Gelê Efrînê: Bila cîhan ji Erdogan re bêje 'Raweste' 2018-01-25 11:43:14   EFRÎN - Welatiyên Efrînê xwestin êrîşa li dijî wan bi dawî bibe û bang li Erdogan kirin û gotin: "Bila hemû cîhan û Erdogan zanibe ku Em Efrînê terk nakin. Ne em bila Erdogan li dawiya xwe bi fikire. Yê winda bike Erdogan e."    Şerê ku TSK-OSO bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrînê di 20'ê Çile de da destpêkirin di roja 6'an de berdewam dike. Welatiyên Efrînê bertek nîşanî daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dan û xwestin Erdogan baş zanibe ku gel Efrînê terk nake. Gelê Efrinê bang li welatên cîhanê jî kirin û xwestin Erdogan rawestînin. Welatiyê Efrînê Eli Mihemed, diyar kir ku ji tang, top û balafirên Erdogan natirsin û wiha got: "Em bang li Erdogan dikin ku dest ji êrîşên li dijî sivîlan berdin. Niha sivîlan dikujin. Em heta dilopa dawî ya xwîna xwe Efrînê terk nakin. Bila Erdogan û hemû cîhan vê yekê zanibe. Divê cîhan ji Erdogan re bêje 'raweste' Bila hemû cîhan zanibe ku em bên kuştin jî em Efrînê bernadin."    'BILA ERDOGAN LI DAWIYA XWE BIFIKIRE'   Welatiya Efrinê Sitti Eyşe, jî bertek nîşanî êrîşa li dijî Efrînê da û wiha got: "Em natirsin. Em li vir in û naçin. Em warê xwe û zarokên xwe terk nakin. Ne em bila Erdogan li dawuya xwe bifikire. Ji ber ku yê winda bike Erdogan e."    'XANIYÊ MIN XERA KIRIN'   Welatiyê Gunde Conkê Resul Hecî jî wiha got: "Xaniyê min ji hewa de bombe kirin û xera kirin. Zarokê min pir tirsiyan. Hiqûqa mirovahiyê û sincê mirovahiyê ji bo vê yekê çi dibêje? Rûsya, Tirkiye û welatên din ji me çi dixwazin. Zerara me gihiştiye kê?  Em naxwazin bi tu kesî re şer bikin. Çima bi tang, top û teyareyên xwe li dijî me şer dikin. Çima cîhan bêdeng e? Em bang li kurdan dikin bila bêdeng nemînin."   'ZAROKÊN ME DIKUJIN'   Parazvana bajarê Efrînê Xece Usib jî wiha got: "Li dijî me şerekî pir mezin dimeşînin. Bi çekên giran êrîşî me dikin. Bi hemû çekên giran êrîşî Efrînê dikin. Ma Efrîn dewletek pir mezin e ew qas bi balafir tang û topan êrîş dikin? Hemû cîhanê çav û guhê xwe girtiye. Kal pîr û zarokan çi kiriye tên wan bome dikin û dikujin? Çima kes dengê xwe dernaxe. Ka parazvanên mafên mirovan. Kanî mafên mirovan?"    'ÇI JI ME DIXWAZIN?'    Welatiyê Gundê Conkê Zekî Eluş jî anî ziman ku balafiran gundê wan bombe kirin û wiha got: "Ev mirov çi ji me dixwaze? Em bang li Fransa, DYA û Almanya dikin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Ev dewlet her dem dibêjin 'em li pişt we ne' ka li ku ne? Efrîn qasî taxek Stenbolê ye. Ev êrîş, hêrs û nifrîn ji bo çiye? Çima cîhan bêdenge. Me çi kiriye ji cîhanê? Zarokên me mirin dan pêş çavê xwe û Reqqa û Dêra Zor ji destê terorîstên DAIŞ'ê xelas kir. Niha çima êrişî me dikin? Çi ji me dixwazin?"       MA / Erdogan Altan