Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin

  • rojane
  • 12:57 25 Çile 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê yek jî kovarên herî girîng ên DYA'yê Rolling Stone Seth Harp, ji bo Efrînê got ku: "Tevahiya cîhana medenî divê aliyê xwe ji elehê Tirkiyeyê de bixebitanda. Wer dixwiyê dê kurd careke din bi tenê bimînin. Di kurdî de gotineke 'Ji derveyê çiyayandostên me tune ne' heye. Lê bi rastî jî dê çawa şer bikin wê dizanin."
 
Roling Stone yek jî kovarên herî girîng a çand û muzîkê ya cîhanê û DYA'yê ye, di malpera xwe ya înternetê de der barê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de nivîsek berfireh weşand. Rojnameger Seth Harp, diyar kir ku Tirkiyeyê kurdên ku DYA'yê piştgiriya wan dikin û li dijî DAIŞ'ê şer dikirin bombe kiriye û bêdengiya DYA û hêzên navneteweyî rexne kir.
 
‘LI DIJÎ BAJAROKÊN KURDAN BI SEDAN ÊRÎŞ’
 
Nivîskar êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wekî "dagirkerî" pênase kir û ev tişt got: "Her çendî şerê 7 salan ê li Sûriyeyê wekî bi dawî dibe bixwiyê jî Tirkiyeyê herêma Efrînê dagir kir. Armanca îstilayê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye. Di demên dawî de bi piştgiriya DYA'yê milîtan kurd li Reqqayê DAIŞ têk bir. Artêşa tirk roja Şeniyê (20'ê Çileyê) bi ser bajarokên kurdan de bi sedan êrîşên hewayî pêk anî û sivîl kuştin. Roja Yekşemê, dema rayedarekî paya bilind ê DYA'yê li Reqqayê çavdêrî dikirin, tangên tirk û maşîneyên zirxî berbi sînorê bakurê ve diçûn. Rojên Sêşem û Çarşemê, li ser medyaya civakî wêneyên kurdên ji malên xwe direvîn diweşandin.
 
Tirkiye, bi êrîşa li dijî Efrînê re dibêje ku ez li wir 'terorîstan' ji holê radikim. YPG'ya li vir, 3 sal e li dijî DAIŞ'ê şer dike û mutefîkê yekemîn ê DYA'yê ye. Koalîsyona di pêşengiya YPG'ê de her çendî li newala Çemê Firatê li dijî DAIŞ'ê şer bike jî bi windakirina Reqqayê re xîlafeta ku îlan kiribû û bandora wê bi dawî bû."
 
‘JI EWROPA Û DYA'YÊ BI SEDAN DILDAR DI NAVA YPG’Ê DE NE’
 
Harp destnîşan kir ku Tirkiyeya di serkêşiya Erdogan de her ku diçe bi kirasê nijadperest û otorîter tê pêçan û gotinên Erdogan ên wekî "kê li dijî me derkeve em ê bipelçiqînin" û "Xweda bi mere ye" bi bîr xist. Di dewama nivîsê de hat gotin ku YPJ'ya ku bi tevahî ji jinan pêk tê û di nava YPG'ê de cih digire, hêzeke gelekî pêşketî, sekuler e û ev tişt hat gotin: "Wekî ku min berê jî gotibû, li Ewropa û Amerîkayê bi sedan dildar di nava YPG'ê de ne. Bi taybetî jî aktivîstên çepgir ên hişk ên di nava Wall Street Occupyê de. Lucas Chapman ê 22 salî yê komînîst ê ji Georgiayê ye, di nava YPG'ê de xwedî peywir e û got ku 'Dagirkeriya Efrînê dijî exlaqê ye.' Clara Mîtchell a 25 salî ya di nava YPG'ê de, aşkera kir ku ew û yên din dixwazin ji bo şer biçin Efrînê.
 
EFRÎN BÊ RADYO Û BÊ ÎNTERNET E
 
Ji roja Çarşemê pê de Efrîn bê radyo û bê înternet ma. Tebeqeya dûkelê ya qalin, li ser qada şer girt, der barê mirî û birîndaran de raporên bi nakok hene. Artêşa tirk, got ku heta niha 260 kurd û DAIŞ'iyên qet heta niha li Efrînê nemane hatine kuştin. Heta ku Efrîn bê dagirkirin, cihê herî bi ewle bû." Rojnameger Seth Harp, aşkera kir ku wî xwestiye der barê mijara Efrînê de ji rayedarê Balyozxaneya Tirk ê li Washîngtonê agahiyan bigire, lê bersiv nedaye wî û ev nirxandin kir: "Hikumeta tirk dê hêviya çi bi ser bixe ne diyar e."
 
‘PIŞTÎ KURD TESLÎMÊ ESAD NEBÛN RÛSYAYÊ PÊŞÎ LI BOMBEBARANÊ VEKIR’
 
Di dewama nivîsê de hat diyarkirin ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tev digere û Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî vê bê hêz maye, helwestên Çîn, welatên endamên Yekitiya Ewropayê, Trump û Rûsyayê rexne kir. Harp bi bîr xist ku "Rûsyayê xwest an Efrînê ji rejîma Esad re bihêlin, an jî bombebaranê hilbijêrin" û ev nêrîn parve kir: "Piştî kurdan nexwest teslîmê Esad bibin, Rûsyayê hêzên xwe ji Efrînê kişand û pêşî li bombebarana Tirkiyeyê vekir."
 
‘LÊ KURD DÊ ÇAWA ŞER BIKIN WÊ BAŞ DIZANIN’
 
Harp di dawiya nivîsê xwe de destnîşan kir ku DYA dikare bakurê Sûriyeyê wekî qada ji hewayî re qedexe îlan bike, lê Trump naxwaze kurd li wê herêmê mayînde bin û ev jî ne pêkan e bibe û wiha got: "Li gel têkibirina DAIŞ'ê, li Sûriyeyê kurd layîq, demokratîk û yekane hêza xwedî birdoz û parastina mafên mirovan ne. Dê hemû cîhana medenî xwe bida aliyê Tirkiyeyê; lê li hemberî Esad, Putîn, Trump û Erdogan xwe paşve didin. Dê kurd careke din bi tena serê xwe bimana. Di kurdî de gotinek heye 'Ji derveyê çiyayan dostên me tune ne.' Lê dê kurd çawa şer bikin wê baş dizanin."
 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye