Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin

  • rojane
  • 14:06 20 Çile 2018
  • |
img

EFRÎN – Hemwelatiyên elewî, kurd û ereb ên herêma Efrînê li dijî êrîşên TSK'ê û îktîdara AKP'ê hêrseke mezin nîşan dan û gotin “Heta mirinê em ê li ber xwe bidin.”

Welatiyên elewî, kurd, ereb ên herêma Efrînê bertek û nerazibûnên xwe nîşanî hewldanê operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê dan. Welatiyên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn diyar kirin ku ew dê li dijî êrîşan heta dawî di ber xwe bidin û destûr nadin ku TSK sînor derbas bikin. Welatiyan anîn ziman ku ew dê li gel YPG û YPJ'ê şer bikin. 
 
Welatiyê Efrînê Doxtorê Elewî Welîd Cindo yê ji navçeya Mabeta ya Efrînê têkildarî mijarê wiha got: “Tajiyekî ku navê Îslam û exlaq li xwe dike êrîşî Efrînê dike. Ev ye di ruyê mirovahiyê de şermeke pir mezin e. Tiştê ku di van rojên dawî de li Efrînê çêbûye hêz û pêdageriya me ya li hemberî vî dîktatorê hanê (Erdogan) zêdetir kiriye.”
 
Ji welatiyên Elewî Mihemed Elî Mihemed jî axivî û got “Projeya demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bi hezaran ji keç û xortên me ji bo wê xwîna xwe dane hiştiye ku Erdogan dîn bibe.” 
 
Ji aliyekî din ve welatiya Elewî Renda Mustefa diyar kir ku ev çend sal in Tirkiye hewl dide ku Bakurê Sûriyeyê dagir bike lê bi ser neket, li bermaberî vê yekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftinên mezin bi dest xist. Renda anî ziman ku ji bo parastina ax û namûsa xwe dê li kêleka Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin şer bikin.
 
Comerd Sito yê Elewî jî destnîşan kir ku Tirkiye nikare derbasî Efrînê bibe û eger hewl bide derbas bibe jî wê ev yek berovajî li wê vegere.
 
Welatiyê Ereb Mihyeddîn Salim êrîşa vê sibehê ya Artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundê Kefernasih ê herêma Şehbayê wekî êrîşeke tirsonek bi nav kir û got “Welatiyên sivîl li vî gundî ne. Tu baragehên leşkerî li vir tune ne. Tirkiye dixwaze ku welatiyên sivîl ji herêmên xwe koçber bibin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em amade ne li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bisekinin.”
 
 
Welatiyê bi navê Nûreddîn Salim jî got “Welatiyên gund di xew de bûn û gund hate topbarankirin. Welatî li ser dengê topban hişyar bûn. Çi gunehê wan zarokan heye ku li ser dengê topban ji xew rabin û bitirsin.”
 
Welatiyê Ereb Yasîn Benawî yê li bajarê Efrînê rûdinê jî ev tişt anî ziman “Kurd, Ereb û pêkhateyên din bi hev re jiyan dikin. Gefên Tirkiyeyê nikarin tiştekî bikin. Topbaran Tirkiye ji Efrînê re tê wateya ku wê îflas kiriye. Em ê hetanî mirinê li vir bimînin û şer bikin.”
 
Welatiyê Kurd Mehmûd Osta jî wiha axivî “Çapemeniya Tirk a nêzî artêşa dagirker îdîa dike ku gelê Kurd şer dixwaze. Ya rast ew e ku em aştiyê dixwazin. Lê eger Artêşa Tirk şer dixwaze em amade ne. Ev destgehên çapemeniya Tirk dibêjin ku gelê Efrînê herêma xwe berdide. Kes ji me derneketiye û em hemû li vir in û li pişta YPG û YPJ’ê ne. Ev derewên hanê nikarin bandorê li me bikin.”
 
Welatiyekî din ê Kurd ê di navê Xelîl Eslan jî got “Tirkiye bi çavekî biçûk li gelê Kurd dinêre. Wekî Kurd me heta niha gelek gotinên wan daqurtandine, lê ji bo berxwedaniyê em heta mirinê amade ne.”
 
Rifet Mustefa jî ev tişt bi bîr xist “Me li Kobanê, Minbic, Reqa û Efrînê ji bo azadiya gelê xwe gelek cangorî dane. Têkoşîna me ji bo xaka me ye. Wekî ku li Kobanê me qurbanê daye em ê li Efrînê jî bidin.”
 

Sernavên din

21/01/2018
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:52 KNK: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî hemû Kurdistanê ye
08:29 PYD: Divê Amarîka û Rûsiya helwesta xwe zelal bikin
20/01/2018
23:28 Di bombebarana li hemberî Efrînê de: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
23:09 Daxuyaniya DYA’yê ya der barê Efrînê de
21:37 DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike?
20:28 Kobanê û Girê Spî ji bo Efrînê daketin qadan
20:06 Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin
20:00 Tevgerên Gel ên Navneteweyî: Serî hildin, Efrînê biparêzin
19:45 Li herema Bilbil a Efrinê şer derket
19:32 Wezîr Çavuşoglû: Me ji sedî 95 li hedefan xist
19:26 Rûsya: Me hêzên xwe ji Efrînê kişand
19:09 Kemalbay: Êrîşa li dijî Efrînê dê Tirkiye perçe bike
18:35 Piştî êrîşa hewayî dîplomasiyê dest pê kir
18:32 Balafirên TSK'ê li Efrînê herêmên sivîl hedef girtin: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan 13 kes birîndar bûn
17:35 Li dijî Efrînê êrîşên hewayî dest pê kir
16:57 ‘Li dijî rejîma OHAL’ê ji bo demokrasiyê têkoşîn’
16:36 ESP û SGDF'ê bertek nîşanî operasyonan dan
16:31 Rojnameger Ergul 5 roj in di binçavan de ye
16:10 Xebatkarên TV 10'ê: Hevalên me berdin
15:40 Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R veguherandin 'navenda îşkenceyê'
15:36 Xwestin Gurbuz Topçu bê berdan
15:03 Malbatan aqûbeta Serokê HEP’ê yê JÎTEM'ê ew kuşt pirsîn
14:56 Dayikên Şemiyê: Mirin çiye ji vê qadê bipirsin
14:32 Rojnameger Suat Karagoz serbest berdan
14:23 Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye
14:21 Serdozgeriyê serlêdana malbatan dîsa red kir
14:16 Di roja 438’emîn a Yukselê de 6 kes binçav kirin
14:06 Welatiyên Efrînî: Em dê heta dawî di ber xwe bidin
13:45 Gelê Reyhanliyê di nav tirsê de ye: Kes li me nafikire
12:59 Operasyona li dijî Efrinê li dijî ruhê Eşmeyê ye
12:26 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin
11:46 Zarokên li wargehan wekî 'raza dewletê' hesibandin
11:30 Eşîrên Ereb li pişta Efrînê ne
11:27 Polîsan Rojnameger Suat Karagoz binçav kir
11:15 Navdarên cîhanê ji bo Efrînê dest bi kampanyayê kirin
11:11 Şirket ava bi jehrî dide gundiyan, Feyzîoglu parêzeriya şirketê dike
11:08 Wan di nava 81 bajaren de yekemîn e
10:43 Erkdarê paqijiyê tecawizê 3 xwendekaran kir
10:42 Waliyê Colemêrgê wekîl û hevşaredar ji protokolê derxist
10:14 Amediyan AKP hişyar kir: Ketina Efrînê heye lê derketin tune
10:01 'Li Akkuyuyê tenê bermahî man'
09:47 Oldar: Êrîşa goran li dijî exlaq û îslamê ye
09:28 ‘Pêwist bike girtî dê wek 12’ê Îlonê tazî derkevin dadgehê’
09:28 'Kesên rêzê nîşanî cenazeyan nedin ne misilman in'
09:27 Dozger 'Rifat kurê xalê min e' sûc dît
09:26 Tunç: Ji propagandaya li dijî Efrînê faşîzmê derket
09:26 Polîsê Helîna 12 salî kuşt hêj doz lê nehatiye vekirin
09:24 HDP dê kongreya xwe bike şahiya demokrasiyê
09:23 Aborîzan Arî: Aboriya heyî li ber şerê Efrînê xwe ranagire
09:22 Rêxistinên li Hatayê: Erdogan dê winda bike
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:50 Li Eskîşehîrê qeza trafîkê: 13 kes mirin 42 kes birîndar bûn
19/01/2018
17:11 Osman Baydemîr hat berdan
17:05 Baroya Amedê Tahîr Elçî û Hrant Dînk bi bîr anî
16:47 Siyasetmedarê kurd Uysal ê li xerîbiyê jiyana xwe ji dest defin kirin
15:49 Hrant Dînk li cihê lê hat kuştin bi girseyî bi bîr tînin
15:25 Jinan bertek nîşanî îstîsmara zayendî dan: Bêdeng nemînin
15:07 Hevşaredarê Hezexê Aslan hat berdan
15:06 Rojnameger Ozlu 4 roj in di binçavan de ye
14:58 KCD: Li dijî şer û siyaseta rûxandinê, em li gel Efrînê bin
14:30 Rojnameger Karaagar bi bîr anîn: Em ê her dem meşaleya wan gûr bikin
14:26 Di çalakiya Yukselê de 4 kes hatin binçavkirin
14:15 Dînk di 11’emîn salvegera qatilkirina xwe de hat bibîranîn
14:15 Çapemeniya li dij Efrînê di hefteyekê de belav bû
13:49 ‘Sedema krîzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’
13:42 'Bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derkevin'
13:35 Pekoz: Operasyona Efrinê dê dawiya AKP’ê bîne
13:31 KESK: Derbeya AKP’ê ji derbeya leşkerî ne kêmtir e
13:29 Kongreya Tevgera Azadî destpê kir
12:40 Di 'Doza KCK'ê ya Çapemeniyê' de parêzer ji salonê derxistin
12:34 'Bi ruhê serhildana Kobanê em ê ji bo Efrînê dakevin kolanan'
12:18 Malbata Ocalan cara 60’emîn serî li dozgeriyê da
12:10 ‘Êrîşa li dijî goristanan ji bo kesên mayî gef e’
12:01 Serdozger: Me cilên yek tîp şandin Girtîgeha Amedê
11:49 Otobusa rêwiyan di newalê werbû: 6 kes mirin 24 kes birîndar bûn
11:45 Êdî xwarina penêrê Wanê luks e!
11:12 Li ser îxbara derew bav hepsî malê kirin
11:08 Pispora Medya Arsan: Manşet bi fermana Enqereyê tên avêtin
11:07 Înîsîyatîfa Li Dijî OHAL'ê: Em bi hev re dengên xwe bilind bikin
10:57 ‘Destwerdana li dijî Efrînê dê çareseriyê asteng bike’
10:25 ‘Zarokên me kefen jî li xwe bikin, dê kincên yek tîpî qebûl nekin’
10:24 Şener: Erdogan bi MHP’yê dileyize, pêşiya CHP’ye digire, HDP’yê jî ditepisîne
10:23 ‘Yekîtiya neteweyî dê pirsgirêkên kurdan çareser bike’
10:22 Gelê Rihayê berxwedana Kobanê bi bîr xistin
10:02 ‘Di OHAL’ê de her tişt qedexe ye, lê tiryak û fihûş serbest e'
10:00 Dîmenên îşkenceyê şandin û pere xwestin
09:59 Arkeolog Ozar: Tişta li Sûrê tê kirin ne texrîbat qirkirin e
09:58 Dayîka girtiyan bertek nîşanî kincên yek tîpî dan
09:49 ‘Yên vê operasyonê bikin dê wek Îsraîlê bibin dagirker’
09:47 Êrîşa li dijî goran li dijî wîcdan û aqilan e
09:47 Nikarin êm bikirin sewalên xwe bi gûniyan xwedî dikin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2018'AN
18/01/2018
19:50 Dema Rewşa Awarte 3 mehên din jî hat dirêjkirin
16:59 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
16:33 Rojnameger Durgut serbest berdan
16:23 Ji ber ku Yilmaz SEGBÎS red kir doza wî taloq kirin
16:09 Girtiyên doza Nisêbînê: Xweserî jiyana hevpar a gelan e
15:45 FEDA, CÎK û NAV-YEK: Li Efrînê xwedi derkevin
15:22 Egîtîm Senê bertek nîşanî binçavkirinan da