‘Kesên ji bo şer li çepikan dixin dê bibin rûreşê dîrokê'

  • rojane
  • 14:23 24 Çile 2018
  • |
img

AMED / RIHA - Êrîşa li dijî Efrînê bi daxuyaniyan şermezar kirin. Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Eda Bazencîr bal kişand ser operasyona "Tevgera Çiqila Zeytûnê" û aşkera kir ku kesên ji bo şer li çepikan dixin, dê bibin rûreşê dîrokê û ev tişt got: "Ji roja destpêkê heta niha çiqila zeytûnê di destê gelê kurd de ye.

 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), êrîşêh TSK û OSO'yê şermezar kirin û xwetin piştgiriya ji bo Efrînê zêde bibe.
 
Daxuyaniya li avahiya KCD'ê hat dayîn de, gelek jin beşdar bûn û Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Eda Bazencîr daxuyanî xwend. 
 
‘DEMA MIJAR DIBE KUKRD TÊN GEL HEV’
 
Bazencîr destnîşan kir ku dema mijar dibe kurd, desthilatdarî û muxalefet digihêjin hev û ev tişt got: "Vê carê hevkariya AKP-MHP-CHP'ê derket holê. Li holê dîktatorî û înkara dijî kurdan heye. Bi hincetên vala êrîşê Efrînê dikin. Kesên ji bo şer li çepikan dixin, Çiqila Zeytûnê jî wekî ku henekê xwe bikin pêve kirine û li Sûriyeyê gelê sivîl qetil dikin. Hêzên gerdûnî bêdeng in, ev jî bi xwe re komkujiya li dijî sivîlan tîne."
 
‘ÇIQILA ZEYTÛNÊ DI DESTÊ KURDAN DE YE’
 
Bazencîr da zanîn ku roja ku şerê li Sûriyeyê destpêkiriye, çiqila zeytûnê di destê kurdan de ye û wiha pê de çû: "Ruxmê hemû zilma heyî jî, kurdan çiqila zeytûnê ji destê xwe daneynî. Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven di çarçoveya daxwazên aştiyê de hat binçavkirin. Dîsa Îhsak Karataş, Hayrî Demîr, Sîbel Hurtaş, Nurcan Baysal û gelek mirov hatin binçavkirin. Desthilatdarî bi van binçavkirinan muxalefetê bêdeng dike."
 
Bazencîr aşkera kir ku ew bi tu awayî natirsin û dê dijberiya xwe ya şer bînin ziman. Daxuyanî bi dirûşmên "Biji berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
 
RIHA
 
Partiyên wekî HDP û DBP'yên Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê û êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin. Civîna li avahiya HDP'ê ya navçeya Hîlaliyeyê de hat dayîn, wekîlên bajêr Dîlek Ocalan, Îbrahîm Ayhan û rêveberên DBP'ê yên bajêr, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku ew êrîşa li dijî Efrînê qebûl nakin û wiha axivî: "Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dê di navbera gelan de perçebûnê bîne û dê encamên wê gelekî giran bin."
 
‘ERDOGAN DESTKEFTIYEN KURDAN HEZIM NAKE’
 
Surucu derbirî ku roja li Sûriyeyê şer destpêkiriye heta niha, Efrîn ji bo gelan cihê berî bi ewle ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Rojava tu carî êrîşê axa Tirkiyeyê nekiriye. Rejîma Erdogan tu carî serkeftina gelên Federasyona Bakurê Sûriyeyê qebûl nake û têkbirina DAIŞ'ê hezim nake."
 
HATAY 
 
Li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderumê daxuyanî hat dayîn. Di cihînê de gelek saziyên ked û demokrasiyê amade bûn. Ji ber daxuyaniyê polîsan avahî dorpêç kir. Hevserokê ÎHD'a Îskenderunê Coşkun Selçuk diyar kir ku şer dikuje û ev tişt got: "Şer koçberiyê bi xwe re tîne. Di êrîşa li dijî Efrînê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan." Selçuk da zanîn ku Tirkiye jî aligirê Peymana CenevreyÊ ye û xwest çakaiyên xwe bi dawî bike.
 
MÊRSÎN
 
Platrorma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê, li avahiya SES'ê ya Mêrsînê daxuyanî da û ev tişt got: "Berdevkê desthilatdariyê bi zimanê mîlîtarîzmê medyayê sor dike. Îro çiqila zeytûnê ya ku temsîla aştiyê ye, di navbera tirk û kurdan de dijminahiyê bi pêş dixe. Ev şer Tirkiyeyê ber bi lîçoqê ve dikişîne."
 
