Rojnameger Levent: Efrîn têkçûna AKP’ê ye

  • rojane
  • 11:39 21 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - Rojnameger-nivîskar Hediye Levent êrîşên li dijî Efrînê nirxand û wiha got: “Ne gengaza ku em bêjin dê AKP-MHP bi operasyona li dijî Efrînê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Dê di vê êrîşê de winda bikin û têkçûyîna AKP-MHP zêdetir bike.” 

Rojnameger-nivîskar Hediye Levent êrîşên bombebaranê yên li dijî Efrîn û polîtîkayên Sûriyeyê nirxandin. Levent, diyar kir ku di dawiya 2017’an de li Sûriyeyê hema bêje DAIŞ têk çû û wiha axivî: “Di vê rewşê de şerê wekaletê yê li Sûriyeyê jî bi awayekê giştî qediyaye. Di sala 2018’a de tê xwestin ku li Sûriyeyê ji nû de şerekê wekaletê bê liderxistin.” 
 
Levent, diyar kir ku li şûna şerê wekaletê yê bixwîn, cihê xwe ji şerê siyasî yê ji nû ve dîzayn kirina binyadên siyasî yên dinava Sûriyeyê re hişt û wiha got: “Di rewşekê wiha de ger hêza we hebe, hûnê karibin komên siyasî yên hûn piştgiriyê didin wan entegre bikin û li Sûriyeyê di avakirineke siyasî de cih bigirin û bihêztir bibin 
 
'RÛSYA BI ARTÊŞA SÛRIYEYÊ RE BER BI ÎDLÎBÊ VE DIÇE'
 
Levent, anî ziman bi destpêka sala 2018’an re hin komên biçek ên cûda  li Sûriyeyê hebûn û wiha bilêv kir: “Şerekê dijwar ku divê lê bê kirin tenê Îdlîb ma ye. Lê taybetmendiyeke Îdlîbê ya wiha heye; Komên cîhatkar û radîkal li wir pirîn. Şam û Rûsyayê heya niha operasyona li dijî Îdlîbê taloq dikir û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ber dewam dikir. Her çiqasê Şam û Rûsyayê di serî de operasyona li dijî Îdlîbê taloq kiribin jî,  kêm jî be bi Tirkiyeyê re dinava peymanên siyasî de bûn û piştî lihevkirin çêbû, ji xwe diyar bû dê li dijî bajêr operasyonê pêk bînin. Gav bi gav dest vê operasyonê kirin û îro Rûsya bi artêşa Sûriyeyê re ber bi Îdlîbê ve diçe.”  
 
'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI QADEK NÛ HEBÛ'
 
Levent, anî ziman ku di vê mijarê de ji bo AKP-MHP’ê du pirsgirêk derdikevin holê û wiha domand: “Yek şerê wekaletê yê li Sûriyeyê ye û ya duyan jî AKP naxwaze berpirsiyariya komên çete yên ji Îdlîbê birevin bigire ser xwe. Ji ber vê AKP dixwaze qadek nû ji xwe re veke. Divê em pêşketinên Îdlîbê û êrîşên li dijî Efrînê bi hev re bixwîn in. Her ku operasyonên li dijî Îdlîbê bên mezin kirin, divê AKP jî ji komên çeteyan re qadên nû vekin. Bi vî awayî dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyeyê domdar bike. Bêguman divê em wiha li rewşa Efrînê mêze bikin.” 
 
'DÊ HEYA CIHEKÊ RÛSYA ÇAVÊN XWE JI AKP-MHP’Ê RE BIGIRE'
 
Levent, da zanîn ku AKP nikare beyî DYA û Rûsyayê êrîşên hewaî li dijî Efrînê pêk bîne û wiha bilêv kir: “Rûsya difikire ku kurd nêzî DYA’yê bûne û ji vê nêzîkatiyê ne rehete. Ji xwe vê yekê diyar dikin. Rûsya divê çarçoveyê de, dê heya cihekê çavên xwe ji êrîşên AKP-MHP’ê yên li dijî Efrînê bigire. Li vê derê dixwaze vê peyamê bi de kurdan, ‘hûn bi DYA re pir nêzî hev bûn, polîtîkayên xwe ji nû de rast bikin û sekna xwe ji nû de ber çavan re derbas bikin. ’”   
 
'JI BO AKP-MHP’Ê BENDEWARIYA DAWÎNE'
 
