'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'

  • rojane
  • 09:18 28 Çile 2018
  • |
img
DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DAD'ê Dursun Demîrtaş diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38'an wekî hev in û got: "Ji serdema Osmaniyan heta niha ev polîtîka bê encam ma ye. Divê dest ji vê polîtîkayê berdin." 
 
Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di roja 9'an de didome. Bertekên li dijî êrîşa ser Efrînê her diçe zêde dibe. Gelê Dêrsimê êrîşa li dijî Efrînê wekî dagirkerî pênase kir û got ku ev êrîş ji salên 1937-38'an ne kêmtir e. Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Dursun Demîrtaş destnîşan kir ku li gorî baweriya elewiyan, hemû civak wekî hevin, di nava yekitiyê de dijîn û ev wekî fermanê ye.
 
Demîrtaş da zanîn ruxmê vê jî bi taybetî hêzên serdest ên li Rojhilata Navîn, bi niheqî xwînê dirijînin, di şerên heyî de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran mirov birîndar bûn.
 
‘TIRKIYE SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKE’
 
Demîrtaş anî ziman kuk Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê re dixwaze gelên li wir tune bike û wiha got: "Heke dewletek bikeve axa dewleteke din ev di warê hiqûqê û di warê mirovahiyê de sûc e. Tirkiye vî sûcî dike. Desthilatdarî ji hêza xwe di destê xwe de bigire, êrîşan dike. Ev êrîşeke niheqî ye. Tu zerara gelê Efrînê ji gelê Tirkiyeyê re tune. Efrînê li dijî Tirkiyeyê şer nedaye destpêkirin, dixwaze di nava aştiyê de bijî."
 
TIRKIYE HÊZA XWE DIDE NÎŞAN
 
Demîrtaş aşkera kir ku dê ev şer kêrê hêzên serdest were û tu berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn di vî şerî de tune û wiha axivî: "Dixwazin vê yekê bi Tirkiyeyê re bikin. Ev şer hem zerarê dide Tirkiye û Sûriyeyê û hem jî bi giştî gelê li Rojhilata Navîn. Divê Tirkiye demek ji ya din zûtir dest ji vê ceribandina hêzê berde, di warê aştî û heqîqetê de polîtîkayê bimeşîne."
 
‘ÊRÎŞEK TOPYEKUN HEYE’
 
Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye di siyaseta navxweyî de jî destkeftiyên kurdan tune dihesibîne, xesp dike û wiha pê de çû: "Dixwaze vê polîtîkayê derxe derveyê sînor. Ji bo wê bi awayekî topyekun êrîşê kurdan dike. Lê vê yekê ji bîr dike. Dema kaînat tê xweliqandin, di kaînatê de tu tişt tune nabe. Kurd gelê herî qedîm yê vê erdnîgariyê ye. Mafê wanê xweseriyê heye li seraxa xwe bijîn. Dê tu hêz nikaribe pêşî li vê yekê bigire. Di nava heqîqetê de bi hev re jiyan divê, di baweriya me de kuştin tune."
 
‘DI NAVBERA KOMKUJIYA DÊRSIM Û ÊRÎŞA EFRÎNÊ DE FERQ TUNE’
 
Demîrtaş got ku di navbera êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38'an de tu cudahî tune û der barê çapemeniya şerxwaz de ev tişt got: "Bi sernavê 'Tunceli de İleri Harekat Başladı' (Li Dêrsimê Tevgera Pêşde Çûyî Dest Pê Kir), serwîsw kirin. Wateya tevgera pêşde çûyî çi ye: Hemû amadekarî hatiye kirin, hêzên leşkerî ji hewa û bejahî ve dest bi êrîşan kirine. Îro li Efrînê jî heman tiştî dikin. Bi mehan e tangan dişînin ser sînor û amadekariya şer dikin. Dixwazin bi êrîşên hewayî Efrînê vala bikin û penaberên Sûriyeyê li wir bi cih bikin. Li Dêrsimê jî xwestin vê bikin. Ev polîtîkaya dewletê ye. Ji serdema Osmaniyan heta niha dewam dike. Lê çawa van polîtîkayan li Dêrsimê negirt, dê li Efrînê jî negire. Yên hişê wan li ser rûxandinê be, ew dê birûxin. Divê Tirkiye dest ji van polîtîkayên Osmaniyan berdin."
 
‘TU HÊZ NIKARE GELÊ EFRÎNÊ TÊK BIBE’
 
Demîrtaş derbirî ku bi Komkujiya Dêrsimê re dixwestin baweriya heq a elewiyan ji holê rakin, lê tu hêz nikare vê baweriyê ji holê rake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên zilim kirine tune bûne. Her dem civak wan wekî niheq pênase dike. Ji bo wê tu hêz nikare gelê Efrînê tune bike. Beyî ku zerarek mezin bigihêje divê ev şer bê rawestandin. Şer ji tu hêzan re tiştekî nayne. Dê ji Tiriyeyê re jî neyne."
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

30/01/2018
09:26 'Derdê serbijîşk veşartina rastiya îstismarê ye'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2018'AN
29/01/2018
17:32 SOHR: Li Efrînê 51 sivîl hatin kuştin
SANA: 86 sivîl hatin kuştin û 198 sivîl birîndar bûne
17:15 Li Mêrsîn û Osmaniyeyê 5 kes hatin berdan
17:10 Rojnamevan Candemîr hate binçavkirin
17:03 Erdogmuş û Yildirim ên HDP: Em li gorî quranê muzakere bikin
16:32 Der barê TTB'ê lêpirsîn dan destpêkirin
16:07 Balafirên şer Tirba dîrokî ya Nebî Hûrî bombe kir
16:00 Zanîngeha Helebçeyê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampanyayê kir
15:58 Dê doza Dînk sibê dewam bike
15:57 Polisan ji ber gotina Efrînê mudaxaleyî HDP'ê kir
15:37 Vê carê karkerekî li Balikesîrê xwe şewitand
15:30 Serkomiser kirin kesê pispor
15:17 Girtiyê nexweş Keleş rakirin Nexwexaneya Bakirkoyê
15:08 HDP’ê pirsa OSO ji Serokwezîr kir
14:44 'Hûn Efrînê bidin bombekirin li Soçiyê çareserî pêk nayê'
13:34 Di doza Dînk de pirgirêka 'teknîkî!'
13:30 Doza Gulay Yaşar şandin ‘Buroya Lihevkirinê'
13:06 Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê: Herî zêde jin û zarok hatin kuştin
12:39 Polîsan jî got Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye
12:22 Mele Bextiyar xwest welatên cîhanê ji bo Efrînê bêdeng nebin
12:21 Kîno: Balafirên Erdogan ji malbata me 18 kes kuştin
12:15 Ewil dizan piştre polîs buroya dovîzê şêland
12:09 Perestgeha Eyn Dara ya 3300 bombe kirin
11:53 Baydemîr ji ber gotina 'Dagirkerî' rastî lêpirsînê hat
11:38 Bi deh hezaran kes li Silêmaniyê ji bo Efrînê meşiyan
11:14 Înce: CHP ji bo neçe ser xeta HDP'ê dengê 'na' da
10:56 HDK: Em karkerên Metalê tenê nahêlin
10:12 Robert Fîsk çavdêriyên xwe yên li Efrînê nivîsî
10:01 'Min dît ku Amed hin bêtir bi hêvî ne’
09:37 Arjantîn û Brezîlyayê piştgirî da gelê Efrînê
09:29 Cezayê dîsîplînê li rojnamevan Orûç birîn
09:29 Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin
09:28 'Êrîşa li dijî Efrînê, perçeyeke şerê li Sûrê ye'
09:27 Halê riyên ku qeyûm pesnê xwe bi wan didin wiha ye!
09:27 Polîs: Çi karê te li vir heye biçe li dijî kurdan şer bike
09:26 Gundiyên li ser sînor ji ber OSO'yiyan bi fikarin
09:22 ‘Faşîzm ji deng ditirse'
09:22 Rewşenbirên ji şer re gotin 'Na': Em dê çawa bêdeng bimînin?
09:20 Doza Lîcê sibê ye: Dixwazin dosyayê bigirin
09:20 Barka: Divê li dijî OHAL’ê berxwedaneke bêhempa hebe
09:16 'Kesên aştiyê diparêzin welatparêz in'
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2018'AN
28/01/2018
21:55 Tekane keldaniyê li Silopiyayê Petros Karatay hat berdan
21:16 Avahiya HDP'ê ya Pendîkê hat şewitandin
18:23 Dê cilên yektîpi bişînin fabrîqeya lê hatî çêkirin