ÇINAR
 
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Çinarê, saziyên sivîl û gelek welatî li avahiya HDP'a navçeyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê HDP'a Çinarê Sedat Demîrtaş diyar kir ku hêzên navneteweyî li dijî kurdan şer dikin û ev tişt anî ziman: "Li dijî vê kurd wekî gelekî bi rêxistinkirî radiwestin. Dê êrîşên faşîzan tu encamê bi dest nexin û dê gelên berxwedêr bi ser kevin."
 
SÊRT
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li Sêrtê hatin gel hev û ev daxuyanî dan: "Em komkujiya li Efrînê lanet dikin. Ji zilma we re êdî bes e. Dewleta divê ez misliman im, ka mislimantiya wan li ku ye? Hûn ji kurdan çi dixwazin? Em wekî dayikên aştiyê vê zilmê qebûl nakin. Em bang li hemû cîhanê dikin ku vê zilmê rawestînin. Bila jinên hemû Kurdistanê rabin ser piyan. Em dest bidin hev û vê komkujiyê rawestînin."
 
 
 

Sernavên din

25/01/2018
09:09 'AKP hêzên xwe yên milîs ava dike'
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2018'AN
24/01/2018
23:45 Der barê Efrînê de
Trump: Operasyonên xwe yên leşkerî bisînor bikin
Erdogan: Divê dawî li alîkariya çekan a ji bo YPG’ê bê
22:16 MPKE'yê ji bo Efrînê bang li Tirkiyeyê kir
21:28 TSK’ê daxuyand ku cenazeyê du leşkerên wan nexuyane
18:39 Medya li pêş dezenformasyona rastiyan e
18:04 Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Fendik hat berdan
17:26 Xizmên girtiyan li dijî cilên yek tîp kom bûn
17:17 Umutê 4 salî 39 rojin hêj hişyar nebûye: Pêzanan Umut bi qusûr dît
17:08 RSF: Medyaya tirk xizmeta şer dike
16:38 Balafiran gundê Efrînê bombe kir
16:25 Rojnameger Ozlu hat berdan
16:18 Rojnameger Şêxo: Ez dê bibim çav û guhê Efrînê
16:10 ESP: Hewl dan endamê me înfaz bikin
15:41 Hesekê û Kobanê ji bo Efrînê meşiyan
15:28 Nivîskara T24'ê Baysal serbest berdan
15:16 Li Efrînê berê ba guherî ?
15:03 Bertekên li dijî operasyonê: AKP, cenazeyên şehîdan dike hevî
14:23 ‘Kesên ji bo şer li çepikan dixin dê bibin rûreşê dîrokê'
14:21 Di serdegirtinên malan de herî kêm 20 kes binçavkirin
13:50 ÎRA: Em qebûl nakin wekî leşkeran nêzî rojnameger bibin
13:46 Gelê Efrînê: Em natirsin, li virin
13:32 Jinên girtî ji NY'yê re nameya Efrînê şand
13:24 Xwestin di serşoyê de jinên girtî bihejmerin
13:01 ‘Em ê yekîtiya azadiya jinên li Afrînê şîn bûyî biparêzin’
12:46 Lêçûnên girtîgeh, muftî û Perwerdeya Neteweyî qeyûm dide!
12:39 Kî û çi dê encama Efrinê diyar bike?
12:14 Rêxistinên kedê: Dê şer ji kedkaran re xizaniyê bîne
12:00 170 kesên navdar nameya Efrînê ji AKP’ê re şand
11:47 Çekên 'neteweyî û herêmî' yên li Efrînê kaseya kî tije dikin?
11:38 Şer dijwar dibe lê pêşveçûn tune
11:07 Kurd ji bo Efrînê yek deng in: Tu kurd vê êrîşê qebûl nake
10:44 Hawara dayika 3 zardokên wê rastî îstîsmarê hat: Hevîya me tune
10:32 Li dijî zerarên teknolojiyê serî li rêyên xwezayî didin
10:13 ‘Gotin zehmet e, lê dê hestiyên bavê min jî me kêfxweş bike’
09:39 Malpera web'ê ya Jinnewsê hat astengkirin
09:39 2 salin li cenazeyê keça xwe digerin
09:38 14 meh in nizanin ji ber çi girtîne, bi ser de cezayê dîsîplînê li wan hat birîn
09:37 Koordînasyona Dijberî Yektîpiyê lixwekirina hîz û şortan nîqaş dike
09:36 Dayikên Aştiyê: Efrîn têkoşîna hebûnê ye, xwedî lê derkevin
09:34 Amedê êrîşên li hemberî Efrînê qebûl nakin: Çareserî yekîtiya netewî ye
09:30 Akademîsyen Yoruk: Dixwazin bi riya çapemeniyê serketineke sixte biafirînin