Levent, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî polîtîkayên AKP’ê yên li Sûriyeyê îflas kirine. Operasyona li dijî Erînê dê ji bo AKP-MHP’ê bendewariya dawîn be. Dê bi vê operasyonê têk biçin. Ji ber ku hemû polîtîkayên AKP’ê yên derve de têk çûn. Li aliyekê din ji bo ‘ewlekariya sînor’ Tirkiyeyê pir tişt tên gotin. Lê hiya niha YPG’ê bi tu awayî êrîşî sînorên Tirkiyeyê nekiriye. Ji vir û şûn de jî êrîşek wiha ne gengaze. Ji ber vê operasyona dibin navê ‘ewlekariya sînor de’ pir bi mantiq nayê. AKP di operasyona li dijî Efrînê de dê gelek tiştan winda bike û tiştekê jî bi ser nexwe”  
 
'TENÊ TIRKIYE WEKÎ TERORÎST DIBÎNE'
 
Levent, destnîşan kir ku nêrîna gelên Sûriyeyê, Şam û Rûsya ya ji bo gelê kurd ji ya AKP-MHP cûdatire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdên Sûriyeyê pir bi taloke û pirsgirêke. Rêveberî û gelê Sûriyeyê, rastiya gelê kurd êdî qebûl kiriye. Weke AKP-MHP’ê kurdan ‘terorîst’ nabîn in. Tenê AKP û MHP dibin kurd terorîstin. AKP di demên dawî de dixwaze li ser kurdan polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê bi denge bike. Ev jî dê bi AKP’ê bi de winda kirin.”  
 
MA / Bîlal Seçkîn
 
 
 

