Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin 2018-01-25 12:57:35   NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê yek jî kovarên herî girîng ên DYA'yê Rolling Stone Seth Harp, ji bo Efrînê got ku: "Tevahiya cîhana medenî divê aliyê xwe ji elehê Tirkiyeyê de bixebitanda. Wer dixwiyê dê kurd careke din bi tenê bimînin. Di kurdî de gotineke 'Ji derveyê çiyayandostên me tune ne' heye. Lê bi rastî jî dê çawa şer bikin wê dizanin."   Roling Stone yek jî kovarên herî girîng a çand û muzîkê ya cîhanê û DYA'yê ye, di malpera xwe ya înternetê de der barê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de nivîsek berfireh weşand. Rojnameger Seth Harp, diyar kir ku Tirkiyeyê kurdên ku DYA'yê piştgiriya wan dikin û li dijî DAIŞ'ê şer dikirin bombe kiriye û bêdengiya DYA û hêzên navneteweyî rexne kir.   ‘LI DIJÎ BAJAROKÊN KURDAN BI SEDAN ÊRÎŞ’   Nivîskar êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê wekî "dagirkerî" pênase kir û ev tişt got: "Her çendî şerê 7 salan ê li Sûriyeyê wekî bi dawî dibe bixwiyê jî Tirkiyeyê herêma Efrînê dagir kir. Armanca îstilayê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye. Di demên dawî de bi piştgiriya DYA'yê milîtan kurd li Reqqayê DAIŞ têk bir. Artêşa tirk roja Şeniyê (20'ê Çileyê) bi ser bajarokên kurdan de bi sedan êrîşên hewayî pêk anî û sivîl kuştin. Roja Yekşemê, dema rayedarekî paya bilind ê DYA'yê li Reqqayê çavdêrî dikirin, tangên tirk û maşîneyên zirxî berbi sînorê bakurê ve diçûn. Rojên Sêşem û Çarşemê, li ser medyaya civakî wêneyên kurdên ji malên xwe direvîn diweşandin.   Tirkiye, bi êrîşa li dijî Efrînê re dibêje ku ez li wir 'terorîstan' ji holê radikim. YPG'ya li vir, 3 sal e li dijî DAIŞ'ê şer dike û mutefîkê yekemîn ê DYA'yê ye. Koalîsyona di pêşengiya YPG'ê de her çendî li newala Çemê Firatê li dijî DAIŞ'ê şer bike jî bi windakirina Reqqayê re xîlafeta ku îlan kiribû û bandora wê bi dawî bû."   ‘JI EWROPA Û DYA'YÊ BI SEDAN DILDAR DI NAVA YPG’Ê DE NE’   Harp destnîşan kir ku Tirkiyeya di serkêşiya Erdogan de her ku diçe bi kirasê nijadperest û otorîter tê pêçan û gotinên Erdogan ên wekî "kê li dijî me derkeve em ê bipelçiqînin" û "Xweda bi mere ye" bi bîr xist. Di dewama nivîsê de hat gotin ku YPJ'ya ku bi tevahî ji jinan pêk tê û di nava YPG'ê de cih digire, hêzeke gelekî pêşketî, sekuler e û ev tişt hat gotin: "Wekî ku min berê jî gotibû, li Ewropa û Amerîkayê bi sedan dildar di nava YPG'ê de ne. Bi taybetî jî aktivîstên çepgir ên hişk ên di nava Wall Street Occupyê de. Lucas Chapman ê 22 salî yê komînîst ê ji Georgiayê ye, di nava YPG'ê de xwedî peywir e û got ku 'Dagirkeriya Efrînê dijî exlaqê ye.' Clara Mîtchell a 25 salî ya di nava YPG'ê de, aşkera kir ku ew û yên din dixwazin ji bo şer biçin Efrînê.   EFRÎN BÊ RADYO Û BÊ ÎNTERNET E   Ji roja Çarşemê pê de Efrîn bê radyo û bê înternet ma. Tebeqeya dûkelê ya qalin, li ser qada şer girt, der barê mirî û birîndaran de raporên bi nakok hene. Artêşa tirk, got ku heta niha 260 kurd û DAIŞ'iyên qet heta niha li Efrînê nemane hatine kuştin. Heta ku Efrîn bê dagirkirin, cihê herî bi ewle bû." Rojnameger Seth Harp, aşkera kir ku wî xwestiye der barê mijara Efrînê de ji rayedarê Balyozxaneya Tirk ê li Washîngtonê agahiyan bigire, lê bersiv nedaye wî û ev nirxandin kir: "Hikumeta tirk dê hêviya çi bi ser bixe ne diyar e."   ‘PIŞTÎ KURD TESLÎMÊ ESAD NEBÛN RÛSYAYÊ PÊŞÎ LI BOMBEBARANÊ VEKIR’   Di dewama nivîsê de hat diyarkirin ku Tirkiye li dijî hiqûqa navneteweyî tev digere û Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî vê bê hêz maye, helwestên Çîn, welatên endamên Yekitiya Ewropayê, Trump û Rûsyayê rexne kir. Harp bi bîr xist ku "Rûsyayê xwest an Efrînê ji rejîma Esad re bihêlin, an jî bombebaranê hilbijêrin" û ev nêrîn parve kir: "Piştî kurdan nexwest teslîmê Esad bibin, Rûsyayê hêzên xwe ji Efrînê kişand û pêşî li bombebarana Tirkiyeyê vekir."   ‘LÊ KURD DÊ ÇAWA ŞER BIKIN WÊ BAŞ DIZANIN’   Harp di dawiya nivîsê xwe de destnîşan kir ku DYA dikare bakurê Sûriyeyê wekî qada ji hewayî re qedexe îlan bike, lê Trump naxwaze kurd li wê herêmê mayînde bin û ev jî ne pêkan e bibe û wiha got: "Li gel têkibirina DAIŞ'ê, li Sûriyeyê kurd layîq, demokratîk û yekane hêza xwedî birdoz û parastina mafên mirovan ne. Dê hemû cîhana medenî xwe bida aliyê Tirkiyeyê; lê li hemberî Esad, Putîn, Trump û Erdogan xwe paşve didin. Dê kurd careke din bi tena serê xwe bimana. Di kurdî de gotinek heye 'Ji derveyê çiyayan dostên me tune ne.' Lê dê kurd çawa şer bikin wê baş dizanin."