Pisporê Rojhilata Navîn Guneş: Efrîn naşibe deşta Azezê

  • rojane
  • 11:23 22 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Hakan Guneş, têtikldarî operasyona TSK'ê ya bi fermana AKP-MHP'ê di 20'ê Çile li dijî Efrînê dest pê kir got: "Piştî DYA'yê divê mirov vê biryarê wekî biryara Rûsya pênase bike. Tirkiye dê li vê qadê bi tenê bimîne. Efrîn naşibe deşta Ezazê." 

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrinê di 20'ê Çile de operasyona hewayî dest pê kir û di 21'ê Çile de jî operasyona hewayî û bejayî berdewam kir. Li aliyekî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê didome, li aliyê din bertek û nerazibûnên li dijî Efrînê zêde dibin. Di navbera leşkerên TSK'ê û hêzên YPG û YPJ'ê de şerê giran rû dide. Heta niha 4 tangên TSK'ê bûn hedef. Dîsa gelek leşkerên TSK'ê hatin kuştin û ketin destê YPG'ê. Her çend Serokê AKP'ê Erdogan û Serokê MHP'ê Bahçelî kesên li dijî vê operasyonê wekî neyar pênase bike jî nerazîbûn û bertek her diçin zêde dibin. Têkildarî operasyona li dijî Efrînê ropa DYA û Rûsya jî tê niqaşkirin. Pisporê Rojhilata Navîn Doç. Dr. Hakan Guneş, operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê nirxnad.  Guneş,diyar kir ku navê operasyonê çi dibe bila bibe divê wekî operasyona 'Merdalên Firatê 2' bê nirxandin û wiha got: "Tirkiye bi operasyona Efrînê xwest 2 tiştan bi hevre bike. Yek jê xwest hêzên çekdar ên kurd ku ji bo xwe wekî gef dibîne bi sînor bike. Tirsa wê ewe ku hêza kurdan xwe bigîne Derya Spî. Ji bo vê yekê dixwaze koridora kurd a xwe bigîne Derya Spî asteng bike. Ewil bi operasyona Mertalên Firatê 1 xwest korîdorê qut bike. Ev operasyona niha jî berdewama operasyona Mertalên Firatê ye. Ne tenê li dijî Hêza kurd, dixwaze li Sûriye bibe xwedî par û li axa Sûriye bi cih bibe. Li ser xeta Ezaz-Cerablusê parek ax girt. Piştgirî da komên çekdar. Li ser Masa Astana cihê xwe girt. Ev ne tiştekî pir bi hêz e. Lê niha dixwaze destê wê yê li ser masa Astana xurt bibe."
 
Guneş, da zanîn ku Rûsya ji Tirkiye xwest ku li Idlibê li dijî El-Nusra qadekê veke. Xwest li dijî komên ku berê piştgirî dida wan şer bike. Lê ev yek nebû. Ji ber vê yekê El-Nusra û komên din li dijî Artêşa Sûriye dest bi şer kirin. Ev jî bû sedem ku di nava Tirkiye Rûsya û Sûriye de qrîz derkeve. Tirkiye xwest bi ketina Idlibê berê xwe bide Efrînê û li wir hêzekê ava bike. Ya duyemîn xwest li masa Astana bibe xwedî hêz. 
 
'DYA LEMBA KESK, RUSYA LEMBA ZER PÊWIST' 
 
Guneş, da zanîn ku Rûsya ji bo destûra Tirkiye têkeve Efrînê "Lemba zer" û DYA jî "Lemba kesk" pêxist. DYA diyar kir ku dê artêşa ku ji 30 hezar çekdar pêk tê ava bike. Bi vî rengî rê li pêş bertekê vekir û piştre got 'Ev ne ji bo Afrînê ye." Ev nakokiyek mezin e. Daxuyaniyên Şam û Rûsya gotin 'Ev daxuyaniya DYA li dijî tevahiya Sûriye ye." 
 
Guneş, bal kişand ser operasyona li dijî Cerablus û Ezazê û wiha got: "Hem DYA û hem jî Rûsya li Mimbiçê 'Mertalên Firatê' bi sînor kiribû. Gotibûn Efrinê derbas neke.  Tirkiye piştî hevdîtina dawî destûr ji Rûsya girt. Şam ji Moskova dixwaze ku Artêşa 30 hezar kesan li Sûriye neyê avakirin. Lê ev ji bo Tirkiye têkeve Efrînê nabe hincet. Em dibînin ku Şam baweriya xwe bi Tirkiye nîne. Şam naxwaze SDG, YPG'ê bine hemberî xwe." 
 
'DIVÊ WEKÎ BIRYARA RÛSYA BÊ ZANÎN'
 
Guneş, anî ziman ku Şam wekî welat li mijarê dinere, Îran wekî herêm li mijarê dinere û Rusya jî bi çavê kurevî li mijarê dinere û wiha got: "Rûsya dikare ji bo Ukrayna tiytên cuda li Sûriye bike. Dixwaze Tirkiye ji DYA dûr bixe. Lê Şam wisa nêzîk nabe. Şam tenê li pêşeroja xwe dihere. Di navbera Şamê û SDG û PYD'ê de pirsgirêk heye ji ber vê yekê dixwaze SDG û PYD li Efrînê bi kontrol be. Şam bawer dike ku SDG û PYD'ê lie Dera Zorê peyman binpê kiriye. Wisa difikirî ku heta Reqqa pêş bikeve. Lê heta Dera Zor pêş ket. Bawer dike ku PYD li gorî daxwazên DYA sinorê navbera Sûriye û Iraqê girtiye. Ji ber vê yekê dixwaze her dem PYD di nava sînorekî de tev bigere û bi kontrol be. 
 
'RUSYA û DYA DI MIJARA AŞTIYÊ DE NE BI ISRAR IN'
 
Guneş, da zanîn ku DYA çekandide SDG û PYD'ê lê heta niha DYA li ser maseyê qala SDG (PYD nekiriye. Maseya ku DYA Li Cenevre saz kir SDG dawetî ser maseyê nekir. Rusya bêtir aşkere got ku kurd xwedî nûnertî ne. Ger ku pêşeroja Sûriye bê axaftin bêyî SDG û PYD'î 
nayê avakirin. DYA li herêmê çi bike nayê zanîn. Polîtîkayek veşarî dimeşîne. Ger ku li ser Soçî berfireh  bi axivin operasyona Efrînê dê zerar bide vê civînê. Ji ber vê yekê ne Rûsya û ne jî DYA zêde naxwaze aştî bê Sûriye.  Rûsya jî bi qasî DYA çekan difiroşe hêzên herêmê. Yên li herêmê tên kuştin hêzên herêmê ne. DYA û Rûsya li herêmê nayên kuştin. Ji ber vê yekê naxwazin maseya aştiyek nayinde bê avakirin. Dibe ku ev şer demek dirêj berdewam bike. " 
 
'RÛSYA LI ŞÛNA KURDAN TIRKIYE BIJART' 
 
Guneş, da zanîn ku Rusya li şûna kurdan Tirkiye hilbijart û wiha got: "Di hevsengiya Sûriye de jî hêj negihiştiye asta ku SDG û Şam bê hemberî hev. Ji ber ku di nava hêzên ku dixwaze Şam'ê têk bibe SDG tune ye. SDG, li şûna têkbirina Şam'ê dixwaze bi muzakereyan pirsgirêkê çareser bike."
 
EFRÎN DÊ BIRYARÊ BIDE
 
Guneş, da zanîn ku Efrin dê pêşeroja şerê li herêmê diyar bike û wiha got: "An dê Efrîn wekî Kobanê şer bike û pêşeroja xwe diyar bike, an jî dê wekî Kerkukê beyî  di ber xwe bide herêmê terk bike. Ev yek dê mirovên li Efrînê dijî biryarê bidin. Tirkiye her ku diçe bêtir tawîzan dide Rûsya." 
 
'EFRÎN NAŞIBE DEŞTA EZAZÊ'
 
Guneş, destnişan kir ku Efrîn naşibe deştên Ezazê û wiha got: "Tirkiye dê li vir gelek zahmetî bijî. Di serî de kurdên di nava Tirkiye de dê piştgiriyê nedin Tirkiye. Ger ku di şer de zarok, jin û mirov hatin kuştin dê bertek zêde bibin. Ji bo Kurdan mijara Kerkukê pir muhîm û bi êş e. Kurd naxwazin ev dubare bibe. Dema jinên kurdan li dijî DAIŞ'ê şer dikirin û DAIŞ'ê li Bruksel û Londra bombe dibarandin û li Parisê mirov dikuştin, televîzyonên welatên rojava jinên kurd wekî peqrewan nîşan didan. lê îro vê yekê nîşan nadin. Ji ber vê yekê Efrîn dê ji bo her kesî bibe ezmûn. Ji bo demokratên li Ewropa û kesên qîmetê didin nirxên demokratîk yên li Rojhilata Navîn bibe ezmûnek. 
 