Sernavên din

22/01/2018
23:21 Li Enqereyê rojnamevan, hunermend û siyasetvan hatin binçavkirin
20:35 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin
18:12 Nûçegihanê Ronahî TV li Efrînê birîndar bû
17:45 Cenazeyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin bi girseyî veşartin
17:12 7 siyasetmedar tehliye bûn
16:53 Dadgeha Amedê biryara girtina Parlamenterê HDP’ê Yildirim da
16:52 Îdiaya TSK'ê 14 endamên OSO kuştin
16:42 Li ser nerazîbûnan Asayîşa PDK'ê çalakvan berdan
16:34 Îdiaya cilên yek tîp şandin Girtîgeha Sîlîvriyê
16:27 Leşkeran mudaxeleyî gundiyên xwedî li axa xwe derketin kir
16:07 QSD: Êrîşa li dijî Efrînê piştgiriya DAIŞ'ê ye
16:03 Dê sibe rojnameger Ergul derxin edliyê
16:03 Îdiaya zarokê 16 salî hewl da întîxar bike
15:46 'Dê li Efrînê gel qezenc bikin'
15:41 TSK’a êrîşî Serêkaniyê kir
15:12 'Ne parastina welat, tirsa windakirina qoltixê ye'
15:11 Li dijî cilên yek tîp kampanya dan destpêkirin
15:08 Xwedîderketina li Efrînê zêde dibe: Em ê nebin şîrîkê vî şerî
15:00 Binçavkirina rojnameger Ozlu hat dirêjkirin
14:57 Roket li qereqolê ket: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
14:26 Erdogan hedef nîşan da nijadperestan êrîş kir
14:26 Rojnameger Îshak Karakaş hat binavkirin
14:12 ESP: Em ê teslîm nebin
14:11 Ev jî lîsteya Andiçê AKP'ê ye
14:09 Rojnameger Îdrîs Yilmaz hat girtin
14:07 Der barê Onlu yê HDP’ê de lêpirsîn vekirin
13:23 Banga partiyên kurd a ji bo Efrînê: Çalakiyên demokratîk bilind bikin
13:17 Yildirim: Dîyanet bûye maşika AKP’ê
13:00 Nijadperest êrîşê rojnameya Afrîkayê dikin: Ew ji bo min dagirkerin
12:18 Polîsan deriyê mala Nivîskar Baysal şikandin û binçav kirin
12:01 Welatiyên Colemêrgê: Rûsya îxanet li kurdan kir
12:00 Wekîlên HDP'ê yên Wanê: Êrîşa li dijî Efrînê dagirkerî ye
11:48 Fermandarê YGP’ê Hemo: Rûsya û Tirkiye di nava tifaqek qirêj de ne
11:44 Polîsan bi ser malên rojnamger Eskîn û parêzer Zîlan de girtin
11:23 Pisporê Rojhilata Navîn Guneş: Efrîn naşibe deşta Azezê
10:52 Dayikên Şirnex û Mêrdînê: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin
10:40 Jin dê li dijî OHAL'ê kargehan ava bikin
10:12 9 lêpirsîn li qeyûmê Şirnexê vekirin
10:04 ‘Gelê Amedê bi hêrse’
09:57 Li Swêdê ‘Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê’ ava kirin
09:45 'Ne girtîgeh îzolasyon û navenda îhlalê ye'
09:26 Oldar: Fermana Diyanetê ne Îslam e nijadperestiye
09:25 Şêniyên Sûrê: Bi destê dewletê hişbirê li Sûrê belav dikin
09:23 Nûnerên jin: Em wek Kobanê xwedî li Efrînê jî derbikevin
09:22 ‘Em ê bi xweparastinê hestiyên qorika zilamtiyê bişkênin’
09:21 Parvekirina gora kurê wî kirin sûc
09:19 Nikarin avê vexwin lê pere radizînin
09:19 Di OHAL’ê de jin: Em di bin tirsê de dijîn
09:18 Nûnerê partî û rêxistinan: Divê gelê me li metrepolan dakevin qadan
09:17 Gundiyên sînor bi bertek in: Efrînî xizmên me ne
09:00 ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2018'AN
21/01/2018
22:50 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Bismilê de jî girt
22:00 Navê 7 jê zarok 8 kesên li Efrînê hatin kuştin aşkere bûn
21:33 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sêrtê de girt
18:43 Kobanê ji bo Efrînê meşiya
18:05 Di êrîşên Tirkiyeyê de li Efrînê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibin
17:41 Leşkerên derketin operasyonê di bin şepê de man: 5 leşker mirin
17:38 Li Stenbolê mudaxale: 6 kes binçav kirin
17:07 YPG: 4 leşker û 10 OSO hatin kuştin
16:46 Gelê Silêmanî û Êzîdî li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
16:45 Rojnameger Yîlmaz hat binçavkirin
16:39 Misir: Divê Tirkiye êrîşan rawestîne
16:39 Dozgeriyê der barê Bîlgen û Yildirim da jî lêpirsîn da destpêkirin
16:26 Ocalan: Roj roja berxwedanê ye
16:11 Arslan: Em bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derbikevin
15:41 ‘Operasyona Efrînê dê Tirkiye 50 salan paşve bixe'
14:47 Li Bedlîsê 2 leşker mirin 3 winda, 7 jî birîndar bûn
14:44 Der bare Hevseroka KCD’ê Guven de dest bi lêpirsînê kirin
14:39 Ayhan Bîlgen: Em bi hevre vê lîstikê xera bikin
14:13 Partiyan êrîşa Efrînê şermezar kir: Li dijî êrîşa li ser Efrînê dakevin kolanan
13:57 ‘Dê bedelê êrîşa li dijî Efrînê giran be’
13:55 YPG û YPJ`ê tangeke din a TSK'ê li Efrînê rûxandin
13:22 Artêşa Tirk bi balafiran êrîşe sivîlên Efrînê dike
13:10 Behcet Ebdo: Dewleta Tirk şer hilbijart, divê encamên wê jî tehmûl bike
13:01 Polîsan li Amedê mudaxeleyî çalakiya êrîşên li dijî Efrînê kir
12:55 Artêşa Tirk keçeke biçûk bi giranî birîndar kir!
12:36 Malên Gel: Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye
12:35 ‘Dê her roja êrîşên Efrînê şermezar bikin’
12:13 Erdogmuşê HDP'î Diyanet şermezar kir: Sureya Fetihê aştiyê vedibêje
12:02 Polîsan avahiya HDP'ê ya Amedê dorpêç kirin
11:39 Rojnameger Levent: Efrîn têkçûna AKP’ê ye
11:33 Medya nêzî AKP'ê êrîşa li dijî Efrinê wekî 'Cejnê' îlan kirin
11:32 Malbatên Pirsûsê: Heke zarokê me li jiyanê bûna dê dest bidana Efrînê
11:09 Tirkiyeyê gundê Baliyayê bombe kir
11:02 Welatiyên Hatayê: Divê êrîşa li dijî Erfînê demil dest bê rawestandin
10:47 Hevseroka Tevgera Azadî: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî Kurdistanê ye
10:29 Piştevaniya Mor lez dan xebatên rêxistinkirinê
10:27 Êrîşa li dijî gund şikandin
10:17 Îlham Ehmed: Li tevahiya cîhane rabin serhildanê
10:05 Xwendekara hat revandin: Bi qûndaxa çekê li serê min dan
09:48 Birayê Yehyayê biçûk ê di bombebaranê de mir, kêliyên êrîşê vegot
09:24 Geveriyan: Gelê Efrînê yê berxwedêr dê qezenç bike
09:22 ‘Avakirina 60 santralên din pirsgirêka avê mezintir bibe'
09:21 Nivîskar War: Kilamên dengbêjiyî dîroka kurdan e
09:20 Qedexeyê mala wan xera kir, lê dîsa jî hewl didin bijîn
09:19 ‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev jê bernedin'
09:18 ‘Wê girtiyên azadiyên yektîpiyê qebûl nekin'
09:17 Çîçek: Em ê ji 10 hezar Stenbolî bibin Enqereyê
09:16 Wezîr Dadgeh nas nekir
09:15 Dayika keça wê li Reqayê jiyana xwe ji dest da: Em destûr nadin êrîşa li dijî Efrînê