'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'

  • rojane
  • 09:31 26 Çile 2018
  • |
img

KOCAELÎ - Kocaeliyan bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan. Kocaeliyan destnîşan kir ku serketina li Rojavayê bi dest ketiye îktîdar wê hezm nake û wiha gotin: "Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye. Divê em ji bo rûmeta xwe bitêkoşin." 

Êrîşên Artêşa Tirk (TSK) ên li hemberî Efrînê di roja 7'emîn de ne. Hemû derdorên civakê bertek nîşanî van êrîşan didin. Welatî, rêxistinên civaka sivîl, hevserokên HDP'yên navçeyan ên Kocaeliyê xwestin demildest dawî li van êrîşan bên. 
 
Serokê Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Kocaeliyê Mehmet Aydin, diyar kir ku ya li Efrînê tê kirin sûc e û wiha got: "Li kuderê cîhanê dibe bila bibe, divê gel li hemberî van komkujiyan bertekên xwe nîşan bidin. Divê nebin hevparê vî sûcî. Divê demildest dawî li vê operasyonê bê û rê li ber operasyonê bê girtin." 
 
‘DIVÊ ŞER RAWESTE' 
 
Hevserokê HDP'a Korfezê Mehmet Şîrîn Ertem jî anî ziman ku ev êrîş tenê ne li dijî gelê kurd, li dijî hemû mirovahiyê ne û wiha got: "Li wir mirovahî tê tunekirin." Ertem destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê dîsa aştî bê peydakirin û ev yek jî bi hevkariya gelê kurd pêkan e. Ertem wiha got: "Li vî welatî em naxwazin tu mirov bimirin. Divê têkoşîna me bibe têkoşîna jiyanê ya mirovahiyê. Ev polîtîka li hemberî hemû gelê Rojhilata Navîn in. Divê demildest dawî li vî şerî bê. Dema em bi polîtîkayên tirsê vekişin qalikê xwe, wê ev îktîdar mezintir bibe û wê şer zêdetir bibe." 
 
'DIVÊ EM DAKEVIN KUÇEYAN Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN' 
 
Yûsûf Ornek jî anî ziman ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan serketinên li Rojavayê hezm nake û wiha got: "Kesên rê li ber DAIŞ'ê vekirin, îro vî şerî dan destpêkirin. Ev şer nîşaneya kîn û nefreta li hemberî gelê kurd e." Ornek bang li her kesî kir ku li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Ji destê kê çi tê bila bike, divê em dakevin kuçe û kolanan û dengê xwe bilind bikin. Ger Efrîn bikeve wê ev bibe ketina me hemûyan. Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye. Ji bo rûmeta xwe divê em li ber xwe bidin." 
 
'ROJ ROJA SERÎRAKIRINÊ YE' 
 
Muhabbet Ozuoral jî diyar kir ku divê her kes li kuçeyan li ber xwe bide û wiha got: "Her bombeyeke ku Erdogan davêje tenê ne li dijî Efrînê, li dijî hemû gelê kurd e. Ev agir me hemûyan dişewitîne. Roja roja yekîtiyê û serîrakirinê ye." Endama Malên gel Zeynep Çelîk jî wiha got: "Êrîşa li dijî Efrînê zemîna berdewamîkirina Rewşa Awarte û sazîbûyîna dîktatoriyê ye. Em gel me tim aştî parastiye. Divê îro jî em bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên li hemberî Efrînê rawestin." 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye