‘Kesên ji bo şer li çepikan dixin dê bibin rûreşê dîrokê' 2018-01-24 14:23:27 AMED / RIHA - Êrîşa li dijî Efrînê bi daxuyaniyan şermezar kirin. Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Eda Bazencîr bal kişand ser operasyona "Tevgera Çiqila Zeytûnê" û aşkera kir ku kesên ji bo şer li çepikan dixin, dê bibin rûreşê dîrokê û ev tişt got: "Ji roja destpêkê heta niha çiqila zeytûnê di destê gelê kurd de ye.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), êrîşêh TSK û OSO'yê şermezar kirin û xwetin piştgiriya ji bo Efrînê zêde bibe.   Daxuyaniya li avahiya KCD'ê hat dayîn de, gelek jin beşdar bûn û Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Eda Bazencîr daxuyanî xwend.    ‘DEMA MIJAR DIBE KUKRD TÊN GEL HEV’   Bazencîr destnîşan kir ku dema mijar dibe kurd, desthilatdarî û muxalefet digihêjin hev û ev tişt got: "Vê carê hevkariya AKP-MHP-CHP'ê derket holê. Li holê dîktatorî û înkara dijî kurdan heye. Bi hincetên vala êrîşê Efrînê dikin. Kesên ji bo şer li çepikan dixin, Çiqila Zeytûnê jî wekî ku henekê xwe bikin pêve kirine û li Sûriyeyê gelê sivîl qetil dikin. Hêzên gerdûnî bêdeng in, ev jî bi xwe re komkujiya li dijî sivîlan tîne."   ‘ÇIQILA ZEYTÛNÊ DI DESTÊ KURDAN DE YE’   Bazencîr da zanîn ku roja ku şerê li Sûriyeyê destpêkiriye, çiqila zeytûnê di destê kurdan de ye û wiha pê de çû: "Ruxmê hemû zilma heyî jî, kurdan çiqila zeytûnê ji destê xwe daneynî. Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven di çarçoveya daxwazên aştiyê de hat binçavkirin. Dîsa Îhsak Karataş, Hayrî Demîr, Sîbel Hurtaş, Nurcan Baysal û gelek mirov hatin binçavkirin. Desthilatdarî bi van binçavkirinan muxalefetê bêdeng dike."   Bazencîr aşkera kir ku ew bi tu awayî natirsin û dê dijberiya xwe ya şer bînin ziman. Daxuyanî bi dirûşmên "Biji berxwedana Efrînê" bi dawî bû.   RIHA   Partiyên wekî HDP û DBP'yên Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê û êrîşa li dijî Efrînê şermezar kirin. Civîna li avahiya HDP'ê ya navçeya Hîlaliyeyê de hat dayîn, wekîlên bajêr Dîlek Ocalan, Îbrahîm Ayhan û rêveberên DBP'ê yên bajêr, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku ew êrîşa li dijî Efrînê qebûl nakin û wiha axivî: "Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê dê di navbera gelan de perçebûnê bîne û dê encamên wê gelekî giran bin."   ‘ERDOGAN DESTKEFTIYEN KURDAN HEZIM NAKE’   Surucu derbirî ku roja li Sûriyeyê şer destpêkiriye heta niha, Efrîn ji bo gelan cihê berî bi ewle ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Rojava tu carî êrîşê axa Tirkiyeyê nekiriye. Rejîma Erdogan tu carî serkeftina gelên Federasyona Bakurê Sûriyeyê qebûl nake û têkbirina DAIŞ'ê hezim nake."   HATAY    Li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderumê daxuyanî hat dayîn. Di cihînê de gelek saziyên ked û demokrasiyê amade bûn. Ji ber daxuyaniyê polîsan avahî dorpêç kir. Hevserokê ÎHD'a Îskenderunê Coşkun Selçuk diyar kir ku şer dikuje û ev tişt got: "Şer koçberiyê bi xwe re tîne. Di êrîşa li dijî Efrînê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan." Selçuk da zanîn ku Tirkiye jî aligirê Peymana CenevreyÊ ye û xwest çakaiyên xwe bi dawî bike.   MÊRSÎN   Platrorma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê, li avahiya SES'ê ya Mêrsînê daxuyanî da û ev tişt got: "Berdevkê desthilatdariyê bi zimanê mîlîtarîzmê medyayê sor dike. Îro çiqila zeytûnê ya ku temsîla aştiyê ye, di navbera tirk û kurdan de dijminahiyê bi pêş dixe. Ev şer Tirkiyeyê ber bi lîçoqê ve dikişîne."   ÇINAR   Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Çinarê, saziyên sivîl û gelek welatî li avahiya HDP'a navçeyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê HDP'a Çinarê Sedat Demîrtaş diyar kir ku hêzên navneteweyî li dijî kurdan şer dikin û ev tişt anî ziman: "Li dijî vê kurd wekî gelekî bi rêxistinkirî radiwestin. Dê êrîşên faşîzan tu encamê bi dest nexin û dê gelên berxwedêr bi ser kevin."   SÊRT   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li Sêrtê hatin gel hev û ev daxuyanî dan: "Em komkujiya li Efrînê lanet dikin. Ji zilma we re êdî bes e. Dewleta divê ez misliman im, ka mislimantiya wan li ku ye? Hûn ji kurdan çi dixwazin? Em wekî dayikên aştiyê vê zilmê qebûl nakin. Em bang li hemû cîhanê dikin ku vê zilmê rawestînin. Bila jinên hemû Kurdistanê rabin ser piyan. Em dest bidin hev û vê komkujiyê rawestînin."