Encama Efrînê jî wekî Kobanê dê berxwedan nîşan bide. Çawa li Kobanê berxwedanê encam diyar kir dê li Efrînê jî sekna gel encamê diyar bike. Ne niqaş û biryarên Moskava û Washington, gelê herêmê dê qedera xwe diyar bike. 
 
MA / Yasin Kobulan - Sadiye Eser 

Sernavên din

22/01/2018
23:21 Li Enqereyê rojnamevan, hunermend û siyasetvan hatin binçavkirin
20:35 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin
18:12 Nûçegihanê Ronahî TV li Efrînê birîndar bû
17:45 Cenazeyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin bi girseyî veşartin
17:12 7 siyasetmedar tehliye bûn
16:53 Dadgeha Amedê biryara girtina Parlamenterê HDP’ê Yildirim da
16:52 Îdiaya TSK'ê 14 endamên OSO kuştin
16:42 Li ser nerazîbûnan Asayîşa PDK'ê çalakvan berdan
16:34 Îdiaya cilên yek tîp şandin Girtîgeha Sîlîvriyê
16:27 Leşkeran mudaxeleyî gundiyên xwedî li axa xwe derketin kir
16:07 QSD: Êrîşa li dijî Efrînê piştgiriya DAIŞ'ê ye
16:03 Dê sibe rojnameger Ergul derxin edliyê
16:03 Îdiaya zarokê 16 salî hewl da întîxar bike
15:46 'Dê li Efrînê gel qezenc bikin'
15:41 TSK’a êrîşî Serêkaniyê kir
15:12 'Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixê ye'
15:11 Li dijî cilên yek tîp kampanya dan destpêkirin
15:08 Xwedîderketina li Efrînê zêde dibe: Em ê nebin şîrîkê vî şerî
15:00 Binçavkirina rojnameger Ozlu hat dirêjkirin
14:57 Roket li qereqolê ket: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
14:26 Erdogan hedef nîşan da nijadperestan êrîş kir
14:26 Rojnameger Îshak Karakaş hat binavkirin
14:12 ESP: Em ê teslîm nebin
14:11 Ev jî lîsteya Andiçê AKP'ê ye
14:09 Rojnameger Îdrîs Yilmaz hat girtin
14:07 Der barê Onlu yê HDP’ê de lêpirsîn vekirin
13:23 Banga partiyên kurd a ji bo Efrînê: Çalakiyên demokratîk bilind bikin
13:17 Yildirim: Dîyanet bûye maşika AKP’ê
13:00 Nijadperest êrîşê rojnameya Afrîkayê dikin: Ew ji bo min dagirkerin
12:18 Polîsan deriyê mala Nivîskar Baysal şikandin û binçav kirin
12:01 Welatiyên Colemêrgê: Rûsya îxanet li kurdan kir
12:00 Wekîlên HDP'ê yên Wanê: Êrîşa li dijî Efrînê dagirkerî ye
11:48 Fermandarê YGP’ê Hemo: Rûsya û Tirkiye di nava tifaqek qirêj de ne
11:44 Polîsan bi ser malên rojnamger Eskîn û parêzer Zîlan de girtin
11:23 Pisporê Rojhilata Navîn Guneş: Efrîn naşibe deşta Azezê
10:52 Dayikên Şirnex û Mêrdînê: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin
10:40 Jin dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin
10:12 9 lêpirsîn li qeyûmê Şirnexê vekirin
10:04 ‘Gelê Amedê bi hêrse’
09:57 Li Swêdê ‘Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê’ ava kirin
09:45 'Ne girtîgeh îzolasyon û navenda îhlalê ye'
09:26 Oldar: Fermana Diyanetê ne Îslam e nijadperestiye
09:25 Şêniyên Sûrê: Bi destê dewletê hişbirê li Sûrê belav dikin
09:23 Nûnerên jin: Em wek Kobanê xwedî li Efrînê jî derbikevin
09:22 ‘Em ê bi xweparastinê hestiyên qorika zilamtiyê bişkênin’
09:21 Parvekirina gora kurê wî kirin sûc
09:19 Nikarin avê vexwin lê pere radizînin
09:19 Di OHAL’ê de jin: Em di bin tirsê de dijîn
09:18 Nûnerê partî û rêxistinan: Divê gelê me li metrepolan dakevin qadan
09:17 Gundiyên sînor bi bertek in: Efrînî xizmên me ne
