirên şer Tirba dîrokî ya Nebî Hûrî bombe kir
16:00 Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir
15:58 Dê doza Dînk sibê dewam bike
15:57 Polisan ji ber gotina Efrînê mudaxaleyî HDP'ê kir
15:37 Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand
15:30 Serkomiser kirin kesê pispor
15:17 Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê
15:08 HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
14:44 'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'
13:34 Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!'
13:30 Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê'
13:06 Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin
12:39 Polîsan jî got Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye
12:22 Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin
12:21 Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin
12:15 Ewil dizan piştre polîs buroya dovîzê şêland
12:09 Perestgeha Eyn Dara ya 3300 bombe kirin
11:53 Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat
11:38 Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan
11:14 Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da
10:56 HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin
10:12 Robert Fîsk çavdêriyên xwe yên li Efrînê nivîsî
10:01 'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
09:37 Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî da gelê Efrînê
09:29 Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn
09:29 Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin
09:28 'Êrîşa li dijî Efrînê, perçeyeke şerê li Sûrê ye'
09:27 Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye!
09:27 Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike
09:26 Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin
09:22 ‘Faşîzm ji deng ditirse'
09:22 Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?
09:20 Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin
09:20 Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe
09:16 'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
28/01/2018
21:55 Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan
21:16 Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin
18:23 Dê cilên yektîpi bişînin fabrîqeya lê hatî çêkirin
18:07 Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
17:18 Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin
16:37 Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
16:01 Ayşe Nur Zarakolu li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
14:39 Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin
13:51 Dayikên Aştiyê: Em ji bo pira aştî û biratiyê amade ne
13:31 Li Şirnexê 11 herên qedexe kirin
13:30 Erdogan: Gavek din em dê Girê Bûseya bixin
13:20 Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin
10:55 ‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike'
10:40 Ji 9 endamên ESP’ê 8 kes hatin berdan
10:11 Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin
09:55 Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin
09:54 Polîsan zarokek 10 sali li Cizîrê birîndar kir
09:54 Dr. Demîr: Efrîn dê Erdogan biqedîne
09:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman
09:31 Xwe bi qalikê findiqan germ dikin
09:30 Ji ber Otostopê doz lê hat vekirin
09:30 Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê
09:29 Wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de xêz kir
09:28 Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke
09:28 Îfadeya şahid guhertin: Kesên 'Rû vekirî' kirin 'Rû girtî'
09:27 Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
09:27 Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin
09:26 Gel û baweriyên li Efrînê dijîn seferber bûn
09:18 'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'
09:01 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2018'AN
27/01/2018
20:40 Polîsan 9 ESP’iyên li dijî cilên yek tîp belavok belav kirin binçav kirin
20:18 TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn
18:14 Li nêzî Walîtiya Amedê di bîdona çopê de teqîn pêk hat
17:43 Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket
17:28 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 roj in di bin çavan de ye
17:18 Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn
16:44 Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir
16:31 Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan
16:18 Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin
16:01 Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me
15:56 ‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’
15:55 HDP'ê piştgirî da karkerên metalê
15:44 Xebatkarên TV10'ê: Rojnamegeran serbest berdin
15:29 Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
15:04 Kesên binçavkirî serbest berdin
15:03 Xizmên windayan: Daxwaza aştiyê ne sûc e
14:29 Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî
14:17 Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû
13:52 DBP'a Wanê êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir
13:29 Li gundê Elî Bîsko şerên dijwar
13:23 Beşikci: Efrîn nabe Kerkûk
13:06 Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin
12:39 'Ne mirinê em jiyanê diparêzin'
12:35 Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê
12:07 Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da
11:55 Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da