Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'

  • rojane
  • 11:43 25 Çile 2018
  • |
img
EFRÎN - Welatiyên Efrînê xwestin êrîşa li dijî wan bi dawî bibe û bang li Erdogan kirin û gotin: "Bila hemû cîhan û Erdogan zanibe ku Em Efrînê terk nakin. Ne em bila Erdogan li dawiya xwe bi fikire. Yê winda bike Erdogan e." 
 
Şerê ku TSK-OSO bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrînê di 20'ê Çile de da destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Welatiyên Efrînê bertek nîşanî daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dan û xwestin Erdogan baş zanibe ku gel Efrînê terk nake. Gelê Efrinê bang li welatên cîhanê jî kirin û xwestin Erdogan rawestînin. Welatiyê Efrînê Eli Mihemed, diyar kir ku ji tang, top û balafirên Erdogan natirsin û wiha got: "Em bang li Erdogan dikin ku dest ji êrîşên li dijî sivîlan berdin. Niha sivîlan dikujin. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe Efrînê terk nakin. Bila Erdogan û hemû cîhan vê yekê zanibe. Divê cîhan ji Erdogan re bêje 'raweste' Bila hemû cîhan zanibe ku em bên kuştin jî em Efrînê bernadin." 
 
'BILA ERDOGAN LI DAWIYA XWE BIFIKIRE'
 
Welatiya Efrinê Sitti Eyşe, jî bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê da û wiha got: "Em natirsin. Em li vir in û naçin. Em warê xwe û zarokên xwe terk nakin. Ne em bila Erdogan li dawuya xwe bifikire. Ji ber ku yê winda bike Erdogan e." 
 
'XANIYÊ MIN XERA KIRIN'
 
Welatiyê Gunde Conkê Resul Hecî jî wiha got: "Xaniyê min ji hewa de bombe kirin û xera kirin. Zarokê min pir tirsiyan. Hiqûqa mirovahiyê û sincê mirovahiyê ji bo vê yekê çi dibêje? Rûsya, Tirkiye û welatên din ji me çi dixwazin. Zerara me gihiştiye kê? 
Em naxwazin bi tu kesî re şer bikin. Çima bi tang, top û teyareyên xwe li dijî me şer dikin. Çima cîhan bêdeng e? Em bang li kurdan dikin bila bêdeng nemînin."
 
'ZAROKÊN ME DIKUJIN'
 
Parazvana bajarê Efrînê Xece Usib jî wiha got: "Li dijî me şerekî pir mezin dimeşînin. Bi çekên giran êrîşî me dikin. Bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê dikin. Ma Efrîn dewletek pir mezin e ew qas bi balafir tang û topan êrîş dikin? Hemû cîhanê çav û guhê xwe girtiye. Kal pîr û zarokan çi kiriye tên wan bome dikin û dikujin? Çima kes dengê xwe dernaxe. Ka parazvanên mafên mirovan. Kanî mafên mirovan?" 
 
'ÇI JI ME DIXWAZIN?' 
 
Welatiyê Gundê Conkê Zekî Eluş jî anî ziman ku balafiran gundê wan bombe kirin û wiha got: "Ev mirov çi ji me dixwaze? Em bang li Fransa, DYA û Almanya dikin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Ev dewlet her dem dibêjin 'em li pişt we ne' ka li ku ne? Efrîn qasî taxek Stenbolê ye. Ev êrîş, hêrs û nifrîn ji bo çiye? Çima cîhan bêdenge. Me çi kiriye ji cîhanê? Zarokên me mirin dan pêş çavê xwe û Reqqa û Dêra Zor ji destê terorîstên DAIŞ'ê xelas kir. Niha çima êrişî me dikin? Çi ji me dixwazin?" 
 
