Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin 2018-01-28 13:20:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi maşîneyên zirxî di salekê de li bajarê Kurdistanê 6 jê zarok 21 kes kuştin û 30 kes jî birîndar kirin.    Polîsan li Şirnexê di mehekê de bi maşîneyên zirxî 4 kes birîndar kirin. Welatiyên ku polîs bi maşîneyên zirxî wan birîndar dike û dikuje her diçe zêde dibin. Polîsan bi taybetî di salekê de li bajarên Kurdistanê 6 jê zarok 21 kes bi maşîneyên zirxî kuştin. 2 jê zarok 30 kes birîndar kirin.    HIQÛQ BÊ WATE MA   Lêpirsînên der barê bûyerên maşîneyên zirxî de hatin destpêkirin, yek jî bi encam nebû. Lêpirsînên ku hatin destpêkirin, dadgehê pêwîstî bi cezakirina polîsan nedîtin û doz belat kirin.   Herî dawî di salekê de ji ber maşîneyên zirxî kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:   * Di 9’ê Sibata 2017’an de li Kerborana Mêrdînê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a 7 salî dema ji dibistanê diçû malê, polîsan bi wesayîta zirxî lê xist û ew kuşt.    * Di 15’ê Sibata 2017’an de li Taxa Şabaniye ya Artemêtana Wanê polîsan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan qeliband. Di mînîbusê de 7 kes birîndar bûn.    * Di 4’ê Adara 2017’an de li noqteya venêrînê ya li ser riya Sêrt-Êlihê polîsan bi wesayîta zirxî Kerem Arslan (34) eciqand û kuştin.    * Di 20’ê Adara 2017’an de maşineya zirxî ya li maşineya sivîl a ji navçeya Hezexê diçû Cizîrê qeliband. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan.     * Di 29’ê Adara 2017’an de li semta Ofîsê ya Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li mînîbusa rêwiyan a li rawestgehê qeliband û 4 kes birîndar kirin.     * Di 18’ê Nîsana 2017’an de li navenda Wanê polîsan bi maşînaya zirxî li du kesan qeliband. Ji van kesan Abdûlvahap Taş bi giranî birîndar bû.    * Di 27’ê Nîsana 2017’an de li Kolana Gevran a Amedê polîsan bi wesayîta zirxî li Hatûn Elhuman a 55 salî qeliband û kuşt.    * Di 28’ê Nîsana 2017’an de li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li du kesan qeliband. Ji van kesan Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    * Di 4’ê Gulana 2017’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi wesayîta zirxî li malekê qeliband û di malê de zarokên birayên hev Muhammed û Fûrkan Yildirim ên di xew de kuştin.   * Di 9’ê Hezîrana 2017’an de li ser Kolana Midyadê ya Nisêbîna Mêrdînê wesayîta zirxî ya polîsan li motorsikletekê qeliband. Di bûyerç de zarokê bi navê M.S.B. (17) bi giranî birîndar bû.    * Di 14’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Liceyê ya Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li Pakîze Hazar a 85 salî qeliband û Hazar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    * Di 19’ê Hezîrana 2017’an de li ser rêya Çewlig-Amedê wesayîta zirxî ya polîsan li mînîbuseke rêwiyan qeliband. Di bûyerê de ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û zarokekî 8-10 salî yê navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da.    * Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li navçeya Bêşebab a Şirnexê wesayîta zirxî li wesayîteke ku ji hember dihat qeiliband û di bûyerê de 3 welatî birîndar bûn.    * Di 20’ê Hezîrana 2017’an de li Deşta Fîsê ya Liceya Amedê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband û di bûyerê de 5 welatî jiyana xwe ji dest dan.    * Di 1’ê Tebaxa 2017’an de li Okmeydaniya Stenbolê wesayîta zirxî li zarokê kobaniyî Raşîd Oso qeliband. Oso jiyana xwe ji dest da.    * Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li Taxa Çalê ya Sêrtê wesayîta zirxî li Felek Batûr (6) qeliband û Batûr jiyana xwe ji dest da.    * Di 19’ê Cotmeha 2017’an de li navçeya Xîzan a Bedlîsê wesayîta zirxî li Gultena Yaraşliya 55 salî qeliband. Yaraşli jiyana xwe ji dest da.    * Di 5’ê Mijdara 2017’an de li ser rêya Êlih-Bismilê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband. Di bûyerê de 3 jê leşker 5 kes birîndar bûn.    *Di 19’ê Mijdara 2017’an li Taxa Saraya Kerborana Mêrdînê wesayîta zirxî li Fatma Nûre Dûrsûn qeliband. Dûrsûn birîndar bû.    * Di 22’yê Mijdara 2017’an de li nêzî Pira Deştê ya Cizîra Şirnexê wesayîta zirxî li Rûken Cansiri ya 8 salî ya dilîst qeliband. Cansiri birîndar bû.    * Di 17 Kanûna 2017'an de polîsan li taxa jêrîn a Hezexê ya Şirnexê bi wesaya sivîl li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û ew bi giranî birîndar kir. Umut ji Hezexê sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin û li vir tê dermankirin.    * Di 19'ê kanûna 2017'an de polîsan bi maşîneyê li ser rêya Zanîngeha Dîcleyê û Xaçeriya Seyrantepeyê li zarokekî 5 salî Ferhat Dalkiliç qeliband. Dalkiliç li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.    * Di 19 Kanûna 2017'an de li ser Kolana Gevranê ya Yenîşehira Amedê maşîneya zirxî li maşîneyekê da û ajokarê maşînê birîndar bû.   * Di 22'yê Çileya 2018'an de li ser rêya Cizîr û Silopiya maşîneya zirxî li maşîneya welatiyên sivîl da. Di qezayê de Mehmet Saît û kurên wî Hişyar û Halît Alpkan birîndar bûn. Hêj tedawiya bav Alpkan dewam dike.   * Di 25'ê Çileya 2018'an de li herêma Birca Belek a navçeya Cizîra Şirnexê maşîneya zirxî ya polîsan li zarokê 10 salî S.A. xist û bi giranî birîndar kir.