TSK: 2 leşker mirin 11 jî birîndar bûn 2018-01-27 20:18:28   NAVENDA NÛÇEYAN - TSK'ê têkildarî operasyona li dijî Efrînê diyar kir ku îro di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn.    Operasyona TSK û OSO li dijî Efrînê daye destpêkirin di roja 8'an de berdewam dike.  TSK'ê îro têkildarî operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku di pevçûna li Efrînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 11 leşker jî birîndar bûn. TSK'ê diyar kir ku 22 balafirên şer ser Efrînê bombe kirine û bi giştî 42 hedef îmha kirine. Li gori daxuyaniya TSK'ê di nava  8 rojan de bi gişti 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.     TSK'ê da zanîn ku ji destpêka operasyonê heta niha 447 endamên YPG'ê bê tesîr kirine.