'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye' 2018-01-26 09:31:10 KOCAELÎ - Kocaeliyan bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê dan. Kocaeliyan destnîşan kir ku serketina li Rojavayê bi dest ketiye îktîdar wê hezm nake û wiha gotin: "Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye. Divê em ji bo rûmeta xwe bitêkoşin."  Êrîşên Artêşa Tirk (TSK) ên li hemberî Efrînê di roja 7'emîn de ne. Hemû derdorên civakê bertek nîşanî van êrîşan didin. Welatî, rêxistinên civaka sivîl, hevserokên HDP'yên navçeyan ên Kocaeliyê xwestin demildest dawî li van êrîşan bên.    Serokê Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Kocaeliyê Mehmet Aydin, diyar kir ku ya li Efrînê tê kirin sûc e û wiha got: "Li kuderê cîhanê dibe bila bibe, divê gel li hemberî van komkujiyan bertekên xwe nîşan bidin. Divê nebin hevparê vî sûcî. Divê demildest dawî li vê operasyonê bê û rê li ber operasyonê bê girtin."    ‘DIVÊ ŞER RAWESTE'    Hevserokê HDP'a Korfezê Mehmet Şîrîn Ertem jî anî ziman ku ev êrîş tenê ne li dijî gelê kurd, li dijî hemû mirovahiyê ne û wiha got: "Li wir mirovahî tê tunekirin." Ertem destnîşan kir ku divê li Tirkiyeyê dîsa aştî bê peydakirin û ev yek jî bi hevkariya gelê kurd pêkan e. Ertem wiha got: "Li vî welatî em naxwazin tu mirov bimirin. Divê têkoşîna me bibe têkoşîna jiyanê ya mirovahiyê. Ev polîtîka li hemberî hemû gelê Rojhilata Navîn in. Divê demildest dawî li vî şerî bê. Dema em bi polîtîkayên tirsê vekişin qalikê xwe, wê ev îktîdar mezintir bibe û wê şer zêdetir bibe."    'DIVÊ EM DAKEVIN KUÇEYAN Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN'    Yûsûf Ornek jî anî ziman ku Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan serketinên li Rojavayê hezm nake û wiha got: "Kesên rê li ber DAIŞ'ê vekirin, îro vî şerî dan destpêkirin. Ev şer nîşaneya kîn û nefreta li hemberî gelê kurd e." Ornek bang li her kesî kir ku li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Ji destê kê çi tê bila bike, divê em dakevin kuçe û kolanan û dengê xwe bilind bikin. Ger Efrîn bikeve wê ev bibe ketina me hemûyan. Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye. Ji bo rûmeta xwe divê em li ber xwe bidin."    'ROJ ROJA SERÎRAKIRINÊ YE'    Muhabbet Ozuoral jî diyar kir ku divê her kes li kuçeyan li ber xwe bide û wiha got: "Her bombeyeke ku Erdogan davêje tenê ne li dijî Efrînê, li dijî hemû gelê kurd e. Ev agir me hemûyan dişewitîne. Roja roja yekîtiyê û serîrakirinê ye." Endama Malên gel Zeynep Çelîk jî wiha got: "Êrîşa li dijî Efrînê zemîna berdewamîkirina Rewşa Awarte û sazîbûyîna dîktatoriyê ye. Em gel me tim aştî parastiye. Divê îro jî em bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên li hemberî Efrînê rawestin."