18:07 Arslan: Ger ku daxwaza aştî teroristî be taça serê me ye
17:18 Spîkera TRT Haber: TSK'ê gelê sivîl bombe dikirin
16:37 Partiya Keskan: Bila Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê
16:01 Ayşe Nur Zarakolu li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!
14:39 Li Girê Qestelê pevçûnên dijwar rû didin
13:51 Dayikên Aştiyê: Em ji bo pira aştî û biratiyê amade ne
13:31 Li Şirnexê 11 herên qedexe kirin
13:30 Erdogan: Gavek din em dê Girê Bûseya bixin
13:20 Polîsan di di salekê de bi maşîneyên zirxî 6 jê zarok 21 kes kuştin
10:55 ‘Tu wê demê dubare birayê xwe ji nûve winda dike'
10:40 Ji 9 endamên ESP’ê 8 kes hatin berdan
10:11 Erdogmuş: Meleyan mecbûrî veazên Dîyanetê dikin
09:55 Emê li Trîbunan aştiyê biqîrin
09:54 Polîsan zarokek 10 sali li Cizîrê birîndar kir
09:54 Dr. Demîr: Efrîn dê Erdogan biqedîne
09:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê mirina bi guman
09:31 Xwe bi qalikê findiqan germ dikin
09:30 Ji ber Otostopê doz lê hat vekirin
09:30 Wan dê bi 2 hezar kesan biçin Kongreya HDP'ê ya Enqereyê
09:29 Wêneyê zarokên Efrînê yên di bin bombeyan de xêz kir
09:28 Aborîzan Katircioglu: Şerê Efrînê dê rê li krîza aborî veke
09:28 Îfadeya şahid guhertin: Kesên 'Rû vekirî' kirin 'Rû girtî'
09:27 Derhêner Çetin: Yên muxalif nayên dîtin
09:27 Beriya bê binçavkirin axivî: Dê ji Îzmirê 3 hezar kes tev li kongreyê bibin
09:26 Gel û baweriyên li Efrînê dijîn seferber bûn
09:18 'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune'
09:01 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2018'AN
27/01/2018
20:40 Polîsan 9 ESP’iyên li dijî cilên yek tîp belavok belav kirin binçav kirin
20:18 TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn
18:14 Li nêzî Walîtiya Amedê di bîdona çopê de teqîn pêk hat
17:43 Roket 100 metre li tenişta Serfermandarê TSK'ê Akar ket
17:28 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 5 roj in di bin çavan de ye
17:18 Rayedarên tenduristiyê ya Efrinê: 86 sivîlan jiyana xwe ji dest dan 198 birîndar bûn
16:44 Kurdên Ewropa êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê bi girseyî şermezar kir
16:31 Bila Ufuk Keskîn ê girtiyê nexweş bê berdan
16:18 Li Kabîlê bi ambulansa bombebarkirî êrîş kirin: 95 kes mirin
16:01 Girtiyên Girtîgeha Tarsûsê: Ji ber êrîşên li ser Efrînê rojnameyan nadin me
15:56 ‘Feraseta Guantanamoyê, hişmendiya DAIŞ û êrîşên li ser Efrînê heman feraset e’
15:55 HDP'ê piştgirî da karkerên metalê
15:44 Xebatkarên TV10'ê: Rojnamegeran serbest berdin
15:29 Peyamên Efrînê mohra xwe li kongreyê xist
15:04 Kesên binçavkirî serbest berdin
15:03 Xizmên windayan: Daxwaza aştiyê ne sûc e
14:29 Dayikên Şemiyê: Çi hat serê Maltu yê 17 salî
14:17 Têkçûna li Efrînê, Tirkiye xist nava lêgerinek nû
13:52 DBP'a Wanê êrîşa li dijî Efrînê şermezar kir
13:29 Li gundê Elî Bîsko şerên dijwar
13:23 Beşikci: Efrîn nabe Kerkûk
13:06 Li Samandagê cemazeyê jinekê hat dîtin
12:39 'Ne mirinê em jiyanê diparêzin'
12:35 Elewiyên Mabatayê: Zilma Dêrsimê gihişt Efrînê
12:07 Girtiyê Elman di ringê de jiyana xwe ji dest da
11:55 Egîtim Senê bertek nîşanî peyama miduryeta perwerdeyê da