 
 MA / Erdogan Altan
 
 
 
 

Sernavên din

27/01/2018
11:35 Ozsoy ê HDP'î: Kampanya hilbijartina Serokdewletiyê bi dagirkeriya Efrinê dest pê kir
11:34 Polîsê ku Barlak kuşt serbest berdan
11:23 Ozçelîk: Me ji Emînonuyê heta Taksîmê bi Erdogan re belavok belav kirin
11:07 Dayikên Aştiyê bang li malbatên leşkeran kirin: Em bi hevre şer rawestînin
11:05 Welatiyên TOKÎ nexwestin, rastî gefên rayedaran hatin
10:17 Ceyş El-Suwar: Êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên bazirganî li ser xwîna sivîlan e
10:04 Dozger daxwaza malbatan a ji bo hevdîtina Ocalan red kirin
09:53 Gardiyan: Em ê we li vir birizînin
09:52 HDP'a Stenbolê plan dike ku bi 200 otobusan beşdarî kongreyê bibin
09:50 Eksperê Rûs Vladîmîr Yevseyev: TSK li sînorên Efrînê asê ma
09:48 Bi pîrozbahiya Ras-El Senî çanda xwe diparêzin
09:44 Tevî cenaze teşhîskirin dîsa nadin malbatê
09:21 Girtiyên hejmariya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:20 Şerê li derdora wan dibe sedema tirs û bêhêvîtiyê
09:10 Ne îstismarkar, lê kesê giliyê îstismarê kir ji kar hat avêtin
09:10 Sîsê Bîngol a 78 salî 3 rojan di rîngê de hiştin
09:09 'Ji bo kesên Suleyman Şah veguhastin kulmek ax pir tê dîtin'
09:09 'Şer û Rewşa Awarte zirarê didin tenduristiyê'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:19 UNICEF: Balafirên TSK'ê herî kêm 11 zarok li Efrînê kuşt
26/01/2018
17:44 Rojnamevan Îshak Karakaş hat girtin
16:12 Rojnameger Demîr hat berdan
16:08 Şêwra Yekîtiya Kurd berxwedana Efrînê silav kirin
15:51 HDP'ê li dijî şer banga tekoşîna hevpar kir
15:30 Baroya Amedê: Edaleta deng mayî ne edalete
15:23 Hevserokê HDP’ê yê Dêrgulê binçav kirin
14:59 Ji Dayikên Aştiyê bangek girîng
14:58 Saziyên Sîvîl A Aştîxwaz: Êdî kurdan wakî astengî li pêş xwe nebînin
14:55 Lêpirsîn li parastinê vekirin
14:43 Platforma Têkoşîna Li Dijî Yek Tîpê ava bû: Em nabin yek tîp
14:04 Erdogan, TTB a got 'Ji şer re na' kir hedef
14:01 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:54 Gulmen û Ozakça dawî li çalakiya grevê anîn
13:48 Operasyona Erfînê: 8 kes binçav kirin, kesek girtin
13:40 Gelê Efrînê: Mîna dara zeytûnê em bûne yek
13:32 Bi hinceta OHAL û Efrînê zextan li Kiliç dikin
13:15 Rojnameger Salaz: Ev şer dê statduya kurdan diyar bike
12:42 Elîaçik: Hişmendiya Sêva Sor şirîkatiya Xwedê ye
12:20 Balafiran Navçeya Mabata bombe kir: Cenaze ji bin kavilan derxistin
12:11 Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê destpê kir
12:04 ‘Çareserî ne li Rûsya û DYA'yê, li gel Ocalan e’
12:01 Swêd daxwaza rojnameger Emeç a penaberiyê red kir
11:53 'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye'
11:19 Dîroknas Aydın: Osmanî ji ber xeyalên Sêva Sor rûxiya
11:02 Êzidiyên Şengalê: Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye
10:49 Malperên Jinnews û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa asteng kirin
10:36 Siyasetmedar û rewşenbîran ji bo Efrînê bang li cîhanê kirin
10:18 Hikûmet ji bo piştgiriya şer çav berda lîstikê şensê
10:11 Şêniyên Sûrê: Dê li Efrînê jî winda bikin