09:00 ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2018'AN
21/01/2018
22:50 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Bismilê de jî girt
22:00 Navê 7 jê zarok 8 kesên li Efrînê hatin kuştin aşkere bûn
21:33 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sêrtê de girt
18:43 Kobanê ji bo Efrînê meşiya
18:05 Di êrîşên Tirkiyeyê de li Efrînê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibin
17:41 Leşkerên derketin operasyonê di bin şepê de man: 5 leşker mirin
17:38 Li Stenbolê mudaxale: 6 kes binçav kirin
17:07 YPG: 4 leşker û 10 OSO hatin kuştin
16:46 Gelê Silêmanî û Êzîdî li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
16:45 Rojnameger Yîlmaz hat binçavkirin
16:39 Misir: Divê Tirkiye êrîşan rawestîne
16:39 Dozgeriyê der barê Bîlgen û Yildirim da jî lêpirsîn da destpêkirin
16:26 Ocalan: Roj roja berxwedanê ye
16:11 Arslan: Em bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derbikevin
15:41 ‘Operasyona Efrînê dê Tirkiye 50 salan paşve bixe'
14:47 Li Bedlîsê 2 leşker mirin 3 winda, 7 jî birîndar bûn
14:44 Der bare Hevseroka KCD’ê Guven de dest bi lêpirsînê kirin
14:39 Ayhan Bîlgen: Em bi hevre vê lîstikê xera bikin
14:13 Partiyan êrîşa Efrînê şermezar kir: Li dijî êrîşa li ser Efrînê dakevin kolanan
13:57 ‘Dê bedelê êrîşa li dijî Efrînê giran be’
13:55 YPG û YPJ`ê tangeke din a TSK'ê li Efrînê rûxandin
13:22 Artêşa Tirk bi balafiran êrîşe sivîlên Efrînê dike
13:10 Behcet Ebdo: Dewleta Tirk şer hilbijart, divê encamên wê jî tehmûl bike
13:01 Polîsan li Amedê mudaxeleyî çalakiya êrîşên li dijî Efrînê kir
12:55 Artêşa Tirk keçeke biçûk bi giranî birîndar kir!
12:36 Malên Gel: Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye
12:35 ‘Dê her roja êrîşên Efrînê şermezar bikin’
12:13 Erdogmuşê HDP'î Diyanet şermezar kir: Sureya Fetihê aştiyê vedibêje
12:02 Polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin
11:39 Rojnameger Levent: Efrîn têkçûna AKP’ê ye
11:33 Medya nêzî AKP'ê êrîşa li dijî Efrinê wekî 'Cejnê' îlan kirin
11:32 Malbatên Pirsûsê: Heke zarokê me li jiyanê bûna dê dest bidana Efrînê
11:09 Tirkiyeyê gundê Baliyayê bombe kir
11:02 Welatiyên Hatayê: Divê êrîşa li dijî Erfînê demil dest bê rawestandin
10:47 Hevseroka Tevgera Azadî: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî Kurdistanê ye
10:29 Piştevaniya Mor lez dan xebatên rêxistinkirinê
10:27 Êrîşa li dijî gund şikandin
10:17 Îlham Ehmed: Li tevahiya cîhane rabin serhildanê
10:05 Xwendekara hat revandin: Bi qûndaxa çekê li serê min dan
09:48 Birayê Yehyayê biçûk ê di bombebaranê de mir, kêliyên êrîşê vegot
09:24 Geveriyan: Gelê Efrînê yê berxwedêr dê qezenç bike
09:22 ‘Avakirina 60 santralên din pirsgirêka avê mezintir bibe'
09:21 Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e
09:20 Qedexeyê mala wan xera kir, lê dîsa jî hewl didin bijîn
09:19 ‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin'
09:18 ‘Wê girtiyên azadiyên yektîpiyê qebûl nekin'
09:17 Çîçek: Em ê ji 10 hezar Stenbolî bibin Enqereyê
09:16 Wezîr Dadgeh nas nekir
09:15 Dayika keça wê li Reqayê jiyana xwe ji dest da: Em destûr nadin êrîşa li dijî Efrînê