Pisporê Rojhilata Navîn Guneş: Efrîn naşibe deşta Azezê 2018-01-22 11:23:29 STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Hakan Guneş, têtikldarî operasyona TSK'ê ya bi fermana AKP-MHP'ê di 20'ê Çile li dijî Efrînê dest pê kir got: "Piştî DYA'yê divê mirov vê biryarê wekî biryara Rûsya pênase bike. Tirkiye dê li vê qadê bi tenê bimîne. Efrîn naşibe deşta Ezazê."  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi fermana AKP-MHP'ê li dijî Efrinê di 20'ê Çile de operasyona hewayî dest pê kir û di 21'ê Çile de jî operasyona hewayî û bejayî berdewam kir. Li aliyekî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê didome, li aliyê din bertek û nerazibûnên li dijî Efrînê zêde dibin. Di navbera leşkerên TSK'ê û hêzên YPG û YPJ'ê de şerê giran rû dide. Heta niha 4 tangên TSK'ê bûn hedef. Dîsa gelek leşkerên TSK'ê hatin kuştin û ketin destê YPG'ê. Her çend Serokê AKP'ê Erdogan û Serokê MHP'ê Bahçelî kesên li dijî vê operasyonê wekî neyar pênase bike jî nerazîbûn û bertek her diçin zêde dibin. Têkildarî operasyona li dijî Efrînê ropa DYA û Rûsya jî tê niqaşkirin. Pisporê Rojhilata Navîn Doç. Dr. Hakan Guneş, operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê nirxnad.  Guneş,diyar kir ku navê operasyonê çi dibe bila bibe divê wekî operasyona 'Merdalên Firatê 2' bê nirxandin û wiha got: "Tirkiye bi operasyona Efrînê xwest 2 tiştan bi hevre bike. Yek jê xwest hêzên çekdar ên kurd ku ji bo xwe wekî gef dibîne bi sînor bike. Tirsa wê ewe ku hêza kurdan xwe bigîne Derya Spî. Ji bo vê yekê dixwaze koridora kurd a xwe bigîne Derya Spî asteng bike. Ewil bi operasyona Mertalên Firatê 1 xwest korîdorê qut bike. Ev operasyona niha jî berdewama operasyona Mertalên Firatê ye. Ne tenê li dijî Hêza kurd, dixwaze li Sûriye bibe xwedî par û li axa Sûriye bi cih bibe. Li ser xeta Ezaz-Cerablusê parek ax girt. Piştgirî da komên çekdar. Li ser Masa Astana cihê xwe girt. Ev ne tiştekî pir bi hêz e. Lê niha dixwaze destê wê yê li ser masa Astana xurt bibe."   Guneş, da zanîn ku Rûsya ji Tirkiye xwest ku li Idlibê li dijî El-Nusra qadekê veke. Xwest li dijî komên ku berê piştgirî dida wan şer bike. Lê ev yek nebû. Ji ber vê yekê El-Nusra û komên din li dijî Artêşa Sûriye dest bi şer kirin. Ev jî bû sedem ku di nava Tirkiye Rûsya û Sûriye de qrîz derkeve. Tirkiye xwest bi ketina Idlibê berê xwe bide Efrînê û li wir hêzekê ava bike. Ya duyemîn xwest li masa Astana bibe xwedî hêz.    'DYA LEMBA KESK, RUSYA LEMBA ZER PÊWIST'    Guneş, da zanîn ku Rûsya ji bo destûra Tirkiye têkeve Efrînê "Lemba zer" û DYA jî "Lemba kesk" pêxist. DYA diyar kir ku dê artêşa ku ji 30 hezar çekdar pêk tê ava bike. Bi vî rengî rê li pêş bertekê vekir û piştre got 'Ev ne ji bo Afrînê ye." Ev nakokiyek mezin e. Daxuyaniyên Şam û Rûsya gotin 'Ev daxuyaniya DYA li dijî tevahiya Sûriye ye."    Guneş, bal kişand ser operasyona li dijî Cerablus û Ezazê û wiha got: "Hem DYA û hem jî Rûsya li Mimbiçê 'Mertalên Firatê' bi sînor kiribû. Gotibûn Efrinê derbas neke.  Tirkiye piştî hevdîtina dawî destûr ji Rûsya girt. Şam ji Moskova dixwaze ku Artêşa 30 hezar kesan li Sûriye neyê avakirin. Lê ev ji bo Tirkiye têkeve Efrînê nabe hincet. Em dibînin ku Şam baweriya xwe bi Tirkiye nîne. Şam naxwaze SDG, YPG'ê bine hemberî xwe."    'DIVÊ WEKÎ BIRYARA RÛSYA BÊ ZANÎN'   Guneş, anî ziman ku Şam wekî welat li mijarê dinere, Îran wekî herêm li mijarê dinere û Rusya jî bi çavê kurevî li mijarê dinere û wiha got: "Rûsya dikare ji bo Ukrayna tiytên cuda li Sûriye bike. Dixwaze Tirkiye ji DYA dûr bixe. Lê Şam wisa nêzîk nabe. Şam tenê li pêşeroja xwe dihere. Di navbera Şamê û SDG û PYD'ê de pirsgirêk heye ji ber vê yekê dixwaze SDG û PYD li Efrînê bi kontrol be. Şam bawer dike ku SDG û PYD'ê lie Dera Zorê peyman binpê kiriye. Wisa difikirî ku heta Reqqa pêş bikeve. Lê heta Dera Zor pêş ket. Bawer dike ku PYD li gorî daxwazên DYA sinorê navbera Sûriye û Iraqê girtiye. Ji ber vê yekê dixwaze her dem PYD di nava sînorekî de tev bigere û bi kontrol be.    'RUSYA û DYA DI MIJARA AŞTIYÊ DE NE BI ISRAR IN'   Guneş, da zanîn ku DYA çekandide SDG û PYD'ê lê heta niha DYA li ser maseyê qala SDG (PYD nekiriye. Maseya ku DYA Li Cenevre saz kir SDG dawetî ser maseyê nekir. Rusya bêtir aşkere got ku kurd xwedî nûnertî ne. Ger ku pêşeroja Sûriye bê axaftin bêyî SDG û PYD'î  nayê avakirin. DYA li herêmê çi bike nayê zanîn. Polîtîkayek veşarî dimeşîne. Ger ku li ser Soçî berfireh  bi axivin operasyona Efrînê dê zerar bide vê civînê. Ji ber vê yekê ne Rûsya û ne jî DYA zêde naxwaze aştî bê Sûriye.  Rûsya jî bi qasî DYA çekan difiroşe hêzên herêmê. Yên li herêmê tên kuştin hêzên herêmê ne. DYA û Rûsya li herêmê nayên kuştin. Ji ber vê yekê naxwazin maseya aştiyek nayinde bê avakirin. Dibe ku ev şer demek dirêj berdewam bike. "    'RÛSYA LI ŞÛNA KURDAN TIRKIYE BIJART'    Guneş, da zanîn ku Rusya li şûna kurdan Tirkiye hilbijart û wiha got: "Di hevsengiya Sûriye de jî hêj negihiştiye asta ku SDG û Şam bê hemberî hev. Ji ber ku di nava hêzên ku dixwaze Şam'ê têk bibe SDG tune ye. SDG, li şûna têkbirina Şam'ê dixwaze bi muzakereyan pirsgirêkê çareser bike."   EFRÎN DÊ BIRYARÊ BIDE   Guneş, da zanîn ku Efrin dê pêşeroja şerê li herêmê diyar bike û wiha got: "An dê Efrîn wekî Kobanê şer bike û pêşeroja xwe diyar bike, an jî dê wekî Kerkukê beyî  di ber xwe bide herêmê terk bike. Ev yek dê mirovên li Efrînê dijî biryarê bidin. Tirkiye her ku diçe bêtir tawîzan dide Rûsya."    'EFRÎN NAŞIBE DEŞTA EZAZÊ'   Guneş, destnişan kir ku Efrîn naşibe deştên Ezazê û wiha got: "Tirkiye dê li vir gelek zahmetî bijî. Di serî de kurdên di nava Tirkiye de dê piştgiriyê nedin Tirkiye. Ger ku di şer de zarok, jin û mirov hatin kuştin dê bertek zêde bibin. Ji bo Kurdan mijara Kerkukê pir muhîm û bi êş e. Kurd naxwazin ev dubare bibe. Dema jinên kurdan li dijî DAIŞ'ê şer dikirin û DAIŞ'ê li Bruksel û Londra bombe dibarandin û li Parisê mirov dikuştin, televîzyonên welatên rojava jinên kurd wekî peqrewan nîşan didan. lê îro vê yekê nîşan nadin. Ji ber vê yekê Efrîn dê ji bo her kesî bibe ezmûn. Ji bo demokratên li Ewropa û kesên qîmetê didin nirxên demokratîk yên li Rojhilata Navîn bibe ezmûnek.    Encama Efrînê jî wekî Kobanê dê berxwedan nîşan bide. Çawa li Kobanê berxwedanê encam diyar kir dê li Efrînê jî sekna gel encamê diyar bike. Ne niqaş û biryarên Moskava û Washington, gelê herêmê dê qedera xwe diyar bike.    MA / Yasin Kobulan - Sadiye Eser