09:29 Jinan Kooperatifa Kolektif a Keda Jinê ava kir
09:28 Jinên bi salan di konan de man, hesreta welat dikişînin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2018'AN
23/01/2018
23:53 Erdogan, bi Macron û Pûtîn re hevdîtin kir
19:19 Trump û Erdogan dê hevdîtin bikin
19:05 Leşkerên di şerê Efrinê de jiyana xwe ji dest zêde bûn
18:53 Rojnameger Haydar Ergul û Seda Taşkin hatin girtin
18:44 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan red kir
18:34 Polîsan Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi Fendik binçav kir
18:05 QSD'ê 5 erebeyên DAIŞ'ê yên bombeyi li Dêra Zor teqandin
18:01 Di doza Sûrê de 'Bijî Berxwedana Efrinê' berz kirin
17:42 Nûçegihana me Seda Taşkin hat girtin
17:12 Li Efrînê 17 kes bi girseyî hatin definkirin
16:44 Operasyona Efrînê di roja 4’emîn de ye: Em nabin şirîke şerê AKP'ê
16:18 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Dikilî de girt
15:59 Parêzer Sidki Zilan hat berdan
15:44 Di operasyona Efrînê de leşkerek din jî mir
15:41 Jinek kuştin, 4 jê zarok 5 kes birîndar kirin
15:07 TGS: Rojnamegerên di binaçavan de berdin
15:02 Parêzer: Baroya Stenbolê berdevkiya şer dike
15:01 Dimenê gundên Balafirên TSK'ê bombe kirin hat kişandin
14:38 Rêveberên HDP’ê yên gotin ‘Ji şer re na’ hatin girtin
14:27 Di doza Nisêbînê de êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin
14:19 HDP: Ne şerxwazî, aştîxwazî sûc e
13:55 Aykol: Peywira Medya ya ji bo Efrinê kuştina rastiyan e
13:49 Li Îzmîrê Koordînasoya Li Dijî Cilên Yek Tîp ava kirin
13:25 Ji Azadî, PAK, PDK-Bakur û PSK'ê banga hevpar: Êrîşan rawestînin
12:57 Rojnameger Ergul bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
12:56 Hîndekar: Dema cenaze bên dê êşê hîs bikin
12:46 Polîsên ku jin derb kirin: Zagonan ev erk da min
12:45 Endamên OSO’yê li xwe mikur hatin
12:04 Doza ‘heqaretê’ ya Parlamenter Irmak taloq bû
12:02 Bariş Atay: Ji bo lîstikê em ê li rêyê nalternatîf bigerin
11:39 Yên operasyona Efrîn rexne kirin hatin binçavkirin
11:27 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Nisêbînê de girt
11:26 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:15 Di çar rojan de li Efrînê çi qewimî?
11:09 Wekîlê CHP’ê: Êrîşa li dijî Rehyanli ji axa Tirkiyeyê pêk hat
10:46 ‘Sêva Sor’ bi Efrînê dest pê kir, hedefa talî ku derê ye?
10:45 'Dijberî şer eniya hevpar a aştiyê ava bikin'
10:20 Mirina Çagli û Geçit dê careke din bê lêkolînkirin
10:03 Şerê li Efrînê dê li tevahî Sûriyeyê belav bibe
09:41 Temellî: Şer bidome dê nanê me parî parî kêm bibe
09:27 ‘Diyar dibe ku Rûsya DAIŞ’ê xwedî dikir’
09:26 Mexdûrê şer zarok in: Neçar in 10 saetan bixebitin
09:25 ‘Bi KHK’yan kedkarên tenduristiyê bêdeng dikin’
09:19 Li konan dema mirov zarok be
09:18 Kocaeliyan: Li dijî şer em hîn zêdetir dengê aştiyê bilind bikin
09:17 Çîftyurek: Ne îro be kengî?
09:16 Piştî êrîşa li dijî Efrînê gelê Reyhanliyê hewl dide koç bike
09:16 Parlementerên HDP'ê yê Şirnexê: Wê li Efrînê berxwedêr bi ser bikevin
09:15 Wê bêjin 'Efrîn, Kobanê ye' û xwedî li aştiyê derkevin
09:14 Gundiyên li sînor dijîn nerihet in
09:13 Her der 'herêma ewlehiya taybet' e
09:12 Parêzer: Bi îxbara bê kok digirin ser malan
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2018'AN
08:38 Rojnameger Seda Taşkin binçav kirin
00:27 TSK’ê daxuyand ku li Efrînê leşkerek miriye