09:35 Rûsyayê dîsa li kurdan bêbextî kir
09:34 Ekolojîst: Divê em bi cesaret aştiyê biparêzin
09:33 Ji bo tesîsa fosfatê ya Cengîz Holdîngê cihê qereqolê hat guherandin
09:32 94 hevşaredar 10 caran ji peywirê hatin dûrxistin
09:31 Hiqûqnas: Aştî heq e, divê jê neyê tirsandin
09:31 'Efrîn ji bo me meseleya rûmetê ye'
09:30 ‘Dewlet tişta nekaribû di 12'ê Îlonê de bike, dixwaze niha bike'
09:24 Xebatkarê TV10'ê: Ew bigirin jî em ê dengê xwe ragihînin
09:24 Hejmara 8'an a Kovara Jîneolojiyê derket
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2018'AN
25/01/2018
23:59 Êrîşa li hemberî Minbicê hat şikandin
20:06 Dîsa serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
19:59 Rojnamevan Ozkan û Serkan Erdogan hatin berdan
18:40 Wê Rojnamevan Îshak Karakaş sibê sewqî dozgeriyê bê kirin
16:48 Malbatên Robosê: Xwestina aştiyê sûc e
16:22 Piştî dîmenên Efrînê, Almanya proje rawestand
16:15 HDP'iyan malbata Taniş û Denîz ziyaret kirin
15:50 Koordînasyona Dijberî Şer: Şer ne lîstoka kompîtûrê ye
15:44 Polîsan rojname Welat çirand
15:32 Nasnameya kesên li Efrînê birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
15:12 Çalakiyên li dijî êrîşa li Efrinê didomin: Emê li dijî şer di ber xwe bidin
14:57 Dayikên Aştiyê: Hewara me Efrîn e
14:37 2 endamên meclisê li Erdîşê hatin berdan
14:27 Rojnameger Hurtaş û endamê HDP’ê Bulbul hatin berdan
14:10 Baydemîr: Berpirsiyarê hemû kuştiyan AKP, MHP û CHP ye
14:06 Amadekariyên kongeya HDP'ê ber bi dawî ve diçin
13:42 DÎK'ê bi ayetan bersiv da fermana Diyanetê
13:05 22 rêxistinên sivîl piştgirî da Efrînê
12:57 Rolling Stone: Kurd careke din tenê ne, lê vê carê dizanin dê çawa şer bikin
12:55 Nûnerên kurd ji bo yekîtiyê dicivin: Rojeva sereke Efrîn e
12:25 Angaşta cilên yek tîp şandin Girtîgeha Êlihê
12:14 Parêzerên Ocalan 725 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
12:11 Sendîkaya Îngilîz UNISON ji bo Efrînê Wezîrê Brîtanyayê hişyar kir
12:03 Sînorê birçîbûnê hezar û 615 tl ye
11:55 Fermandarê çeçen ê di lîsteya 'terorê' de tev li operasyona Efrînê bû!
11:43 Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste'
10:58 Hêvî Mistefa: Hêzên navneteweyî li gel Tirkiye di şer de cih digirin
10:49 Hizr û xeyalên girtiyan nayên hepiskirin
10:48 Derket holê ku polîsan Seferî Yilmaz îxbar kiriye
10:33 Welatiyên ku maşîneya zirxî li wan dan hêj tên dermankirin
10:25 Li Şirnexê vê carê berê xwe dan dermanxaneyan
10:24 Prof. Jongerdan: Wekî Kobanê li Efrînê jî dê berxwedan encamê diyar bike
10:04 ‘Parastina aştiyê ne sûc e’
09:55 Îdareya Arizîkirinê dest bi firotina zeviyên tenduristiyê kir
09:26 Gardiyanan gef li girtiyan xwar: Em ê vir veguherînin Efrînê
09:24 Tevî 5 zarokên xwe li xaniyekî yekodeyî dijî
09:24 Belgefîlma Serhildana Qoçgiriyê hat kişandin
09:23 ‘Wê êrîşa Efrînê dawiya Qesrê bîne'
09:12 Girtîgehê xwest ferhenga tirkî-kurdî bê wergerkirin!
09:11 ‘Divê destûr neyê dayîn zarok cardin travma derbas bikin’
09:10 Pisporê Ewlehiya Kar: Ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye