Rojnameger Levent: Efrîn têkçûna AKP’ê ye 2018-01-21 11:39:02 STENBOL - Rojnameger-nivîskar Hediye Levent êrîşên li dijî Efrînê nirxand û wiha got: “Ne gengaza ku em bêjin dê AKP-MHP bi operasyona li dijî Efrînê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Dê di vê êrîşê de winda bikin û têkçûyîna AKP-MHP zêdetir bike.”  Rojnameger-nivîskar Hediye Levent êrîşên bombebaranê yên li dijî Efrîn û polîtîkayên Sûriyeyê nirxandin. Levent, diyar kir ku di dawiya 2017’an de li Sûriyeyê hema bêje DAIŞ têk çû û wiha axivî: “Di vê rewşê de şerê wekaletê yê li Sûriyeyê jî bi awayekê giştî qediyaye. Di sala 2018’a de tê xwestin ku li Sûriyeyê ji nû de şerekê wekaletê bê liderxistin.”    Levent, diyar kir ku li şûna şerê wekaletê yê bixwîn, cihê xwe ji şerê siyasî yê ji nû ve dîzayn kirina binyadên siyasî yên dinava Sûriyeyê re hişt û wiha got: “Di rewşekê wiha de ger hêza we hebe, hûnê karibin komên siyasî yên hûn piştgiriyê didin wan entegre bikin û li Sûriyeyê di avakirineke siyasî de cih bigirin û bihêztir bibin    'RÛSYA BI ARTÊŞA SÛRIYEYÊ RE BER BI ÎDLÎBÊ VE DIÇE'   Levent, anî ziman bi destpêka sala 2018’an re hin komên biçek ên cûda  li Sûriyeyê hebûn û wiha bilêv kir: “Şerekê dijwar ku divê lê bê kirin tenê Îdlîb ma ye. Lê taybetmendiyeke Îdlîbê ya wiha heye; Komên cîhatkar û radîkal li wir pirîn. Şam û Rûsyayê heya niha operasyona li dijî Îdlîbê taloq dikir û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ber dewam dikir. Her çiqasê Şam û Rûsyayê di serî de operasyona li dijî Îdlîbê taloq kiribin jî,  kêm jî be bi Tirkiyeyê re dinava peymanên siyasî de bûn û piştî lihevkirin çêbû, ji xwe diyar bû dê li dijî bajêr operasyonê pêk bînin. Gav bi gav dest vê operasyonê kirin û îro Rûsya bi artêşa Sûriyeyê re ber bi Îdlîbê ve diçe.”     'PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI QADEK NÛ HEBÛ'   Levent, anî ziman ku di vê mijarê de ji bo AKP-MHP’ê du pirsgirêk derdikevin holê û wiha domand: “Yek şerê wekaletê yê li Sûriyeyê ye û ya duyan jî AKP naxwaze berpirsiyariya komên çete yên ji Îdlîbê birevin bigire ser xwe. Ji ber vê AKP dixwaze qadek nû ji xwe re veke. Divê em pêşketinên Îdlîbê û êrîşên li dijî Efrînê bi hev re bixwîn in. Her ku operasyonên li dijî Îdlîbê bên mezin kirin, divê AKP jî ji komên çeteyan re qadên nû vekin. Bi vî awayî dixwaze hebûna xwe ya li Sûriyeyê domdar bike. Bêguman divê em wiha li rewşa Efrînê mêze bikin.”    'DÊ HEYA CIHEKÊ RÛSYA ÇAVÊN XWE JI AKP-MHP’Ê RE BIGIRE'   Levent, da zanîn ku AKP nikare beyî DYA û Rûsyayê êrîşên hewaî li dijî Efrînê pêk bîne û wiha bilêv kir: “Rûsya difikire ku kurd nêzî DYA’yê bûne û ji vê nêzîkatiyê ne rehete. Ji xwe vê yekê diyar dikin. Rûsya divê çarçoveyê de, dê heya cihekê çavên xwe ji êrîşên AKP-MHP’ê yên li dijî Efrînê bigire. Li vê derê dixwaze vê peyamê bi de kurdan, ‘hûn bi DYA re pir nêzî hev bûn, polîtîkayên xwe ji nû de rast bikin û sekna xwe ji nû de ber çavan re derbas bikin. ’”      'JI BO AKP-MHP’Ê BENDEWARIYA DAWÎNE'   Levent, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî polîtîkayên AKP’ê yên li Sûriyeyê îflas kirine. Operasyona li dijî Erînê dê ji bo AKP-MHP’ê bendewariya dawîn be. Dê bi vê operasyonê têk biçin. Ji ber ku hemû polîtîkayên AKP’ê yên derve de têk çûn. Li aliyekê din ji bo ‘ewlekariya sînor’ Tirkiyeyê pir tişt tên gotin. Lê hiya niha YPG’ê bi tu awayî êrîşî sînorên Tirkiyeyê nekiriye. Ji vir û şûn de jî êrîşek wiha ne gengaze. Ji ber vê operasyona dibin navê ‘ewlekariya sînor de’ pir bi mantiq nayê. AKP di operasyona li dijî Efrînê de dê gelek tiştan winda bike û tiştekê jî bi ser nexwe”     'TENÊ TIRKIYE WEKÎ TERORÎST DIBÎNE'   Levent, destnîşan kir ku nêrîna gelên Sûriyeyê, Şam û Rûsya ya ji bo gelê kurd ji ya AKP-MHP cûdatire û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdên Sûriyeyê pir bi taloke û pirsgirêke. Rêveberî û gelê Sûriyeyê, rastiya gelê kurd êdî qebûl kiriye. Weke AKP-MHP’ê kurdan ‘terorîst’ nabîn in. Tenê AKP û MHP dibin kurd terorîstin. AKP di demên dawî de dixwaze li ser kurdan polîtîkayên xwe yên Sûriyeyê bi denge bike. Ev jî dê bi AKP’ê bi de winda kirin.”     MA / Bîlal Seçkîn