NAVENDA NÛÇEYAN - TSK'ê têkildarî operasyona li dijî Efrînê diyar kir ku îro di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn.
Operasyona TSK û OSO li dijî Efrînê daye destpêkirin di roja 8'an de berdewam dike. TSK'ê îro têkildarî operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku di pevçûna li Efrînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn. TSK'ê diyar kir ku 22 balafirên şer ser Efrînê bombe kirine û bi giştî 42 hedef îmha kirine. Li gori daxuyaniya TSK'ê di nava 8 rojan de bi gişti 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
TSK'ê da zanîn ku ji destpêka operasyonê heta niha 447 endamên YPG'ê bê tesîr kirine.