'Ferqa êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê tune' 2018-01-28 09:18:58   DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DAD'ê Dursun Demîrtaş diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38'an wekî hev in û got: "Ji serdema Osmaniyan heta niha ev polîtîka bê encam ma ye. Divê dest ji vê polîtîkayê berdin."    Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê di roja 9'an de didome. Bertekên li dijî êrîşa ser Efrînê her diçe zêde dibe. Gelê Dêrsimê êrîşa li dijî Efrînê wekî dagirkerî pênase kir û got ku ev êrîş ji salên 1937-38'an ne kêmtir e. Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Dursun Demîrtaş destnîşan kir ku li gorî baweriya elewiyan, hemû civak wekî hevin, di nava yekitiyê de dijîn û ev wekî fermanê ye.   Demîrtaş da zanîn ruxmê vê jî bi taybetî hêzên serdest ên li Rojhilata Navîn, bi niheqî xwînê dirijînin, di şerên heyî de bi milyonan mirovan jiyana xwe ji dest da, bi sed hezaran mirov birîndar bûn.   ‘TIRKIYE SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKE’   Demîrtaş anî ziman kuk Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê re dixwaze gelên li wir tune bike û wiha got: "Heke dewletek bikeve axa dewleteke din ev di warê hiqûqê û di warê mirovahiyê de sûc e. Tirkiye vî sûcî dike. Desthilatdarî ji hêza xwe di destê xwe de bigire, êrîşan dike. Ev êrîşeke niheqî ye. Tu zerara gelê Efrînê ji gelê Tirkiyeyê re tune. Efrînê li dijî Tirkiyeyê şer nedaye destpêkirin, dixwaze di nava aştiyê de bijî."   TIRKIYE HÊZA XWE DIDE NÎŞAN   Demîrtaş aşkera kir ku dê ev şer kêrê hêzên serdest were û tu berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn di vî şerî de tune û wiha axivî: "Dixwazin vê yekê bi Tirkiyeyê re bikin. Ev şer hem zerarê dide Tirkiye û Sûriyeyê û hem jî bi giştî gelê li Rojhilata Navîn. Divê Tirkiye demek ji ya din zûtir dest ji vê ceribandina hêzê berde, di warê aştî û heqîqetê de polîtîkayê bimeşîne."   ‘ÊRÎŞEK TOPYEKUN HEYE’   Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye di siyaseta navxweyî de jî destkeftiyên kurdan tune dihesibîne, xesp dike û wiha pê de çû: "Dixwaze vê polîtîkayê derxe derveyê sînor. Ji bo wê bi awayekî topyekun êrîşê kurdan dike. Lê vê yekê ji bîr dike. Dema kaînat tê xweliqandin, di kaînatê de tu tişt tune nabe. Kurd gelê herî qedîm yê vê erdnîgariyê ye. Mafê wanê xweseriyê heye li seraxa xwe bijîn. Dê tu hêz nikaribe pêşî li vê yekê bigire. Di nava heqîqetê de bi hev re jiyan divê, di baweriya me de kuştin tune."   ‘DI NAVBERA KOMKUJIYA DÊRSIM Û ÊRÎŞA EFRÎNÊ DE FERQ TUNE’   Demîrtaş got ku di navbera êrîşa li dijî Efrînê û Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38'an de tu cudahî tune û der barê çapemeniya şerxwaz de ev tişt got: "Bi sernavê 'Tunceli de İleri Harekat Başladı' (Li Dêrsimê Tevgera Pêşde Çûyî Dest Pê Kir), serwîsw kirin. Wateya tevgera pêşde çûyî çi ye: Hemû amadekarî hatiye kirin, hêzên leşkerî ji hewa û bejahî ve dest bi êrîşan kirine. Îro li Efrînê jî heman tiştî dikin. Bi mehan e tangan dişînin ser sînor û amadekariya şer dikin. Dixwazin bi êrîşên hewayî Efrînê vala bikin û penaberên Sûriyeyê li wir bi cih bikin. Li Dêrsimê jî xwestin vê bikin. Ev polîtîkaya dewletê ye. Ji serdema Osmaniyan heta niha dewam dike. Lê çawa van polîtîkayan li Dêrsimê negirt, dê li Efrînê jî negire. Yên hişê wan li ser rûxandinê be, ew dê birûxin. Divê Tirkiye dest ji van polîtîkayên Osmaniyan berdin."   ‘TU HÊZ NIKARE GELÊ EFRÎNÊ TÊK BIBE’   Demîrtaş derbirî ku bi Komkujiya Dêrsimê re dixwestin baweriya heq a elewiyan ji holê rakin, lê tu hêz nikare vê baweriyê ji holê rake û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên zilim kirine tune bûne. Her dem civak wan wekî niheq pênase dike. Ji bo wê tu hêz nikare gelê Efrînê tune bike. Beyî ku zerarek mezin bigihêje divê ev şer bê rawestandin. Şer ji tu hêzan re tiştekî nayne. Dê ji Tiriyeyê re jî neyne."   MA / Semra Turan